Kulî Kurd e ! Kulî Kurd e !Dixwazim çîrok û bûyerên piçûkaniyê bi tevayî ji dilê xwe derxînim; Mixabin ne dem alîkariyê dike û ne ez ew nivîskarê jêhatî me, ko rojê carekê an sibeh û êvarê ( got - sarekê an helb-þikestekê ) nûjen bi wêneyê xwe yê ciwan re li hemû malperan belav bikim..Wisan evê gotinê didim ber rûyê xwe, da kesên ez bi nivîskariyê nas dikirim, ji min re nebêjin : Gelek ciwanmêran li te zêde kirine..!! Carekê li malê rûniþtî bûm. Hevalekî li derî xist. Pêk ve rabûm; li ber derî ji min re got : Kekê Dodan çend gotinên min bi te re hene..!! Fermo bira xêr e ? Em tev de derbas bûn, ciwanmêr rûniþt, lê serê wî bilind nedi bû.. Ez mat mam; min got xêr e birayê Kulî te tirs xist dilê min..!! Serê xwe rakir û got: Birayê Dodan, ez ji te þermezar im. Bawer bike ne bi destê min e, lê endamên Koma me ( Tîpa hunerî ) biryar dane, êdî em ji te dûr bikevin û dan û standinê hîç bi te re nekin.. - Birayê Kulî bêje, min çi kiriye ? Destên xwe li hev xist û got : Birayê Dodan me bihîstiye tu Ereb î..!! Axxxxxx …. Axxxxxx bi rastî birayê Kulî te dilê min ji cî kiþand. Malava bera bi vê be û ne bi tiþtekî din be.. Kulî dîn bû û got : Yahoo ma ji vê xerabtir çi heye ? Ev sê - çar sal tu di Komê de alîkariya me di rastkirina zimanê Kurdî de dikî, û her tiþtê me tu nas dikî. Ma heya niha çima te ji me re nedigot : Ez Ereb im..?? Ê Kulî ez ne Ereb im !! Duv re tu ji kûderê nas dikî Em Ereb in ? ? Birayê Dodan pismamê te bi me re ye. Li cihê kar bi zimanekî dirêj got : Em ji êla (… ) ne û ev êl Ereb in..!! Birayê Kulî navê min Dodan e. Piçûkaniyê navê ( Çivîkê Qefilî ) li min dikirin. Malbata me ( Xecê ) ye.. û naznavê Xecê Qulingê ye. Navê kalikê min Birahîm e, û navê birayên wî yek Silêman û yê din Xwedêda ye.. Em ji gundê Sorika ne, yê ko nêzîkî Hazdê, Dazwanê, Kurdo, Birîva, Þêqinê, Bîra bazin û Xezalîkê ye. Dikarim bi dehan gundê derdora Amûdê bihejmêrim.. Va ye tu Kurd î û ev sê sal ez zimanê we ê Kurdî serast dikim.. Baþ e gelî xwendevanan hûn bibêjin û bera bextê we ne wek bextê Kulî be ( Dodan, Çivîkê qefilî, Xecê, Qulingê, Birahîm, Silêman, Xwedêda, Amûdê û tevaya gundên wê.. ) Ev Ereb in..! ! ? ? Dubey, 18. 04. 2007 Nivîs : Ezîz Xemcivîn Dema weþana nivîsê, 22. 05. 2007 Ezîz Xemcivînxemcivin@hotmail.comhttp://www.pdk-xoybun.com |