Serokê Netewî, Mistefa Barzanî yê Nemir, Di Dilê Meda Dijî. ( 01. 03. 1979 - 01. 03. 2009 )Taziya Barzani Ye Ne Mir 1979Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !http://www.pdk-xoybun.com
* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *Yarê bixun e sitranê dîlanê. Dilê min birîn e lê dilovanê. Min dil da te bejn zirava halanê. Hey endam bi vejînî wer e xoybun. Ji çîya û deþt nalin tê ax yarê. Boy te dilê min jan da birîndarê. Li warê me derman gulê baharê. Hey endam bi vejînî ver e xoybun. Mezra botan warê mîr û mîrekê. Mem got, em nevin çîroka dîrokê. Tarîya zîndan ronîk e jîrekê. Hey endam bi vejînî ver e xoybun. Kanê mezra botan xwazil bi berê. Mem çubu warê Zîna evîndarê. Fesadê wan bu sebebê kederê. Hey endam bi vejînî ver e xoybun. Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê. Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê. Xezal xun berda ser bejn û fîstanê. Hey endam bi vejînî ver e xoybun. Zarok roda çu ji ber þîpa avê. Hilanîy e dengê þîna dêw bavê. Bîr anî Helepçê dil bu wek þevê. Hey endam bi vejînî ver e xoybun. Neyar hat boy qirkirina Dêsimê. Hovîtî kirin li Muþ û Amedê. Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê. Hey endam bi vejînî ver e xoybun. Boy Kurdistan li ber gule baranê . Hunandîy e vejînî û xoybunê. Boy Partî Demokrat a Kurdistanê. Hey endam bi vejînî wer e xoybun. Dema nivisandina helbestê : 25. 11. 2002 Alî Cahît Kiraç
Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !http://www.pdk-xoybun.com
|