DIVÊ KîMYABARANDiNA HELEPCÊ NEY Ji BîRKiRiN : PDK-XOYBUN PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTAN-XOYBUN Ji alîyê rejima Baas ya kirêj, genî, gemar, xunmijê dihek û diqtator' de, cara yekemîn di sala 1987’ de ji adarê ha ta payîzê 100 gundên herêma behdînan û soran li xoþnewaatî û cefatî bi çekên kîmyevî hatibun bombekirin. Berî 15 salan di roja 16/3/1988’de heta roja 17, 18/3/1988’de rejima Baas koledarê xunmij û dîqtator, bi çekên kîmyevî bajêrê kurdistana baþur Helepce bi 100 bombe û roket kimyabaran kird. Di encama ev buyerê da; di demekî kurt de, li ser 5,000 kesen kurd, zarok, jin, kal, civan û pîrên li bajêrên Helepce hatin þehîdkirin. Û zêdetir 15,000 kesên Kurd jî tatibu birîndarkirin. Li bajêrên Helepce, milk, mal, zevî, bostan û baxên Kurda ji ber kîmyabaranê de têk çubun. Û pez dewarên Kurda telef buvun. Li bajêrê Helepce, Kuçik, pisik, ker, hesp û teyrên li ser daran ji ber kîmyabarane mirivun. Em PDK-Xoybun, her waha bang li tevaya Koma Milatan, li Yekîtîya Ewropay, li Amêrîqan û li devletên þîrîgên vî, li Organîzasyonên Parastina Mafên Mirovan ên netevî dikin. Hewceye dawî li devleten koledarên Kurdistanê bînin. Wan bi vî away mehkum bikin. Roj roja yekîtî ye, û roja rabunê ye. Yan Kurdistan yan neman ! Bijî Kurd û Kurdistan PDK-XOYBUN www.pdk-xoybun.com www.xoybun.com |