11.09. 1961 – 11.09.2009 Çil û hêyþt sal berê, di 11 ê Îlona 1961 ê de, bi serokatî ya nemir Mistefa Barzanî de, Þoreþa Îlonê dest pê kir… 11.09. 1961 – 11.09.2009 Çil û hêyþt sal berê, di 11 ê Îlona 1961 ê de, bi serokatî ya nemir, General Mistefa Barzî de Þoreþa Îlonê dest pê kir… 14 sal berî ya Þoreþa Îlonê, di 31.03.1947an de, Qazî Mihemed, birayê wî Ebulqasim Sedrî Qazî û pismamê wî Mihemed Husênxanî Seyfî Qazî, li qada Çiwar Çira, li bajarê Mihabad ê, bi destê dagîrkerên Îranî hatin îdamkirin. Û 21 kesên din, ji birêveber û xebatkarên Komara Kurdistan, li deverên din, yên Rojhilatê Kurdistanê, bi destê mêrkûjên rejîma Pehlewî, hatin þehîd kirin… Komara Kurdistan ê, ya Mihabad ê, hat hilþandin… General Mistefa Barzanî, di 18.06.1947 da, tevê 500 Þervanên Bijartî, derbasê Yekîtîya Sovyetî bû. Ev roj, berdewama tekoþîna, Netewa Kurde... General Mistefa Barzanî, di 07.10.1958 de, ji Yekîtîya Sovyet ê, vegerîya Baþurê Kurdistan ê. General Mistefa Barzanî, bi pagir, endam û Lehengên azadiyê Pêþmerge yan ra, gotin, em, wek sonda Qazî Mihemed, sond dixwun ku, heya dilopa, xwîna xwe ya dawî yê, ji boy, doza Kurd û Kurdistanê wefadar bimînin û wefadar man jî… General Mistefa Barzanî, bi pagir, endam û Lehengên azadiyê Pêþmerge yan ra, gavên amade buna, Þoreþa Îlonê, ya 1961 ê avitin… Îro jî, baþurê Kurdistan ê, berhem û jêmayî yek dîroka meya pak e. Mêrxasî ya Lehengên azadiyê, Pêþmerge û vefadarî ya Þehîdên Kurdista ê me gîhandî ye, vî rojê… Dibê, em, her Kurdekî, ji boy Kurdistanek mezin, wek Lehengên azadîyê Pêþmerge bin… 11.09.2009 Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !http://www.pdk-xoybun.com & http://www.xoybun.com
* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *Þoreþa Îlonê.., vejandina þiyariya neteweyî ! SELAHEDÎN, 11. 09. 2005 - Çil û çar salan berê di 11-ê îlona 1961-ê de, li ser destê rêberê mezinê kurd Mistefa Barzanî, yekemîn xetîra þoreþa Îlonê pê ket. Þoreþ di demekê de pê ket ko gelê kurd li hemû beþên Kurdistanê piþtî zincîreka ketin û þkestinên li pey hev ji qedera xwe bêhêvî mabû û can û þiyariya wî ya neteweyî jî dikir ko winda bibe. Li rojhilatê Kurdistanê ketina komara Kurdistan û bidarvekirina pêþvan Qazî Mihemed, piþtî çarde salan hê jî bandora xwe ya mezin li kurdan dikir. Li bakûr kemalîzm di qopa xwe ya perçiqandina kurdan de bû û tirkan tenê hebûna wan jî nas nedikir. Li rojavayê Kurdistanê jî basiyên sûrî nedihiþt kurd bibêjin em kurd in jî, ya ji tevan xeraptir û ya qedera kurdan jî herî zêde reþ kiribû, cîhan û dewletên mezin jî yên ko berjewendiyên wan li cem dewletên herêmê hebûn, yekcarî navê kurdan ji bîra xwe biribûn û dema ko navê kurdan jî bihata, wan guhê xwe digirt. Li baþûrê welat ji ber ko darbeya 1958-ê û xistina sistima paþatî û guhertina desthilatê çê bû û darbeçiyan li ser navê þoreþê hinekî bi gotin soz dan kurdan, hêviyek çê bûbû ko ewê mafên kurdan jî nas bikin. Vegera Barzanî û hevalên wî ya ji Sovyetistana berê û pêþwazîkirina wan ya bi awakî fermî û weke lehengên azadiyê, ev hêvî hinekî mezintir kiribû, lê belê dema ko erebên desthilatdarên Bexdayê ji nû ve hêza xwe peyda kir, carek din selimandin ko þovenîzma wan rê nade mafên kurdan nas bikin û dîsa xwestin bi darê zorê û weke ko hertim welê hîn bûne, daxwazên gelê kurd binpê bikin. Hebûna Barzanî li ser axa welat û di nava gelê xwe de, baweriyek mezin û hêzek xurt da gel û piþtî ko desthilatdarên Bexdayê hemû rê û awayên aþtiyane yên ji bo çareserkirina pirsa kurd ret kirin û gihandin xetimandinê, hemû cûn û texên gel bi hev re li piþt Barzanî rawestiyan û hemû mercên ji bo pêxistina þoreþê saz û amade bûn. Tevî ko rewþa herêmê û berjewendiyên dewletên mezinên cîhanê li herêmê, astengiyên mezinên li ber þoreþê jî bûn, lê belê Barzanî bi yekîtî û piþtgiriya gel pêxistina þoreþê ragihand. Ji ber ko þoreþ wek pêwîstiyeka wê demê ji cerg û hinvên gel dihat û êþ û janên welat tendar dikir, her zû desthilata þoreþê ket ser piraniya axa baþûr û dezgeh û saziyên þoreþê yên cida ava bûn û karûbarê welat bi rê ve birin. Hukûmetên Bexdayê çi qasî hewl dan û her çi hêz û karîna wan hebû xebitand, lê belê dîsa jî nikaribûn þoreþê biþkînin û dawiyê di 1970-ê de neçar ma Peymana 11-ê adarê bi serokatiya kurd re îmze bike û mafên kurdan bide naskirin. Weha jî ji bo cara yekemîn di dîrokê de dewleteka dagîrkera Kurdistanê hebûna kurd û Kurdistanê bi awakî qanûnî û di çarçoveya otonomî de qebûl kir. Her çi qas basiyên Bexdayê kêmtirî çar salan ji îmzekirina peymanê, yekalî peyman hilweþand û piþtî nûbûna þer bi komploya navneteweyî ya El.Cezairê þoreþa kurd ji bo demekê jî be hate rawestandin, lê belê ti hêz û karînên cîhanê nema karibûn hest û þiyariya neteweyî yên ko ji encama þoreþa Îlonê û bidestxistiyên wê li hemû beþên Kurdistanê geþ bûbûn, dîsa vemirînin. Ev zindîbûn û vejîna hest û þiyariya neteweyî ya kurdan ji roja pêketina þoreþa Îlonê û heta îro heyama çil û çar salan e li seranserî Kurdistanê her kû diçe geþtir dibe û xwe diparêze, tenê hemû karesat û qirkirinên piþtî pêketina þoreþê û heta îro jî hatin serê gelê kurd, nikaribûn rê li ber vê þiyarbûnê bigirin. Bi saya þoreþa Îlonê carek din kurdan ji cîhanê re selimand ko ew jî hene û dijmin û neyar û zordestî nikarin wan tine bikin, destan û serketinên ko þoreþê û rêberê wê Mistefa Barzanî di neh salaên jiyê þoreþê de tomar dikirin û bidestxistiyên ko di nava 1970 -1974-ê de jî li baþûr bi cih bûn, canekî nû da ber kurdan û bandor û giraniya ketin û nehiþtina þoreþ û lîderên kurdan yên berê ji holê rakir û îradeya berxwedanê û xwegirtina li ber tengaviyan di canê her kurdekî de çê kir. Her ji vê yekê jî bû ko di wan salan de kurdên beþên din yên Kurdistanê bi alîkariya baþûr û þoreþa Îlonê û Barzanî ketin tevgerê û ji xewa giran rabûn. Îro jî ko kurd gihane vê qonaxê, bi taybetî ko li baþûr mafên mezin bi dest dixin û rolek berbiçav di nexþekirina dewleteka wek Îraqê de dilîzin, niha ko kurd bingehê avakirina dewleta xwe ya serbixwe jî datînin, beþek herî mezina wê, dîsa berê þoreþa Îlonê û wê rewþê ye ya ko þoreþê li herêmê çê kir û dewleta Îraqê neçar hiþt bikeve nav hinek hevkêþeyan ko guhertinên weha mezin li herêmê derxisitin holê. Samî Ergoþî Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !http://www.pdk-xoybun.com & http://www.xoybun.com
|