WAY NEWROZ E, NEWROZ E ! WAY NEWROZ E, NEWROZ E ! Birano rabin Newroz û bihare Dilê bi xwîn nexweþ e birîndare Welatê min dîlê li bin destê neyare Dilê min parçe bû, bû pare pare Welatê-min kanê bê zozan û war im Dixûnim kewribatê ser zinar im Li qada xurbetê bêwelatî mam Dilbixwîn im dikim zarîn heware Kanê welatê min warê min kanê Kanê Serheda min Ameda min kanê Weki leyi ji çavan xwîn dikiþe Gula min dîlê dijminê xwînxware Bê kes im kes li çara min nayê Bê Gula xwe ez çi bikim dunyayê Agirê evînê sohtim ku sersala me hat Ev çi derde birîn kûre xedare Bihar e xulîn ketiye çem û ava Sersal û Newroz hat ser ser û çava Li benda me ye fire bavêjin gava Li Kurdistanê zarîn û fîzare Helbestê Gel |