Komara demokratîk a Kurdistan KAKSAR. OREMAR Mehabad, navenda herêma Mukriyan e. Herêma Mukriyan û navenda wê bajarê Mehabadê herçend di coxrafyaya Kurdistanê de cihine biçûk bin jî, lê di dergûþa xwe ya kevnare de gelek qehreman û kesayetiyên mezin gihandine. Mehabad ji ber gelek bûyerên siyasî, ferhengî û mêjûyî di dîroka serhildan û azadîxwaziya neteweya kurd de xwedî cihekî taybet e. Bi taybetî di warê xebata ramyarî de gelê herêma Mukriyan xwedî kedeke dîrokî ye. Zivistana sala 1946'an e. Ev ji mehekê zêdetir e ku karbidestên HDK'ê (Hizbî Demokratî Kurdistan) bi hevkariya tevayiya gelê herêmê ji bo karekî dîrokî mijûlî amadekariyên berfireh in. Îro 22'yê rêbendana sala 1946'an e. Herçend zivistan be û hewa sar be jî; lê tava rojê, germî û bedewiya vê roja pîroz zêdetir kiriye. Reng û rûyê bajêr hatiye guhartin û di rûyê her kesî de ken û þadî tê dîtin. Ji zarokê heft salî bigire heya kalê heftê salî tev dizanin ku wê îro li Kurdistanê tiþtekî girîng biqewime. Gel hêdî hêdî li her dera bajêr ber bi meydana Çiwar Çirayê ve (1) dimeþin. Li her dera bajêr alên Kurdistanê tên dîtin û hatine hildan. Ala Kurdistanê bi sê rengên þîn, spî û sor e û di nîvê wê de gula genim û þûrek hatiye çêkirin. Ev al bala her kesî dikiþine ser xwe. Her kes bi awayekî rengên alê, gula genim û þûrê li ser ala Kurdistanê ji xwe re þîrove dike. Bi hezaran kes di qada Çiwar Çira de li benda destpêkirina merasîma þahiyê ne. Di vê dema çaveraniya gel de, pêþewayê mezin Qazî Mihemed hêdî hêdî ber bi cihê xwe yê taybet ve dimeþe. Li dora wî gelek kesayetiyên navdar pê re dimeþin. Gelek kesayetiyên din ên navdar û hemû serokên êl û eþîretên kurd jî li herêma Mukriyan kom dibin û bi þahiyeke bêdawî û bi hurmeteke mezin li derdora dika ku ji bo axaftin û sekinandina Pêþewa Qazî Mihemed, hatiye duristkirin û bi ala sê rengî hatiye xemlandin, kom dibin. Pêþewayê kurd bi wî rûyê xwe yê nûranî bi ken û tewazûyeke bênimûne diçe ser dikê û piþtî ku dûr û dirêj li ser coxrafya û dîroka Kurdistanê û mezlûmiyeta gelê kurd diaxive, bi dengekî bilind û tijî hest û evîn wiha dibêje: "Emin be Xuda, be kelamî ezimî Xuda, be nîþtiman, be þerafetî milî kurd, be alay muqedesî Kurdistan siwênd dexum ke ta axir henasey giyanim û rijandinî axirîn qetrey xiwênim, be giyan û be mal le rêy ragirtinî serbexweyî û berzkirdinewey alay Kurdistan da têbikoþim û nisbet be cimhûrî Kurdistan û yekitiya gelî kurd û Azerbaycanê, muti'i û wefadar bimênim.''(2) Di dengê wî de bawerî, evîn û paqijî tê hîskirin. Dengê wî yê bi selamet û þahiya ku di rûyê wî de tê dîtin, hêsirên çavên gelek kesan tînin xwarê. Pîrejineke 70 salî bi kelegirî wiha dibêje: "Oxeþ, nemirim û min dewleta Kurdistanê jî dit. Ax û hezar car ax ku kurê min þehîd bû û ev roja muqedes nedît, xweziya kurê min niha sax bûya, lê ew jî bû þehîdê vê dozê, xwina wî vala neçûÉ'' Piþtî wê Mihemed Husên Seyfi Qazî diçe ser dikê û Qazî Mihemed wekî Serokomarê Kurdistanê bi gel dide nasandin. Çepik û qîrîna dengê þahiya gel digihîje ezmanan. Ji nava dengê þahiya gel ken, girî û tilîlî tên bihîstin. Di dîroka Kurdistanê de her çend beriya vê bûyera pîroz Komara Ararat bi serokatiya Îhsan Nûri Paþa li Agiriyê (bakurê Kurdistanê) û Komara Kurdistana Sor li Qefqasyayê (paytexta wê Laçîn) jî, ji aliyê kurdan ve pêk hatibû, Komara Kurdistan li rojhilatê Kurdistanê xwediyê hinek taybetmendiyên cuda bû. Mehabad û komeleya Jiyanewey Kurd Bingeha ji bo pêkhatina Komara Kurdistan demeke dirêj bû ku hatibû darijandin. Di sala 1937'an de çend rewþenbîrên herêma Mukriyan li dora hev kom bûn û komeleya 'Jiyanewey Kurd' damezirandin û di demeke kêm de gelek mirovên ji malbatên mezin û di nava gel de bi hurmet, bûn endamên komeleyê. Yek ji wan jî bi navê lêkirî (kod) Bînayî Qazî Mihemed bû. Bi hatina Qazî Mihemed a bo nava vê rêxistinê gelê herêmê bi dilgermiyeke mezin, di çalakiyên siyasî de beþdarî kir. Dirûþmeya komeleyê, serxwebûna Kurdistana mezin bû û her tim li ser bergê kovara Nîþtiman (weþana fermî ya J.K) "Bijî Kurd û Kurdistanî Gewre" dinivîsand. Di pênc salên desthilatdariyê de, herêmeke girîng ji axa rojhilatê Kurdistanê (ji dawiya 1941'ê heya dawiya 1946'an) çi fermî an jî ne fermî di destê kurdan de bû û tenê di van pênc salan de berdevkê fermî yê gelê kurd hem li hemû herêmê û hem jî di têkiliyên bi derve re Pêþewa Qazî Mihemed bû. Komeleya J.K di çend sal xebata xwe de, di nava gelê kurd de cihekî berfireh û girîng girt û bi çalakiyên xwe yên piralî, rewþenbîriya siyasî, civakî di nava gel de bi pêþ xist. Ji her çar parçeyên Kurdistanê kurd, dikaribûn bibin endamê komeleyê, lê bi mercekî ku bi tu awayî xiyanetê li doza xwe nekin. Pêkhatina Komara Kurdistan derfeteke zêrin û dîrokî bû ku rêveberên dewleta Kurdistanê dixwest bi baþtirin þêweyî, ji vê derfeta girîng sûdeyên herî baþ ji bo hiþyarkirina gel û bilindkirina asta xwendewariyê di nava gel de wergirin. Pêþewa Qazî Mihemed mirovekî rewþenbir û zana bû û bi perspektîfên xwe yên pêþverû, dixwest bi hemû þêweyan ji gel re xizmetê bike. Dema bû serokomar jî barekî giran li ser milên xwe hîs dikir û ji bo wê jî di hemû waran de, xwe qerdarê xizmeta ji bo gel dihesiband. Berî ragihandin û îlankirina Komara Kurdistan endamên kabîneya wezîrên dewletê hatin diyarkirin ku her wezîrekî di kar û barê xwe de bi baþtirîn þêwe wezîfeyên xwe encam dida û bi giþtî dewletê pirojeyên mezin dabûn ber xwe. Di demeke kurt de rewþa aborî û civakî ya gelê herêmê hêdî hêdî dihate guhartin. Bi taybetî di warê ragihandin û weþandina rojname, kovar û pirtûkan de, xwendin û nivîsandina bi kurdî û bilindkirina rewþenbîriya gel, gavên mezin hatin avêtin. Rojnameya Kurdistan weþana fermî ya HDK'ê û Kovara Kurdistan, kovara Girûgali Mindalanî Kurd ji bo zarokên kurd, Hawarî Nîþtiman û Hawarî Kurd ku weþana Yekitiya Ciwanên Kurdistanê bû û li bajarê Bokanê ji kovara Helale ku þaxê HDK'ê li wir ji bo gel dida weþandin. Mahatma Gandiyê Rojhilata Navîn: Pêþewa Qazî Mihemed (1898 Mehabad, 31. 03. 1947 Mehabad) Mêrxasê nemir Qazî Mihemed kurê Qazî Elî ye ku di sala 1898'an de li bajarê Mehabadê ji dayik bûye. Karê qezawetê di herêma Mukriyan de ji sedan sal berê di destê Qaziyên vê malbata bihurmet de bû û ev kar mîna mîratekê ji bav gihîþtiye kur û heya þehîdketinê, Pêþewa Qazî Mihemed karê qezawetkirinê di nava gel de berdewam kiriye. Tiþtê herî girîng di qezaweta Pêþewa Qazî Mihemed de ev bû ku dema wî li ser çareserkirina pirsgirêkekê biryara xwe dida diyarkirin, piþtî dayina biryarê ne mumkûn bû ku ji biryara xwe paþ ve vegere. Li ser vê rastî û helwesta xwe ya mirovî di nava gel de pir hate hezkirin û gelê herêmê ji bo çareserkirina gîrûgiriftên xwe tim hawara xwe dianîn mehkemexaneya wî. Qazî Mihemed li cem Qazî Eliyê bavê xwe dersa qezawetkirinê (qazîtiyê) hîn bûbû û di temenê ciwaniyê de piþtî ku mamê wî nemir Ebulhesen Sêyif Qazî di sala 1929'an de ji karê xwe yê riyaseta ferheng û çanda Mehabadê îstifa kir, di hemen salê de ji aliyê dewleta navendî ya Îranê ya wê demê ve bû berpirsiyarê giþtî yê ferheng û çanda bajarê Mehabadê. Di yekemîn sala xebata xwe de li bajarê Mehabad bo cara yekê du dibistan ji bo xwendekarên kur û keç damezirandin û di warê xizmeta ji bo gel, dîsa di wezîfeyên dewletê de jî ew evîna ji bo xizmeta gelê kurd di xebata xwe de da diyarkirin. Malbata Qaziyên navdar heftsed sal zêdetir e ku li herêma Mukriyan bi cih û war bûne û di hemû dewranan de endamên vê malbatê xizmetên mezin ji gelê herêmê re kirine. Ji devê Mîna Qazî, Qazî Mihemed Nemir Qazî Mihemed ji ber taybetmendiyên xwe yên exlaqî û civakî di nava gel de xwedî rêz û hurmeteke mezin bû. Þahidên zindî ku ew ji nêz ve dîtine vê rastiyê didin îspatkirin. Mîna Qazî li ser wî wiha dibêje: "Wî bi çavekî mezin li kesayetiya jinê dinêrî û hemû zarokên Kurdistanê mîna zarokên xwe dihesibandin. Her tim ji min re digot, Birale (heval) û ez wekî piþtevanekê ji xwe re dihesibandim û wî dixwest bihayê þexsiyeta jina kurd di nav civaka Kurdistanê de bilind bikeÉ'' Rewþa siyasî ya cîhanê diguhere Hîna salek ji temenê Komara Demokratîk a Kurdistanê derbas nebûbû ku rewþa siyasî ya cîhanê guherî û Yekitiya Sovyetê li ser wergirtina îmtiyaza petrola bakurê Îranê leþkerê xwe ji nava axa Îranê paþ ve kiþandin û li hemberî Komara Kurdistan û Azerbaycanê jî siyaseteke durû nîþan da. Dewleta Îranê ber bi paytexta Komara Azerbaycan Tebrêze ve dest bi êriþên xwe kir û di demeke kurt û bê berxwedan de, rêvebir û serokomarê Azerbaycanê Cefer Piþewerî reviyane Sovyetê. Azerbaycan careke din kete bin desthilatdariya dewleta navendî ya Îranê. Di Azerbaycanê de di çend rojan de bi hezaran kes hatin kuþtin, lê li Kurdistanê rewþ bi awayekî din bû. Cudahiya herî mezin di navbera komara Azerbaycan û Kurdistanê de rewþa demokrasiyê bû. Komara Kurdistan bêtir bi gel ve girêdayî bû û ev rastî di çaxê têkçûna her du komaran de ji xelkê re eþkere bû. Piraniya gelê azerî bi têkçûna desthilatdariya Pîþewerî þad û kêfxweþ bûn, lê di rojên dawî yên komara Kurdistan de, Mehabad bajarekî herî xemgîn ê cîhanê bû. Di 11 meh temenê dewleta Kurdistanê de gelê kurd bi baþî tama serbestî û azadiyê kiþandibû. Serokomar û rêvebirên Komara Kurdistan piþtî ku hêza dewleta Îranê bi serokatiya serleþker Fezlula Humayuni ber bi Kurdistanê hatin, civînek pêk anî û li ser rewþa wê demê bi hev þêwirîn. Di wê demê de hinek serokeþîrên kurd (Dêhbukri, Mameþ û Mengor) xwe teslîmî hêzên artêþa Îranê kir û rêvebirên artêþa Îranê bi pilaneke gemar dixwest kurdan bi destê kurdan bide kuþtin û careke din desthilatdariya xwe li Kurdistanê damezirîne. Li hemberî vê siyaseta dewleta Îranê, Serokomarê Kurdistanê bi mercekê razî bû ku bajarê Mehabadê teslîmî dewleta Îranê bike. Ew jî ev bû ku eger dewleta Îranê bixwaze bi hêza êl û eþîretên xayin bajarê Mehabadê talan bike û gelê bêguneh bê kuþtin, hêza artêþa komarê jî wê li hemberî artêþa Îranê þer bike. Li ser vê helwesta Qazî Mihemed, M. Barzanî jî amade bû ku hemû hêza xwe li dijî artêþa þahê Îranê bi kar bîne. Ev tedbîra Pêþewa bû sebeb ku berevajî rewþa komara Azerbaycanê ku bi hezaran kes hatin kuþtin û xisarek mezin bi gel ket, li Kurdistanê talan, kuþtin û qetlîam pêk neyên. Li ser vê baweriyê, Pêþewa û hevalên xwe di dawiyê de li Miyanduabê xwe teslîmî hêzên artêþa Îranê kir. Lê Îranê bi taktîk careke din ew þandin Mehabadê. Her çend Qazî Mihemed dizanî ku ew ê bên îdamkirin jî, sonda xwe ya wefadarî û bi tenê nehiþtina gelê kurd, ji bîr nekiribû. Ji ber hindê jî bi pejirandina hemû berpirsyariyên çaxê desthilatdariya serokomariya xwe, xwest ku ger sûcekî wan hebe (ku di rastiyê de sûcek nekiribûn), hesabê her tiþtî ji wî bê xwestin. Ev karê Serokomarê Kurdistanê bû sedem ku desthilatdarên dewleta Îranê hemû kîna xwe ya li dijî gelê kurd li ser serê Qazî Mihemed û hevalên wî vala bikin. Di 31'ê Adara sala 1947'an de Serokomarê Kurdistanê hate þehîdkirin. Di hemen çaxê de her çend Pêþewa berpirsyariya her tiþtî girtibû ser stûyê xwe jî, li Seqiz û Mehabadê çend kesên din jî hatin þehidkirin. *Ji wan Ebdulaxan Metîn, Mihemedxan Daniþwer, Sidiq Esedî, Resulaxa Mehmûdî û Elî Ciwanmerdî li bajarê Seqiz hatin idamkirin. Edbullah Rûþenfikir, Xelîl Mazoçî, Resûl Nexedeyî û Mihemedî Nazimî jî piþtî þehidkirina rêveberên komara Kurdistan hatin þehîdkirin. Temenê komara Kurdistan her çend kêm û kurt bû, lê bo yekemîn car kurd di dîroka xwe de bûn xwedi dewletek serbixwe û demokratîk. Fedakariya Serokê Komara Kurdistan heta roja îro jî di nava destan û stranên kurdi de reng daye û meydana Çiwar Çira heta îro jî, ji bo hemû kurdên Kurdistanê bûye ciheki pîroz. www.welat.com |