Ezîz Xemcivîn : Gunehkarê ! Diyarî : Benaz, þew bû, Du a û xwiþkên wan. Gunehkarê !Dilê sert bi kuç û kînê birînê derman dike,"agir bi agir" divemirîne.* Dilê bê çav di koraniyê de gemara reþbîniya xwe dadiweþîne. . ! ! Dilê zordar dahfikan li ber perwaneyên þeyda datîne. . ! ! Dilê Jehremar kiryarên jehrînî di-afirîne. . ! ! Rojeke girînî ye, gulên baxçê me ji stemê lavê dikin, ji stemê hêvî çî ye ? ? Rojeke xwînî ye, pakîzadeya merovatiyê birîndar e..* Çemê xwîna zelal bi xemsariyê re diherike.. Bisk û guliyên zeriyan dibin tovê fîxan û hewara binefþên evînê.. Ne doya me bar dike, ne çoyê hildayî li ser piþta mehînan sar dibe..* Ne mêranî tekûz dibe, ne namûs ji laþ ve dibe.. ne perîk ji ser serê mêr xwar dibe. . ! ! Mêr im, bikim nekim mafdar im. . ! ! Mîrê civatê ez im.. Gunehkarê tenê di nivînê de Ji te hez dikim û di çavên xwe de te diparêsim.. Gunehkarê tu þahiya min î, Ez þahê te me, Gunehkarê tu çira þevên min î Ez veþartokê xewnên te me. Gunehkarê bihnên xweþ ji wê gulistanê divêm.. te bihn bikim bera tenê bihna te li zindanê jîn be .. Xwe?iya te di sînorên min de çiqas xwe? e.. bi "aqilê xwe tu mû diqelêþî"* azadî te dike mêvana goristanê. . ! ! Gunehkarê eger tirsok im bi tirsa xwe dê te bitirsînim.. Çendî hêzdar û zanyar bî te li hember xwe nabînim; Serketina te têkçûna rûmeta min e . ! ! Sinbêl boq im, were were destê te bigirim were.. te bikirim, te bifiro?im, mîr û amîr im ji berxika xwe hez dikim. . ! ! Were.. were Pisîka pênûsa min nûzenûzê dike kenê te li ser masê ye ax… çi þîv e.. bi hiþtin û kuþtinê dil hênik dike. . ! ! Gunehkarê çiya sar e.. divê bibêjim di germa hembêza newalên hêmin de ser diçimîne, ji payebilindî nayête xwarê. . ! ! Çiyawo li ser þerbeta bayê jînê, çengan veke.. xurînê biþikîne. . ! ! Çiyawo ji kovanên ewran gunehkarê biparêse.. Tu pola bî, req û tund bî maka zayîn û evîna te mê ye.. Dubey, 16. 06. 2007 Helbest : Ezîz Xemcivîn Dema weþana helbestê, 29. 06. 2007 Têbinî : Ev helbest di malpera Avesta da jî hatiye weþandin. Ezîz Xemcivînxemcivin@hotmail.comhttp://www.pdk-xoybun.com |