PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



WELAT




WELAT

Tu rengê gulanî, germa nav dilanî
Welat tu warê gelê Kurdanî
Fîgan, fîxan û qêrîn ser te
Awaza bilbilan û qaza, qulungan
Dengê bilûran, kew û kewokan
Þaî,þîn û þewat jî li ser te.
Welatê me tu warê me axa me
Tu roja gelê me û gulê me
Keser û hesreta hemû dilan
Êþa me, jana me û jîyana me
Tu biranînên þehîdan
Hêzê þêr û lehengan
Dermanê hemû derdan.
Biþir û kenokên dîn û bî hiþan
Evîna qîz û xortan û awirê zarokan
Þeva serê siban tu berbanga me
Dexes û hesûd jî li te pir
Mij û moranî jî çîyên te
Tu ronahîya rojan û sêtirkên þevan
Tu vejîna bûrûskan û asoyê ezmanan
Sur û sar û seqemê li nav payîzan
Gul û kulîlkê nav havînan..
Wele tu axa me Kurdîsdan'a me
Tu delala mala û evîna dilan
Tu xwîþk û xwang, daîkê me,
Bûk û keç û dapîrika me.
Xuþe xeþa xwînan li te
Kûre birîna dilê te
Zarî û zarîn li ser te
Dilê min jî xemgîne welat
Hebûna min qurbana te
Ez qubana navê te
Welat tu histêrê çavanî,
Birîna dilê gelanî
Li qasî çemê Erez
Dîcle, Firat û Murat
Wek pêlê baranan
Wek ava hemû beran û çeman
Xwîna þehîdan jî dikiþe li ser te.
Ax û waxe ket dilê min
Þîne û þivane li girîne
Diherike xwîn li te !
Ez bimirim, em bê kes
Tu jî welatê me Kurdan
Tu diyarê bav û kalan…
Qers û Amed, Riha û Muþ
Dikiþînî derdê dilê me
Dîsa þere ax ser axa te
Xwe ragirin û berxwedane
Þêr, þepal û egidê me.
Welat
Tu refê qulung û werdekan
Betan û gur li wawîk û cîûkan
Qube, quba bilbilan
Kew, kevok û qumrîan...
Kale kala berx û karan
Lorîn lorînê dayîkan
Dengê ask û xezalan li tê te
Ez bimirim welat wax û wax
Ew sêvî û zarokên bê bav
Daîkên þehîdan kur û keçan
Pitikên dergûþan ê ketine ber bextê te
Dixwazin axa te û azadîya me
Ýro Serîhildana gelê me
Em Kurdên, em kedkar û gundîne
Em ketin ber gulan û topan
Diqêrîn û di qijîn þere li me
Welatê me canê me ev çi hale
Þara serê keça û bûk û qîzîkan
Kesk û sor û zer li te.
Tu tûtûnî cixarên qelûnê kalemêran
Dumanê derdorê dev û lêvan
Ew diranên mircan û spî, sedef
Li sebra wan li te tê
Tu wek simbêlê reþ û geþ
Qeytanê ser lêvên xorta û ciwanan
Welatê me tu þirîn wek hingiv
Tu germ wek dilan û rojan
Þefq û þemalê azadîyê
Tu xelatê qîz û bûkan
Tu welatê gelê Kurdan
Tu warê þoreþvanan,
Wergehî bindestanan,
Þikeftê ajalan, xezal û karxezalan
Tu pace, þibak û holikê peneberan
Çeper û mevzîyê þervanan
Pêþmerge û gerîlan.
Tu yekbûna gelê cîhan
Biratîya heval û hogiran
Kurd û Tirk û Filan
Dîroka me hemû gelan,
Keda nav milê me xebatkaran
Karker û þervanan.
Tu konê koçeran,
Warê gavan û þivanan
Tu hêzê dilan û gelan
Mêr û mêrxas û egîdan
Tu Koçgîrî, Dêrsim û Agrî
Tu herema Gelîyê Zîlan
Tu devera çiyaê Cûdî û Qendîl
Tu ew girtîgeha Amedê !
Li te ew serheldanê egîdan
Þer û dozê hemû lehangan
Serîhildana gelê Kurdan
Þoreþvan û rewþenbîran
Berxwedanê þoreþgeran
Dengê onder Îbrahîm li tê te
Boy têkoþîna Kurd'an û Tirka
Azadîya hemû gelan
Alast ew dîwarê zindanê te
Ez bimirim bo wan çiran
Çar þorerþgerên Kurdan
Kemal, Hayrî û Akîf yek jî Alî
Wan egidan û mêrxawasan
Bûn çirên bircê dilan û evînan
Ronahîya hemû çavan
Û azadîya gelê Kurdan
Azadîya te azadîya me oy welat
Em zanîn û tu jî zanî...
Tu welatekî xweþ û þêrîn
Tu rengî û renga renk û gewez.
Mina gulên Newroz
Û kulîlkê ser çîyan
Ber çem, kanî û pal û newalan
Deþt û zozan û gelî ê li çiyan
Warê bav û kalan
Ez qurban û dil qurban
Welat û welat dil welat
Tu wlatê me Kurdan ax welat .


Mehmed Çobanoxlu ( Yildirim )
Bakurê Kurdistan - Bajarê Qaqýzman

Dema nivîsandinê : 22.03.2007

Dema weþanê : 28.06.2008


Mehmed Çobanoxlu ( Yildirim )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !


Piroje ya Kurdistan a Mezin !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg


Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !



Her Bijî Kurd û Kurdistan !