Cahît Aybar : ÎRO![]() ![]() ![]() ÎROÎro dixwazim xemên dilê xwe pêçim û pavêjim.Êşên dilê xwe lib û lib herişînim bikûjim. Dilêmin zêde kele iro, dixwazim xwe têda pêjim. Kanê dostê dost ka yên dilê xweda bo bêjim. Dinya her vekî herro, disa reng renge, şox û şenge. Bajêr û gînde, zozan û zewî benge. Holêda kêşme kêşe , gelo ev çi parsenge. Tevhev bûne mirof, kes nizanît kê rovî kê pilinge. Qûrêne , gazîye, avazin, yêk nîne hizar denge. Her gelek xweş dibezît, çima gelême lenge. Wê holêda tam nema, evîn nema xweşî nema, Roj indaye, na derkevît her di barît befr û ba, Xwedê qebûl neket ser tirki farsi ereba, Em hêlan bê miraz û mexset, vek kavê em dane ba. Pela me çu bakûr û başûr, rojhelat û rojava. Kes nîne kom biket cem hev, derînît bin pêlava. Hêlandin em, lêk belavi lêk cidavi yêk yêke, Destê meda pênivîs , destê wa bi tifeng û kêrike, Dibêjine êkdu “hêj kême, hinekdîjî perçe perçeke. Em hinde perîşe û lêk belane, dîsa dilê va ne hênike. RÊŞEME - ...... / ....... / 2009 Cahît Aybar ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !http://www.pdk-xoybun.com |