Qelene min pir buha yeQelene min pir buha yeEz, gulek bi bêhn û bi rengîn im;Li ser min tim raperîn e. Herkes-î çav berdane min; Nizan in ez dergîstî me. Qelen ê min pir buha ye; Ne bi zêr û ne bi pera ye. Nayêm firotin, nayêm kirîn, Ez bûka gelê kurda yim. Dîrok a min, ji çar beþ a ye; Ýlm û cewher, di nav de ye. Sînga min, tevde xezîne ye, Tu çi bixwaz e, li ser heye. De bê aqilno qey hûn nizan in? Ev bû hezar û sed sale, tim raperîn û serhildan e,li ser can û cesedê min danîye. De qey hûn nizan in; Gelek qîz û xort ên hêja xwîna xwe li ser min rijandî ye! De qey hûn nizan in ez bûka gelê kurd a me! De qey hûn nizan in ez namûs û þeref a, hebûn a pakrewan im, de loy loy! Qelen ê min pir buha ye; Ne bi zêr û ne bi pera ye. Nayêm firotin, nayêm kirîn, Ez bûka gelê kurda yim. Bajarê Ezmir, 24. 08. 1996 Helbest û muzîk, Îsmet Dax ( Dað ) medicagyapim@hotmail.com Îsmet Dax ( Dað )medicagyapim@hotmail.comhttp://www.pdk-xoybun.com |