LI ROJHILAT LI ROJHILAT Shev resh û tarî, bahoz û bandev Nakevî dest me: ne razan ne rev Hewrên rêzanî tarî û giran Berfê bibarî, yan gulebaran ? Em reshhewravin kevneperestî Tênin bîra min dîlî, bindestî Dar bikevî dest mirovên xwînxwar Dîsa dimênin birçî û hejar Karê me dibî veshartin û rev Tavê nabênin bi rojê em tev Tênin ber çavan dijûn û lêdan Shemaq û qamçî, kawçûk û zindan Pêlên zordestî wek lehî û çêm Xwe berdin ser me xum-xum û lem-lem Di ber xwe dibin bîr û serbestî Pashve dishkênin nûjenperestî Tên perçiqandin tev destûr û rist Raserî me tên ev kevnepirist Benda Azadî li xwe napirsî Belkî ez shashim, ji wan natirsî Tarîx û abor, herdu di gel me Eger bitirsin ji bo me sherme Badîhewane ev tav û bahoz Eger em rabin hemî dibin toz Vane, shiyarbûn cotar û karker Dijmin têshênin bê ceng û bê sher Çiqas bimênî ev cihan bê deng Bê sher, bê kushtin, be halan û ceng Em her diçin pêsh, dijmin diçin pash Bê av digerin ev dolab û ash Sermayeperest, tev top tavêjin Nabênin îro çawan sergêjin ?! Ew çi talan û çi ceng û pevçûn Bila xwesh bikin hemî cî û shûn Hemî em mirov bibin wek bira Cî nedin diza, rê nedin gura Cihan xwesh bikin tev bax û bihisht Ne shûr, ne xençer, ne derf û ne xisht Keser nemênî wek min dilbirîn Ev dinya xweshe, dinya Cigerxwîn Cegerxwîn Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |