Mîr Celadet Bedirxan (1893 - 1951), jiyan û ramanên wî Mîr Celadet Bedirxan (1893 - 1951), jiyan û ramanên wî Mîr Celadet kurê Mîr Emîn Alî Bedirxan e û neviyê mîrê paþî yê Botan, Mîr Bedirxan e. Herdû jinên bavê wî, ya pêþî û ya paþî çerkesî bûn. Celadet kurê jina didiwan bû. Navê diya wî, "Senîhe" bû. Piþtî birayê xwe yî mezin Hikmet Celadet li Stembolê di roja 26.04.1894an de çêbû. Wî li Stembolê salên xwe yî pêþî jî derbas kirin. Ew di maleke dewlemend, mezin û xwedî nav de mezin dibû. Wê demê bavê wî Mîr Emîn Alî Bedirxan mirovekî dewlemend bû. Ji derveyî wê ew mirovekî gelekî welatperwer û rewþenbîr bû. Ji ber hikûmeta Osmaniyan dest li ser wan danî bû û wan nikarî bû vegerin Kurdistanê, bavê wî deriyên xwe ji dengbêj, çîrokbêj û helbestvanên kurd re vekiri bû û ew ji Kurdistanê dikiþandine ba xwe, da zaroyên wî hînî ziman, tor û rabûn û rûniþtina kurmancî bibin. Ji derveyî wan wî mamosteyên zimanên din jî ji zarokên xwe re digirtin, weke mînak ji zimanê yûnanî, frensizî, inglîzî û rûsî re, da ji bona zaroyên wî van zimanên cihanê yî giring zani bin. Ji ber xebata bê westan, ya ku Mîr Emîn Alî Bedirxan di ber rizgarkirina Kurdistanê de dikir, her wekî ku min li pêþ jî got, hikûmeta Osmaniyan ew sergom dikir. Mîr Celadet jî bi bavê xwe re geh li Stembolê, geh li Edirna, geh li Qonya, geh Enqera, geh li Filistînê li Ek-ka û Nablus û geh li Salonîkî li Yûnanistanê bû. Wî di xwendegehên van bajaran de xwendina xwe ye sereta û ya amadeyî, ango lîsa bire serî. Belê ew li dûriyê li kû ba, dilê wî bi welatê wî ve girêdayî dima. Ev rih û dilevîniya welêt malbata wî hê ji zarokiya wî ve di dilê wî de çandi bû. Rast e, ew li sergomiyê dijîn, belê dildariya welêt ew kêlikekê ne diberdan. Gava Mîr dibe 18 salî, dikeve fakulteya cengdariyê, dixwêne û weke zabit jê derdikeve. Piþtre di cenga cihanî ya 1ê de beþdar dibe. Wî di rojnameya xwe "Ronahî" de, hijmar 25, sala 1944, nivîsiye, ku di sala 1917an de di yekîtiyeke leþkerên Osmaniyan de nêzîkî gola Urmiya zabit bû. Herwekî ku li banî jî hate gotin, piþtî ku kemalistan di sala 1922an de Stembol xiste destê xwe, wan fermana kuþtina welatperwerên Kurdan û di nav wan de jî navê Mîr Celadet Bedirxan derxist. Wê demê Celadet û birayên xwe revîne Elmanyayê. Li Elmanyayê jî dilê wî ji tiþtekî tenê re lê dixist, ew jî rizgarkirina Kurdistanê bû. Ji ber vê yekê wî di rex xwendina xwe re, xwe tev tevgera pêþmergeyên (Partizanên) Elmanan dikir, da tev wan hînî þerê pêþmergayetiyê bibe. Gava serhildana Þêx Seîdê Pîran di sala 1925an de dest pêkir, wî yekser dev ji hertiþtî berda û çû xwe tev serhildanê kir. Piþtî þikestina serhildana Þêx Seîd ew careke dî vegeriya Elmanyayê û xwendina xwe di beþê mafwariyê de, ango di hiqûqê de bire serî. Wî dixwest hê li Elmanyayê bimêne û nameya doktora binivîse, belê bavê wî Mîr Emîn Alî Bedirxan li Misrê nexweþ keti bû û ew ji ber vê yekê bi bavê xwe ve çû. Piþtî ku bavê wî Mîr Emîn Alî Bedirxan li Misrê sala 1926an çû dilovaniya Xwedê, ew li Misrê ne ma û wî berê xwe da Bêrûtê, mala mamê xwe Xelîl Ramî Bedirxan. Belê li wir jî hedan pê ne diket, nemaze piþtî ku serhildana Þêx Seîd têkçû bû, ji ber vê yekê ew hat û xwe gihande welêt û têkilî bi serek û girgirekên Kurdan re kirin. Wî xwest careke din Kurdan li hev bicivîne û rêxistineke nû ava bike, ya ku hemû Kurd xwe tê de bibînin û bi hev re bi þoreþeke mezin ji bo rizgarkirina Kurdistanê rabin. Piþtî xebateke bê westan wî karî bû di roja 05.02.1927-an de li bajarê Bihemdûn, li Libnanê civînekê ji serek û girgirekên welatperwerên Kurdistanê re li dar bixe. Di wê civînê de dev ji hemû komelên berê berdan û komeleyeke nû bi navê "Xoybûn" ava kirin. Di wê demê de dilvîn hebû li Çiyayê Agrî dest bi serhildanê were kirin. Ji ber vê yekê wan Cineral Îhsan Nûrî Paþa rêberê giþtî yê vê serhildanê danî. Konê Reþ, birêz Selman Osman, yê ku min piraniya agadariyên vê mijarê ji wî girtine, di pirtûka (1) xwe de dibêje: "Ka em navê hinekan ji wan ên ku komela Xoybûn ava kirine bi nav bikin, bê çawa rehmetiyê Cemîlê Haco roja 24.01.1990î li bajarê Tirbesipiyê ji min re gotiye: "Mîr Celadet Bedirxan, Haco Axa û kurê wî yî mezin Hesen, Hemze Beg Meksî, Zaroyên Bozan ji kehniya Ereban û gelek axa û girgirekên Kurdan î din, nemaze ew ên ku wê gavê ji Tirkiyayê revî bûn." Konê reþ di pirtûka xwe de berdewam dike û dibêje: "Li bajarê tirbesipiyê Mîr Celadet xebat di nav welatperwerên kurd de dikir û bi taybetî bi Haco axa û zaroyên wî re ... bi vî awayî Mîr di nav mala Haco de nêzîkî sînor dijî û gelek roj li gundên wan derbas kirin, weke li gundê Mizgeftê, gava mihvanê Çeçanê Haco bû." Konê Reþ dinivîse: "Li wî gundî latek hebû, Mîr diçû û li bin siha wê dirûniþt. Ji ber wê yekê ew lat heya roja îro bi navê 'Lata Mîr' tê binav kirin. Car bi car ew ji gund diçû bajarê Hisiçe û li wir wî bingihê rêzimana Kurmancî danî. Hikûmeta Fransa hingî Haco axa dûrî hidûd kiri bû û li Hisiçe dest li ser wî danî bû. Gava Mîr dihate Hisiçe, ew dihate ba Haco axa." Ji Sûriyayê Mîr piþtî vê çû û xwe gihande þoreþa Agrî, da ji bona li teniþta Cineral Îhsan Nûrî Paþa û Îbrahîm Paþa Têlî li dijî leþkerên Tirko bikeve þer. Gava Þoreþa Agrî di sala 1930î de þikest, serdarên þoreþê hew dikarîn li bakurê Kurdistanê bimênin. Ew revîn û çûne Îranê. Wê demê Mîr Celadet jî çû Îranê. Li Îranê ew çû û bi darî þahê Îranê, Þah Pehlewî ket û xwestina arîkariya Kurdan jê kir. Belê Þah ber bi daxwaziya wî ve ne hat û ji wî re got, ku ew dixwaze ji dêla wê ve wî bike qunsulekî Îranê li welatekî Ewropî, belê Mîr ev yek ne kir. Gava Þahê Îranê dît, ku Mîr li Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe digere, wî ew destqeydkirî ji Îranê da derxistin û þiyande Îraqê. Îngilîzan, yên ku hingî dijminatiya Kurdan dikir, serdariya Îraqê dikir. Gava Mîr Celadet giha Îraqê wan ew yekser xiste bin çavan, ji ber wan dizanî ew kî ye û tirsa wan jê hebû. Heya Kurdên Îraqê bi xwe jî ji tirsa Îngilîzan ne diwêrîn nêzîkî wî bibin. Ji ber vê yekê Mîr careke din vegeriya Sûriyayê. Di 25.08.1930 de hikûmeta Fransayê hemû endamên komeleya Xoybûnê ji ser sînor rakirin û ew sergomî Þamê kirin, di nav wan de Mîr Celadet Bedirxan, Haco axa û zaroyên wî, Dr. Ehmed Nafiz û birayê wî Nûreddîn Zaza, Qedrî Can, Ekrem Paþa, Mihemed Cemîl Paþa û Hemzayê Meksî ... Li Þamê Mîr Celadet giha wê yekê, ku Kurd bi rengekî giþtî ji rexê xwendinê û zanînê ve gelekî bi paþ ve mane. Wî êdî çara rizgarkirina Kurdistanê di hiþyarkirina giþtî ya gelê Kurd de didît. Wî digot, ku gelê Kurd hînî xwendin û nivîsandinê bibe, wê rewþa tehl e, ku ew tê de dijî nas bike û rabe çareyeke giþtî jê re deyne. Mîr dizanî, ku heya gel bigihe vê hiþyariya ha, xebateke dirêj û dijwar divê. Wî dizanî, ku ev hiþyarkirin jî tenê di riya zimanê gelê kurd re kare were kirin. Tenê di riya hînbûna nivîsandin û xwendina zimanekî kurdî netewî yekgirtî re gelê kurd wê kari be bi hebûna xwe weke neteweke serbixwe bihise. Û ji bona lêkirina avayiya yekkirina zimanê kurmancî divê alfabêt weke kevirê pêþî ji vê avayiyê re were danîn. Ji ber vê yekê wî êdî xwe da çêkirina alfabêteke kurdî, ya ku wî bingihê wê hê di sala 1919an de danî bû û xwest rojnameyekê bi wê alfabêtê ji Kurmancan re derxe. Mîr Celadet di rojnameya xwe "Hawar" de, ya ku wî piþtre derxist li ser danîna alfabêtê dinvîse, ku di sala 1930î de, ji ber ku hikûmeta Sûriyayê li Þamê dest li ser wan danî bû, wî xwe þev û roj daye rêzimana alfabêta kurmancî. Mîr Celadet dixwest, ku Kurd kul û derdên xwe, çîrok û helbestên xwe û wêjeya netewa xwe êdî bi zimanê xwe binivîsin û ne bi zimanê derveyî weke erebî, farisî û tirkî. Di roja 26.10.1931ê de wî destûr ji hikûmeta Sûriyayê stand, da rojnameya xwe "Hawar" derxe. Di 15.05.1932an de wî hijmara pêþî ji Hawarê da çap kirin û wî heya bi roja 15.08.1943an 57 hijmar jê dane derxistin. Ji derveyî HAWARê, Mîr kovareke din bi navê "Ronahî" da çapê. Ronahî roja 01.04.1942an derket û heya bi sala 1945an 28 hijmar jê derketin. Ev Wêne ji Pirtûka F.Cewerî a bi navê Li Mala Mîr. C. A. Bedir-Xan bi destûra wî di vê malperê de hatiye bicihkirin.Bêyî destûra F. Cewerî divê ev wêne di tû deran de neyê weþandin. Mîr di hijmara 20an de sala 1933an li ser roja bibîranîna salekê ji derketina HAWARê bi vê maneyî dinivîse: "Govara HAWAR bingihê zimanê me daniye. Divê em zanibin ku ziman hîmek ji hîmên hebûna me ye. Bê ziman em nikarin bi gelên din re weke gelekî azad, yê ku bi serbilindayiyê hatiye nas kirin, bijîn. Ji ber hemû gelê dinyayê jî li ser zimanê xwe wisa difikire. Ew gelê bindest, yê ku zimanê xwe ji bîr ne kiriye, weke yekî ku di girtîgehê de girtî be, lê mifta deriyê girtîgehê di destê wî de be, roja ew bixwaze, kare derkeve. Belê ew gelê ku zimanê xwe ji bîr bike, weke yekî ku di girtîgehê de girtî be, lê mifta hebsa wî di destê dijminê wî de be, dijmin deriyê girtîgehê lê naveke. Vêca heçî em Kurd in, hê mifta me di dest me de ye." Bi 3 mehan berî ku Mîr Celadet govara xwe HAWAR derxe, wî li bajarê Hisiçe komeleyek ava kir, ji bona ku ew li wan Kurdên ku ji bakur di serhildanên kurdî de revî bûn û hati bûn xwarê, xwedî derkeve. Berpirsiyarên vê komelê li Hisiçe Hesenê Haco û li Þamê Dr. Ahmed Nafiz Beg bûn. Ji roja pêþî ve, gava ku Mîr Celadet giha bajarê Þamê tiþtekî wî ne bû. Rewþa wî ya diravî û armancên ku ew ji bo wan dixebitî gelekî ne li gorî hev bûn. Hemû milk û mewdanê wan î, ku hebû di sergombûnên wan de tert û bela bû bû. Bi taybetî piþtî ku kemalîstan sala 1924an dest li ser hemû hebûna wan danî. Her tiþtê ku hikûmeta Fransayê dixwest bidiyê, wî ne digirt, da ji bo ew nikari bin wî bi xwe ve girêbidin. Di wê demê de Melik/Padîþah Abdullahê Haþimî ew xweste ba xwe û xwest cihekî bilind di dewletê de bidiyê, belê mîr ew jî ne girt, ji ber wî dixwest di bîr û baweriyên xwe de serbixwe û negirêdayî bimêne. Kula wî ye pêþî û paþî Kurd û Kurdistan bû. Li vir tê xuyakirin, ku Mîr Celadet odeyeke biçûk, hîn û nizim li Þamê çêtir didît, ji girêdaneke li ser hisabê armanc û baweriyên xwe. Sala 1935 Mîr Celadet keçmama xwe Rewþen Bedirxan, ya ku li Þamê mamoste bû, anî. Piþtî hevanîna wan, wan mala xwe li Þamê guheste taxa Salihiyê û rewþa wan hinekî bi perên mamostayetiya pîreka wî Rewþen Bedirxan baþtir bû. Di 21.03.1938-an de keçek ji wan re çêbû û wan navê Sînem Xanim lê kir. Di roja 09.11.1939an de kurek ji wan re çêbû û wan navê wî kire Cimþîd. Di vê dema paþî de êdî pîreka wî û kurê wî Cimþîd arîkariya wî di derxistina govara HAWARê de dikirin, ango tîp li hev siwar dikirin û dibirin çapxanê. Sala 1939an Mîr bû midurê þirketa Fransî ya Cigaran "Rêcî". Sala 1947an hikûmeta Sûriyayê rê li ber vekir, ku di hilbjartinan de beþdar bibe û bikeve parlementoya Sûriyayê. Belê gava wan dît, ku ewê li navçêyên Kurdistanê zor dengan bistêne, wan ew girt û careke din vegerandine Þamê. Di 15.07.1951ê, seet 9ê sibehê Mîr Celadet Bedirxan li gundê Hêcanê, li nêzîkî Þamê çû dilovaniya Xwedê. Heya roja îro çîroka mirina wî wisa tê gotin, ku ew li ser devê bîrê rawesta bû û bi qedera Xwedê jiyana xwe ji dest da. Belê ez dixwazim îro bixime bîra rewþenbîr û lêkolînerên Kurdan, ku gelek goman û þika min li ser vê çîrokê heye. Gava mirov xwe bi jiyana Mîr Celadet Bedirxan û malbata wî ve mijûl dike, mirov welatperwerine kurd dibîne, ku xweþiya gelê xwe û rizgarkirina Kurd û Kurdistanê di ser her tiþtî re digirtin. Dijminê Kurdan jî ev yeka han baþ dizanîn û di Mîr Celadet û malbata wî de dijminên xwe yî herî mezin didîtin. Ji ber vê yekê ez di wê bîr û baweriyê de me, ku mirina Mîr Celadet ne mirin bû, belê ew kuþtin bû. Ku mirov fermana kuþtinê, ya ku kemalîstan sala 1922an li dijî Mîr Celadet û malbata wî û nameya Mîr Celadet ji Kemal Atatürk re dixwêne, gava mirov derxistina wî destqeydkirî ji Îranê û tirsa Ingilîzan jê li Îraqê û tirsa Fransiziyan û Ereban li Sûriyayê dibîne û mirov Mîr Celadet û hiþyarbûn û hiþê wî yî tûj têne bîra xwe, mirov tucaran nikare bawer bike, ku Mîr bi wê hesaniyê, li ser devê bîrê rawestiya bû, bîr ji bin ve xuriha bû û deng ji xizana avê hat û avê Mîr bi xwe re avête binê bîrê. Divê lêkolînerên Kurdan bixine bar ji xwe re û li sedemên rastî, yên ku hiþtin Mîr ji nav gelê xwe winda bibe, li arþîf û belgeyên daîreyên nûçegirt, ango istixbaratên dijminan bigerin. Mîr Celadet Bedirxan îro jî sax e, ew di nav me de ye û ewê di dilê gelê Kurdistanê de ronahiyeke herheyî be. |