PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



C e l a d e t B e d i r x a n


C e l a d e t B e d i r x a n

Nifþa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20an de bi Celadet, Kamûran û Rewþen Bedirxan ve destpêdike û xeleka vê malbatê serhilder bi van navan bidawî dibe.

Bêguman di xeleka dawin a Bedirxaniyan de Celadet Bedirxan cîhê heri giring digre.

Celadet Elî Bedirxan an jî bi naveki din Mîr Celadet di 26ê Nîsana sala 1893an de li Istenbolê hatiyê jinê. Bavê wî siyasetmedar û rewþenbîrê navdar Emîn Elî Bedirxan e. Ew kurê Mîr Bedirxan e.
Diya wî Senîha Xanim Çerkez e.




Meziyet, Celadet, Kamuran û dayka wa Senîha


Dema Celadet ji dayik bû malbata wî sirgûnê Istenbolê bû.

Bavê wî Emîn Elî Mufetiþê Dadgeha Istenbolê bû. Herwiha wî di heman salan de di nav tevgera Kurd de jî cihekî giring digirt.

Ji ber ku çûyina malbata Bedirxan a Kurdistanê ji alî Osmaniyan ve hatibû qedexekirin, Emîn Elî ji bo gihandina zarokên xwe bi çand û zimanê Kurdî ji Kurdistanê çîrokbêj dengbêj û mamostayên ziman û qerwasan dianî.

Celadet tevî xuþk û brayên xwe yên din li ber destê wan mezin bû. Her wiha Bedirxanî ji Istenbolê bi malbatên li sirgûnê ê wek Semzinî, Babanî û Cemilpaþayan re jî hevalbendî dikirin.

Osmaniyan ji malbata Bedirxan gumanan dikirin. Lewma karê fermî didan ber wan û her tim cihê wan dugehurandin. Celadet ji zarokatiya xwe di van sirgûnan de tevi bavê xwe derbas kir û li bajarên wek Istenbol, Isparta, Edirne, Konyai Aqqa, Nahlûs û Selanikê geriya.

Di 18 saliya xwe de Celadet li Istenbolê dest bi dibistana Harbiyê dike.

Di salên þerê cihanê ê yekem de ew wek mamosteyê gihanidina zahitan dixebite û di ser de li eniya Qafkasan li dijî Rûsan cîh digre.

Piþtî ku di encama þer de Dewleta Osmani têkdiçe û di nav welatparêzên Kurd de pêvajoya rêxistinbûnê destpêdike Celadet li Istenbolê dikeve nav karên siyasî û dibê yek ji hîmdarên 'Komala Vêkxistina Civaka Kurd.' Ew li pey firsenda damezirandina dewletekî Kurdin.

Piþtî ser dewletên serkeftî ê wek Brîtanya li Kurdistanê ketin hin hewldanan,
Celadet di sala 1919an de tevî brayê xwe Kamûran û Ekrem Cemîl Pasa û Faîq Tewfîk diçe Kurdistanê.
Li cem wan Zabitê Siyasî ê Brîtanî Major Noel jî heye.

Armanca wan amadekariyên peymana Sewrê ye.
Kemalîstan ku ji gera Celadet û hevalê wî haydar bûn suwariyan þandin ser wan û ew mecbûr man bizîvirin.

Celadet di vê gera xwe de heta Meletî li Kurdistanê digere û li ser rewþa welat serwext dibe.
Di encam de li Sewrê di bin çavdêriya berdevkên Kurdan Þerîf Paþa, hin mafên netewî hatin nîþankirin.
Celadet di vê gera xwe ya Kurdistanê de di nav eþîran de gelek metelok, peyv û çîrokan jî berhevdike..

Di sala l922an de ku Kemalîst hatin ser hukum û Istenbolê bidestxistin, ji bo serekên kurdan ku di nav wan de Bedirxanî jî hebûn fermana mirinê derxistin.

Li ser vê yekê Celadet tevî brayên xwe Kamûran, Safder Tewfîk û braziyê xwe Heqî ve di sala 1923an de berê xwe da Almanya û li wir dest bi xwendina zaningehê dike.

Bavê wî Emîn Elî tevi endamên din yê malbata xwe jî berê xwe da Misirê.

Di jiyana Almanya de Celadet bi kesên wek Adolf Hitler re jî hevaltî kir. Hîtler wê demê bi ramanên xwe yên nîjadperest nedihat naskirin.

Di sala 1925an de ku li bakûrê Kurdistanê serildana Þêx Saîd destpêkir Celadet ji bo tevlî serhildanê bibe bi dizî hat Kurdistanê.

Lê heta ku ew giha welat serhildan hatibû þikestin. Ew carek din bi alîkariya eþîrên koçer ki Kurdistane derket û zivirî Almanya.

Di vê navberê de brayê wî yê biçûk Safder li Almanya ji ber nexweþiyê jiyana xwe wendakiribû.

Brayê wî yê din Tewfik jî zivirîbû Tirkiyê û li wir bi zora Kemalistan paþnava wî wek Çinar hatibû guhertin û ew ketibû xizmeta wan. Vasif Çinarê braziyê Mîr Bedirxane jî di vê demê de ji alî Mustafa Kemal ve wek wezirê perwerdê hatibû wezîfedar kirin.

Wasif Çinar ji malbata Bedirxan hatiye derxistin.

Kamûran piþtî hatina Celadet li Almanya ma û doktora xwe ya hiqûqê tewam kir.

Mîr Celadet piþtî kutakirina fakulteya huqûkê bê ku doktora xwe temam bike hat Qahire ya Misrê.

Bavê wî Emin Elî li ser doþega mirinê bû. Piþtî mirina bavê xwe çû Beyrûdê û li wir bicîh bû.

Di van rojan de li Sûrî û Beyrûdê gelek rewþenbîrên Kurd civiyabûn. Kemalîstan pistî serildana Þêx Saîd carek din berê xwe dabûn rewsenbîrên Kurdan. Yên ku ji ber kêra wan filitîbûn, berê xwe dabûn binxetê.

Celadet piþtî ku hat Beyrûdê ket nav tevgera welatparêzên Kurd. Di vê navberê de hewldanên damezirandina rêxistineke netewî jî destpêkiribû.

Piþtî tevlîbûna Celadet di 5ê Ilona sala 1927an de li Lubnanê li bajarê Bêhemdûnê kongra damezrandina Xoybûnê lidarxistin. Di nav damezrênerên Xoybûnê de ji bilî Celadet rewþenbîren wek Memdûh Selîm, Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paþa û se rekên heremî ê wek Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mistefa Þahin Begê Berazi, Bedredinê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn.

Yek ji biryarên Xoybûnê ew bû ku ewê ji bo piþtgiriya serhildana Araradê li herema sinorê binxetê têkevin nav hewldanên leþkerî.

Bi vê armancê Celadet tevî Haco Axa ü Resûl Axê Miheme li herema Torê tevî suwarên Kurd êriþan birin ser qerekolên Tirkan.

Lê ji ber ku ew negiþtîn armancên xwe Celadet berê xwe da Çiyayê Araradê û tevî serhilderên Serhedê bû.

Di encam de ev serhildan jî têk çû û wî tevî Ihsan Nurî Paþa xwe avêt Iranê.

Li Taranê Þahê Iranê Mihemed Pehlewî xwest wî bi hin bertîlan ji tevgera Kurd dûr bixe û li deverekî cîhanê jê re qonsolosiya Iranê pêþniyaz kir. Ji ber ku Celadet ev daxwaza Þah qebûl nekir wî di heman katî de ji Iranê derxistin.

Piþtî Iranê Celadet demek li Baþûrê Kurdistanê û li Bexdayê ma. Lê Ingîlîzan nexwestin ew li Iraqê bimîme û lê rê tengkirin. Ew carek din ji neçarî zivirî Sûrî. Û li Kurdistana rojava xebatên xwe meþand.

Li vir tevî endamên malbata Cemilþasayan, Hemzeyê Miksî û Haco Axa bi navê Civata Alikariya Kurdên Belengaz komelekî damezirand. Armanca wan ew bû ku ew alikariya Kurdên ku ji Bakûr revîbûn bikin.

Sûrî wê demê di bin dagira Fransa de bû. Û têkiliyên Fransî û Kemalîstan baþ bû. Ji ber zixtên Tirkan, Fransiyan jî neduxwest ew li Kurdistanê bimîne. Di meha heþtan a sala 1930an de tevî rewþenbîr û serhêlderên Kurd ê din li Þamê bi zorê hat bicîhkirin.

Xebatên siyasî ê bêencam û dorpêçana dewletên serdest berê Celadet Bedirxan dabû rêyekî din.

Rewþa heremê jî êdî destnedida ku Kurd ji bo hevkariyê dewleteke alîgir bibînin an jî serhildanekî netewî birêbixin.

Hin sedemên din jî ku Celadet her bi rewþeke nûh ve tandabû rewþa navxweyî a Kurdan bû. Di nav de xwendin û nivisandin û karê rewþenbirî gelek kêm bû. Di encam de gihîþt bû ew qeneetê ku ji bo þiyarkirina Kurdan dive karê rewþenbîrî bikin û biryar da.

Li rojên sirgûniya Þamê Celadet dest bi karê zimanzanî û afirandina alfabeyeke Kurdî dike. Celadet ji bilî Kurdî bi zimanên Tirki, Erebî, Farsî, Frensî, Rûsî, Yûnanî, Almanî û Ingîlîzî dizanîbû. Li gor fikra Celadet ew di encama muqayesa gelek ziman û elfebeyan de gihiþtiye wê encamê ku alfeba Latinî dikarîbû ber li nivisandina Kurdî veke. Jixwe ew ji sala 1919an ve xwedî vê baweriyê bû û li Almanya li ser etîmolojiyê jî xebitibû.

Helbet ji bo raman û îdealên xwe pêk bîne kovarekî jî lazim bû. Di sala 1931an de ji dewleta Fransî destûr girt ku li Sûri kovarekî derxe.

Piþtî amadekariyan di 15ê Gulana 1932an de hijmara yekem a Hawarê gihand xwendevanan.
Di heman salê de pirtûka xwe ya gramerê a bi navê Rêzimana Elfebe ya Kurdi jî çap kir.

Hawar mehê dû caran derdiket. Li gel Kurdî di her hijmarekî de 3-4 rüpelên Frensî jî hebûn. Heta hijmara 23an nivîsên Kurdî ê kovarê bi alfabeyên Latinî û Erebî derdiket. Piþtî vê hijmarê ew temamî êdî bi Latîni dihat weþandin.

Di hijmarên pêþîn de zêdetir nivisên Celadet û brayên wî Kamûran derdiketin ku Kamûran jî wê çaxê êdî hatibû Lubnanê.

Piþtî hijmara çaran jî êdi gelek navên din tevlî wan bûn ku gelek ji wan di demên dawîn de di wêjeya Kurdî de bûn kesên navdar.

Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara ziman de bûbû ekolek û heta sala l943an jiyabû.

Celadet di hijmara pêþîn û di rêzên pêþîn de wiha digot:

"Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasin ji me re rêya felat û xweþiyê ye.''
Celadet Bedirxan li Þamê di rewþeke nebaþ de dijiya. Kemalistan li Tirkiyê dest dabûn ser hemû warîdata malbata wan. Celadet ji ber sedemên aborî mecbûr ma ku mamostayiya zimanê Frensî an jî parêzerî bike.

Ew li kolana Salihiye di odeyeki de dima. Ev ode hem navenda Hawarê hem mêvanxane ü hem jî cihê razanê bû. Çavên wî li bendê bû ku ew careke din firsendeke bibîne ku karibe here Kurdistanê.

Lê piþtî ku serhildana Malbata Eliyê Yunis jî hat tefandin wî famkiribû ku di pêþeroja nêz de wê firsendeke çênebe ku karibe here Kurdistanê.

Ji bo vê yekê wî biryara zewacê girt û bi dotmama xwe Rewþen Xanim re di sala 1935an de li Þamê zewicî. Rewþenxan wê demê mamosteyî dikir.

Di zewaca wan dê bi navên Cemþîd û Sînemxan dû zarokên wan çêbûn. Herwiha kurekî wan bi navê Safder jî hîn di yeksaliya xwe de jivana xwe wendakiribû. Keça Rewþenxan a ji mêrê wê yê yekem ku navê wê Useyma bû jî li ba wan dima.

Ji zarokên Celadet Cemþîd li Almanya diktorî xwend û di sala 1999an de jivana xwe wefadakir. Ji Cemþîd kur û keçekî bi navên Kurdo û Evîn hene. Ew niha li Almanya dijîn.

Herwiha keça wan Sînemxan niha tevî malbata xwe li Iraq, li Bexda dijî. Wê li ser dîroka Kurdistanê çend pirtûkan nivisandiye.

Useyma jî niha tevî malbata xwe li Misir, li Qahirê ye.
Bi destpêka þerê cîhanê zextên siyasî ê li ser rewþenbîrên Kurd li Sûrî careke din destpêkir.

Dewleta Frensî di nav salên 1943 û 46an de zorrûniþtina li Þamê li ser Celadet ferzkirin.

Qedexe bü ku ew ji Þamê derkeve. Ev zorrûniþtina li Þamê ji alî rejima Sûrî ve jî heta 1948an hat domandin.

Piþtî destpêka þerê cîhanê ê dûyem Celadet dest bi karê rojnamevanî jî kir û di sala 1942an de li Þamê Kovara Ronahî weþand.

Pênc hijmarên Ronahî yê pêþîn li ser nûçeyên þerê cîhanê bû. Di demên paþîn de jî êdi Ronahî kovarekî xwerû Kurdî bû û bi nivisên li ser ziman, wêje û çanda Kurd hatibû xemilandin. Piþtî ku di sala 1943an de Hawar hat sekinandin jî Mîr Celadet giranî da ser Ronahiyê.

Hingê brayê wî Kamûran jî li Lubnanê bi navê “Roja Nû” kowarekî Kurdî-Frensî derdixist. Serpêhatiya_kovara Ronahî jî heta sala 1945an ajot.

Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewþenbîrî de ji bilî xebatên kovarderxistinê gelek pirtûkan jî nivîsandiye û herwiha ji bilî kovarên ku wî derxistiye di gelek kovarên Kurdî û bi yê zimanên din de jî nivisandiye.

Mîr Celadet ji ber tengasiyên aborî di sala 195Oan de li gundê Hecanê ku nêzî Sûrî bû dest bi karê zîreettê kir. Ji bo debara malbata xwe ew mecbûr mabû karekî wiha bike.

Herçiqas gelek hevalên wî yên dewlemend hebûn û wan duxwest alîkariya wî bikin jî wî alîkarî girtinê qebûl nedikir.

Li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê araziyên ku ajotiye bîreke mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe re dinivisî de navê wê bîrê danîbû 'Bîra Qederê'.

Mîr Celadet Emîn Elî Bedirxan di roja 15ê Tirmeha sala 1951an de di encama qezeyekî de ket nav vê bîrê û jiyana xwe ji dest da.

Piþtî mirina Mîr Celadet, cenazê wî li Qebristana Þêx Xalidê Neqþîbendî li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan hat veþartin.

Li ser qevirê qebristana Celadet helbesta heval û dostê wî Qedrîcan hatiye kolan.

Mîrê Kurd
Lawê Kurdistan
Newiyê Bedirxan
Celadet
Fedakar, xwediyê hîmmet
Cendekê wî ku di vir de bin ax bû
Giyanî wî bilindê asîman bû
Nemiriye, zindî ye
Navê wî ebediye.







Kêla tirba Celadet li ba ya bapîrê wî Mîr Bedirxan li Þamê