Ez miþextim Ez miþextimJi deviya me ji bestimJi keviya me ji hestim Ji Bihrî yan radiwestim Derya Wanê bi mebestim Erê dayê ez miþextim Jiyan talim kore bextim Þûþa dilê te li rex tim Hûrik hûrik ez þikestim Ji nav geliyên sîngê te Kû vîvirand ber cengê te Ji hinavê zivingê te Pekîm agir ez vegestim Þivekim ez ji dara te Ji nav lingên neyara te Mi þîn kirbû bihara te Li çol û hol ez di westim Lepên hirç û gurên Qeyser Welat yexma kirin wey ser Rijandin xwîn û dan mey ser Bi biyanê ve vebestim Bi zor þûna neperûþkan Bû sînor bi kelemûþkan Em dem ûdewr bi dergûþkan Winda bê zar û bê kes tim Libek guhîjên bihiþtê Ji çiya gindirîm deþtê Lê bayê kur hêwî xweþ tê Lewma ez sax û bi hestim Pêsîra te bi firih bû Lê tev zindan û rekih bû Bi bumbe û bi dirih bû Bihrî li ser bi hewes tim Ey Wana min, Bilîsava* Ezê werim ser perava Hêvî hêvî dikim ava Ji bo sira te sermestim Ezê li mêrg û ber çeman Li zozana berdim xeman Nû dê bûjim min kul ne man Li pesarên te serbestim Ew þaxê dûr ji Êzdînan ( Ezdînan ) Hilgirê gul û hêlînan Lêv bighin hev li birînan Xwezî bi rist û helbestim … Xwezî bi rist û helbestim * kalkê min Izo mihacir bû ji Wanê ji gundê Bilîsava li nêzîka gundê Qesrik,, Kunkevir,, Robirk… ji hoza Giravî ji Izdînan Qamiþlo…, 05. 11. 1988 Helbesta : Bihrî Rojavayê Kurdistan - Bajarê Qami?lo Dema weþana helbestê : 09. 05. 2007 Bihrî Bênijrez7799@hotmail.comhttp://www.pdk-xoybun.com |