Dêrsim sala 1937 ![]() ![]() ![]() Dêrsim sala 1937Ji xew rabûm bi çavên westayîLi her der dikirin qêrîn û gazî Mal wêran bûn êdî nema xanî Roj nehilat cîhan li me bû tarî Dayik bang dike bi dengmirî Dijminan em kuştin bi hovitî Nema îro li Dêrsim kêf û şahî av nema zûha bûn hemû kanî Êdi dayikan bo kesî nakin lorî dersim wêran bû û nema şadî ne darê şîn ne gulên sor rengî Girî û qêrî li her der rojek mirî Para herkesî tenayî bexwedayî Dersim ew roj kir hawar û qêrî Kanî gelê kurd kanî ne xuyayî Tenê Dersim ber destan mayî Tirkan em kirin perîşan û sêwî Ber destê qirêj çûn gelek zerî Xwezî ew roj bima ma raketî Mi nediya Dersim bi xerabhalî Dersim birîna te di dil de dijî Ji bîr nakin kurd roja reşî tarî Her bimîne Dersim û her bijî Wê bibîne Dersim roja azadî Kiyaksar Temir Rojavayê Kurdistan, Bajarê Qamişlo Dema nivisandina Helbestê : 19. 11. 2005 Dema weşandina Helbestê : 13. 05. 2007 Kiyaksar Temir kiaksar2@yahoo.com
http://www.pdk-xoybun.com |