JIN HENE, JINKOK HENE JIN HENE, JINKOK HENE Cihan bûye zivistan Rê û biwar rawestan Berf û baran û bahoz Hawîr bûye terpetoz Çûk nikarin derkevin Teba nema dilivin Rê winda kir çîqê resh Di wê roja pir nexwesh Cihan li ber tarî bû Ew nizanî diçî kû Bi bez diçî, dil bi kul Per û terî hemî shil Ji ber serma Sibatê Xwe avête ber latê Pir tarîye, bû dereng Di shikeftek resh û teng Çîqê reshê pir bi rû Xwe avête hindirû Ket hêlîna kevokê Xwe berdaye ser çokê - Kevokê kir qire-qir Pepû, ji ku hatî vir ? - Ba, bahoz tên bi gij-gij Cihan tevde bûye mij Ez hatime mala te Xwe daye ber pala te Ej î wekî te teba Gerek bêjî: merheba Van çend rojan Sibate Tim namênim li ba te Ezê herim mala xwe Bighêm cem hevala xwe Lê kevokê bi xeyd go: Na heyra, na, de o, to ! Îshev raze, sibê zû Here bêka diçî kû ? Ez bi tenê jina bî Hêlîn tenge, nîne cî Nêr hemî dest dirêjin Xelkê siba çi bêjin ? Dost û mirov û neyar Wê bê: bûne dost û yar Ne wek hevin per û post Em nikarin bibin dost Lê çîq per gihandin per Hinek bala xwe da ser ; Bi evînî jêre got: Heta dil û ciger sot Ejî wek te xwedî per Zivistane, bê mefer Heçî mê ne, dilovan Ez li te bûme mêvan Ey kevoka cowan per ! Kî mêvana dikî der ? Bere bishkî bayê resh Belkî cihan bibî xwesh Navêm li cem te razim Xatir ji te dixwazim Ezê herim mala xwe Herim cem hevala xwe Cawa lashê wê germ bû Dilê wê pêre nerm bû Ezê bêjim guh bidê Mêvan mêvanê xwedê Lê berê xwe mede min Cawa hebî qelse jin Hinek dûrî min here Berê xwe jî bighere Oh, de çine evên nêr ? Li ser me xwe dikin shêr Heçî mêrin tolazin Li pey jinan dibazin Ev shikefta me wek dêr Ez paqijim weke zêr Gotin çend gotinên tewsh Bi herdiwan xwesh bû rewsh Çîqê reshê bê fedî Ji nû riya xwe tê dî Perên xwe berdane ser Wî kishandin çend keser Go: shêrînî, kevokî Xuyadikî zarokî Ev cihana pir mezin Ne serî û nejî bin Mishte ji evîn û jîn Hebûn çiye, bê evîn ? Jin çiye ko nebî mêr, Ko xerc ne bî çiye zêr ? Rewsha jînê mêr û jin Herdû hevdî dimijin Em ronîya vê jînê Sazin ji bo evînê Mêr û jin ko bighên hev Li dil ronî dibî shev Bihîstine Mem û Zîn Kîne Ferhad û Shêrîn ? Eger nasnakî evîn Xec û Siyamed bixwîn Ew qas li min mebe leç Bixwîne ka çilo Xec ? Dil ji kul û xeman misht Di evînê wê xwe kusht Ez Memê me û tu Zîn Ez Ferhad û tu Shêrîn Ez Siyamed tu jî Xec Çi jinbî û çi jî keç Ey kevoka per heshîn Heç î nêrin, Ciger-xwîn Mêr çiyakî pir paqij Lê jin li ser bûye mij Ez ne dînim, ne gêjim Bi kurmancî dibêjim : Sergo nadin ser bana Jin guh nadin mêvana, Ev pirtikên xwesh û nerm Ku nekshênin hilma germ Çi hêjaye jîna te Ko nekshênim bîna te Siba wê bibî bihar Teba dibin dîn û bar Serxwesh dibin ker û gur Bi zûr-zûr û bi zir-zir Bi wan xwesh bin dem û çax Hawîr dikin ox û ax Bi wan shêrîn dibî jîn Dilan dadigrî evîn Pey hev kevin jin û mêr Yan jî heçî mê û nêr Tilûr bikin qishte-qisht Lash ji evîn dibî misht Çiqas paqij bî wek zêr Mê nîne dil nedî nêr Gerek hebî hespê nêr Çavên te jê bibin têr Perên xwe têxin nav hev Çi bi roj û çi bi shev Ji hev bistênin germê Ji xwe bavêjîn shermê Xwe têxî ber dilê wî Birevênî kulê wî Bi we pir xwesh bibî jîn Tijî bibin ji evîn Ejî nêrim, tijî mê Serma me kusht bi germê Emê hevdî kedîkin Çêlîkên xwe xwedî kin Ew kevoka jinebî Zû fireh kir jêre cî Çeng û per lê shikestin Herdû bi hevre mestin Kete nav lingan terî Dibin çavan lê nêrî Pê xwesh bûye gelek jîn Dil dagirtî ji evîn Cihan pir pê bûye xwesh Xwe siparde çîqê resh Pishtî ko roj çû ava Ew bûne bûk û zava Derbas bûn ew demên sar Sibat çû û bû bihar Gul û kulîlk çûne der Cihan bûye kesk û zer Her kes rû gesh bi jînê Dilbijokên evînê Teba hawîr digerin Tilûr bilind difirin Candar hemî bi shadî Divên gerdanazadî Çîq û kevok bûne cot Wek destûra xwedê got Geh bi roj û geh bi shev Dane hevdî lêv û dev Ji nishka ve dîn rokê Qolinc hatin kevokê Hêkên wê ku bûne hesht Ji nû li ser wa rûnisht Bi ser wan de bû pisîk Heta ko bûne shêlîk Lê dî ko reshin wek çîq Ji nû kire shîqe-shîq Kire gazi go: hewar ! Firi jor u hate xwar Kire qir u shiqe-shiq Xwe avête riwê çiq Çîq serê jêre danî Kevok dîsa çu banî Dîsa bi hêrz hate xwar Reben, ji ber qare-qar Çend êrîsh anîne ser Li wê navê xwesh bu sher Çîq jêre go: diya min, Çiye kêmasîya min ? Go: ev çiqê resh u pis Te wêran kir li min lîs Ez paqij bûm weke zêr Te ji banî anim jêr Min nav nanibûn ser xwe De wer rêkê jê derxe Ezê çi bêjim xelkê ? Wê nebêjin: te ji kê Wergirtine ev çêlîk Ne pîroz bî ew kêlik, Ko, tu hatî mala min Xwe avête tala min Bi vi serê tey mezin Ez jitere nabim jin Çîqê qurpiz go: tifî Bê li bextê jina bî Ma kes karî li dinê, Bi zor bazdî ser jinê ? Bi te ez bûbûm shekir Îro dibêjî: siktir ! - Ez kevokim per sipî Keç bim yan jî jinebî Ez paqij bûm weke zêr Ez neghame kesê nêr Ji bazî re nego: fîq Çawa bibim jina çîq ? Bixwe ket û kir hewar Çêlîk tev avêtin xwar Ji nû rabûn hêrzên çîq Bi ser de kir shîqe-shîq Êrîsh birê bi nikil Lê pir kirin xem û kul Bi xeyd ji kevokê re got: Te hinavê mi tev sot Ey kevoka jinebî ! Tilûr çi resh, çi sipî Hemî j i yek bavî ne Meger bej û avî ne Sipî û resh û belek Di jînê de hemî yek Shasha mela û keshe Yek sipîye, yek reshe Lê herdû jî olperest Xwedî destûr, xwedî rist Mî ya sipî, mî ya qer Weha renge ga û ker ... Sheb sipî ye, reshe misk Berf sipî ye reshin bisk Roj sipî ye reshe shev Resh û sipî weke hev Rengê teba hezarin Bê pîvan û jimarin Kesk û sipî, sor û zer Li jor dibin qozeqer Em tev ji vê axê ne Xwej min çêtir mebên e Kevokê go: çîqê resh Pir çilekî wek kelesh Resh û sipî ne wek hev Kengî roj dibî wek shev ? Reshik tev bê ewle ne Li ber destan kole ne Tên kirîn û firotin Weke êzing û rotin Çîq go: na, na, tu shashî Di vir de pir li pashî ; Reshin hene serbestin Sipî gelek bindestin Lê tev karker û cotar Dibin kolê koledar Mirov hemî weke hev Tevlî candar dibin tev Candar hemî xwarinxwer Hinek hene bîrewer Mirov xwedî zimanin Ji me çêtir dizanin Pêsh ve diçin dem bi dem Li pash mane tenê em Kevokê go: bese, bes ! Shikeft li min bû qefes Dev ji felsefê berde Te naxwaz im mi berde Çîq go: kevoka sipî Evin weynê jinên bî Resh paxerin, sipî, zêr Niha bûne jin û mêr Eger qanûnek hebê; Divê tu pey min de bê Jin tim darê shikestî Jêre nîne serbestî Go: bi serê tey mezin Ez ji te re nabim jin Jehrê têxim vî dilî Ezê li te kim gilî Herdû firîn çûn ezman Çun dîwana Suleyman Çîrok li civatê got Dilê tevan kir bizot Lê wezîrê wî yê kurd Go: ey shah û Yezdîgurd ! Bere herdû bifirin Emê li wan binerin Ka raste herdû wek hev Raste ro jî weke shev Herdû rabûn xwesh firîn Li ezmana xwesh gerîn Çîqresh dema hate xwar Xwe avête ber dîwar Lê kevok hat ji ezman Çû ser destê Suleyman Wezîr gotê: ezbenî, Ezê bêjim, ne kenî : Herdû ne babetên hev Ro jî nabî wekî shev Çîqê reshê kesnedî Ne wek kevoka kedî Ev kevoka dilovan Tê ser destê Suleyman Nej bo resh û sipîtî Ji bo hovî, kedîtî Jêre navê xeberdan Kevok jê hate berdan Çîq gote mîrê cina Guh mede weynê jina . Li nik çîqê teyê resh Çîrokek heye pir xwesh; Ferman bike bibêjim, Da zanibî ne gêjim Ne kin û ne dirêje Suleyman go: de bêje Go: xortekî ser bilind Keçek anî wî ji gund Ro çû ava, bûye shev Bûk û zava gihan hev Berî herdû bibin cot Wan ev ji hevdî re got : Jêre da sozek mezin Ez dest nadim jinek din Xwedê çêkir jinik mir Gorna wê li pala gir Mêrik li ser wê girî Lê wê çi bêjin mirî ? Eger salek, eger do ; Xwedê ji Cibrîl re go: Rabe here vê shevê Biner ji min çi divê ! Cibrîl sivik hate bal Te çi divê ey heval ! Ger te divê zîna xwe Bidê nîvê jîna xwe Ezê ji bo te rakim Dilê te û wê shakim Mêrik pêre çû rayê Nîvê jîna xwe dayê Deng bat ji gornistana Cibrîl rabû ezmana Mêrik dicî de bû kal Jinik rabû wek xezal Kalê reben berde çû Lê ew dûrî wî dibû - Pitê, ez mêrê te me Li ser wê soza xwe me Bû tiq-tiqa wê, kenî Go: bes kalê dev genî Ez a gewra çav xezal Çawa bikim evê kal ! ? Kalê reben, bê mefer Wî êrîshek bire ser Li wê navê bû hewar Ji wêde bat yek siwar Lê xortekî gelek rind Bejn û bala wî bilind Dest avête destê wê Avêt ser pishta hespê Siwar jinik bir û çû Kalê, tifek daye rû Cibrîl hate serê gir Weke berê dey lê kir Ha, ka jina te ya bash Xwedê shashe, yan tu shash Go: ez kolakî ser resh Xwedê çibkî ewa xwesh? Cibrîl gotê: kalê dîn Jîna xwe jê tu bistîn Mêrik dîsa wilo got Dî ko dîsa bûye xort : Ey padîshahê ser text Li cem jina nîne bext Dil bi kul û bi derdim Çawa jina xwe berdim ? Bersiv dayê zû kevok Hin jin hene, hin jinkok Destûr bide kevokê Ejî bêjim çîrokê : Hebû keçek gewr û rind Bûbû çîrok li nav gund Xortek rabû dest bi dest Qelen da û keçik xwest Pishtî ko roj çû ava Gihanhev bûk û zava Herdiwa sûnda mezin xwar Ji kesî re nabin yar Li wan demên pir dirêj Derbas bûne bê sergêj Mêrik rojekê bi lez Berê xwe da nava rez Tiving li ser milê wî Tishtek kete dilê wî Ka ez wê bixapênim Da rastiyê bibênim Tebak li wê çolê kusht Derpê di xwînê de hisht Nava lingan kire xwîn Hate malê dil bi shîn Çawa jina wî ew dî Kire qêrîn, da girî Mêrik kete nav ciya Jinik rûnisht ber piya Go: ka bêje çi bûye, Birîn çiye, li kûye ? Go: min yeke neçê kir Min tebakê xwe jêkir Jina wî ya pir ciwan Jêre wê got: dilovan , Li ser soza xwe me ez Tu kes naçî li nav rez Jinik kete qomana Weke tavên barana Sed dihat û sed diçûn Çawa çêkim ewlebûn ? Ewlebûnê ku çêkim Divê pozê xwe jêkim Rabû çû odake dî Wê gûzanek li wir dî Pozê xwe wê zû birî Zor da hewar û girî Mêrik sivik rabû, çû Li ser qadê dî kepû - Pitê, min derew dikir Go: te ya xwe bi mi kir Wî pozekî sade zêr Çêkir mane jin û mêr Guh mede vî çîqêresh Çîroka mij te ra xwesh Ji civatê re go: mîr, Ev wezîrê mi pir jîr Go: bi serê bavê min Hew tu jêre dibî jin Cegerxwîn Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |