PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kultur stûna gel e


Dr. EHMED FERÎD


Dewletên kolonyalist (Tirkiye, Îran, Iraq û Surîye) hem yek yek di hindirê xwe de û hem di tekîlîyên di nav xwede û her wiha di tekilîyên navnetewi de, derheqê miletê kurd de siyasetên piralî dimeþînin. Siyaseta wan, ya nijatperest di her warê jiyanê de bi metodên wek: erîþên leþkerî, ji erdê xwe bi zorê koçkirinê, bi ambargoyên iktisadî, bi astengiyên di warê jiyana civakî û siyasî de, bi politîkayên di warê asimilasyonê de li ser miletê kurd tê tetbîq kirin. Hemû metod û siyasetên li ser xelkê kurd tên tetbîq kirin, di bingaha xwe de ji encameke muþterek re xizmetê dike: Kurd divê wek milet an jî wek civakeke etnik ji holê bê rakirin û di nav miletên serdest de bê hillandin.

Ji tecrûbeyên heta îro diyar e dewletên ko Kurdistan dagîr kirine û bi taybetî dewleta Tirkiyê, pirsa netewî, ne bi rêyên aþitiyê û ne jî bi tu rêyên din, tucarî çareser ne kirine. Li dijî tekoþiya azadiyê, ya xelkên ji teref wan de bi zorê hatine bindest kirin, her metodên zorê bi kar anîne. Di her hal û karî de, ji bona tevgera netewî bi paþ de xin û wê têk bibin: struktura civatê hilweþandine, qewetên herêmî, yen ko muhtemel e, karibin pêþevaniyê ji hereketa netewî re bikin ji ortê rakirine û herwiha, bi metodên kirînê, bi xwevegirêdan û bêþexsiyet kirinê, ev hêzana bêrûmet kirine û ji çap te xistine.

Heta iro jî, siyaset û metoden dewletên kolonyalist derheqê pirsa netewî û bi taybetî derheqê pirsa kurdî de ne hatîye guhertin. Lê belê, hin faktorên esasî, rê nedane Tirkiyê ko îro jî bikaribe siyaseta qetliam û koçkirinê ya ko di xelkê ermeni û li xelkê rûm de kiribû, li ser gelê kurd tetbiq bike. Di vî warî de mirov dikare van mînakan bide: Balansa hêzên siyasî yên herêmî, perçebûna Kurdistanê, konjuktura siyasî ya dinyayê, gelekbûna nufûsa gelê kurd û tevgera netewî.

Di diroka kurd de, ji teref dewletên kolonyalist, erîþên eskerî û koçkirina bi darê zorê periodîk çêbûne, lê hedefên wan, ne wek yên li gelê ermenî û rûm hate kirin bûne. Tedbîrên wisa miweqet bûne û dem dem derketine pêþ. Pirtirîn ev metodanan di demên ko tevgera netewî ya kurdî pêþ ketiye û hin firsetên ko kurd karibin hin heqên xwe ên siyasî, netewî û kulturî bi destxin, hatine bi karanîn. Heq bi destxistina kurdan li kijan perçî dibe bila bibe, her dem dewletên perçên din bi hev re nerazîbûna xwe diyar kirine. Ji bo rêlêgirtina van heqên ha, herçi ji dest wan hatiye texsîr nekirine. Ji ber ko ew baþ pê dizanin çirûskek herî piçûk ji bona kurdan, dikare ji bona wan hemûyan xeter be. Vê faktorê gelek caran her çar dewlet, an jî çendik ji wan, li dijî tevgera kurd anîne ba hev û bi her hawayên xwe êrîþî ser kirine. Tixûbên hevkariya van dewletan ne bi tenê di çarçova Kurdistanê de maye. Ji ber ko ew dizanin ne bes tenê li Kurdistanê, li derveyî wê, li kuderê dinyayê dibe, imkana herî piçûk ji bona kurdan, ji xwe re xeter dibînin. Di vî warî de weþanên radioyên bi zimanê kurdî minakên herî berbiçav bûne. Weþanên radioyên Êrivanê, Bexdayê û Tehranê, herçiqas di bin kontrola dewletê de bûne jî û propaganda siyaseta wan kirine, lê programên wan yên kulturî tesîrên xwe li ser hemû kurdên Kurdistanê kiriye. Dewleta Tirkiyê bi xwe hayî ji vê hebû û ihtîmale gelek caran bi rêyên diplomatik hewl daye ko van weþanên rawestîne.

Dewleta Tirkiyê bi xwe ehemiyeta hebûna saziyên wisa û tesîrên wan, yên li dijî siyaseta asimilasyonê, ji me kurdan çêtir fêmkiriye û tedbîrên xwe li gor wê sitendine. Ji ber ko Tirkiyê bingehê siyaseta xwe li ser asîmîlekirin û di nav xwe de hilandina gelê kurd ava kiriye. Ji bona wê jî hedefên wê ew in ko, karibe faktora herî esasî, ya ko heta iro, kurd wek miletekî li ser lingan hiþtiye, ji orte rake. Ancax wê gavê kare civaka kurd bi temamî hilweþîne û wê bê stun bihêle. Ev faktora esasî ye ko civaka kurd heta niha li ser lingan hiþtîye, bi hemû elementên xwe kultura kurdî ye. Hedefên Tirkiyê jî ew in ko hemû elementên kultura kurdî, bi taybetî jî zimanê kurdî, folklor, muzik, edebiyat, urf û adet û stila jiyana civakî ji ortê rake. Tirkiyê ji bo tetbîq kirina vê siyasetê her rê û metodan bi karaniye. Ji van metodan çend minak:

Li Kurdistanê mecbûrkirina axaftina zimanê tirkî û qedexe kirina zimanê kurdî, mektebên bi zimanê tirkî, kontrola li ser masmedyayê, propagandên þovenîstî, þideta li ser civakê, bêþexsiyetkirin û piçûk kirina civaka kurd di çavê raya giþtî de.

Tirkiye ji bona ko di vê siyaseta xwe de bi serkeve, herçi tedbîrên ko (çi di hundirê dewletê de û çi jî di pêwendiyên navnetewî de) pewist bûne girtiye. Gava pewist bûye, bi dewletên derve re pêwendiyên diplomatik daniye; ji bona imkanên ko kurdan bi destxistine têk bibe, bi þantaj û tehdîtên ko pêwendiyên xwe ên dîplomatîk bibire, xistiye minaqeþê. Wek mînak:

Gava instituya kurdî li Fransayê vebû, radioya Dengê Amerikayê bi kurdî dest bi weþanê kir û "daghema" mala zarokên kurdan li Swêdê dest bi karê xwe kir, diplomatên dagirker li dij wan bi protesto û pêwendiyên diplomatik ketin hereketê.

Ji netîceyên siyasetên her çar dewletên kolonyalîst yên ko derheqê miletê kurd de heta nuha hatiye meþandin, mirov dikare bêje pirsa kurd ne bi tenê di warê siyasî de, herwiha di warê kulturî de jî karakterekî navnetewî stendîye. Ancax ji vê noktê pê de mirov dikare tê bigihê, gelo ehemiyet û rola kulturê ji bo hebûna kurdan çi ye û ji bo çi Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye hebûn û pêþketina kultura kurd naxwazin?

Berî ko li ser van pirsan rawestim, dixwazim bi kurtî li ser têgeha "kultur"ê û ehemiyeta wê çend gotinan bêjim. Kultur:

Tevaya nerxên an jî qîmetên (yên di warê maddî û manewî de) ji teref civakê hatine afirandin û herwiha ji teref wê bi xwe de tên bi karanîna wan e. Ev qîmetana ji adetên-traditionen kulturî pêk tên û prosessa mirovatîyê pêþ ve dibin.

Kultur di warê etnîkî de ji alîyekî de fonksiyonên ji hev cidabûnê pêk tîne -teybetiyên grubeke etnîk ji grubên din cida dike û ji alîyekî din jî fonksiyonen întegrasyonê pêk tîne - etnîk grubê di hindurê xwe de întegre dike û yekîtîya kulturî pêk tîne.

Karakterê kulturê yê herî muhîm ew e ko, karê kominîkasyonê dike; înformasyonê diparêze û dighîne cilên dipê re tên. Kultur, formê ragîhandina înformasyonê bi afirandinên kulturî yên maddî û manewî; bi rêya edebiyata devkî û nivîskîî û bi dan û stendinên þexsî û ne þexsî pêk tîne.

Li ser van karakter û fonksiyonen kulturê yên teybetî mirov dikare bigihê netîceyekê. Kultur bi tevayî ji bona her miletî û bi taybetî ji bona xelkên wek kuradn bindest, di prosessa pêþketinê û di ya þekil girtina netewebûyinê de, digel hin faktorên din roleke bingehîn dide ser milê xwe.

Li ser esasên jorîn yên ko di derheqê kulturê de di hatine nivîsandin, mirov dikare bêje ko rol û giringiya kultura kurd, di hebûna wî de faktorekî bingehîne. Dewleta tirk jî ev yeka ha baþ analîz kiriye û gihiþtiye wê neticeyê ko, tenê wê bi metodên ko karibe civaka kurd ji hindur de bêstûn bihêle, yanî kultura wî bi hemû elementên xwe ji ortê rke û di nav xwe de bi hilîne.

Tirkiyê ji bona tetbiqkirina vê siyasetê têra xwe tedbîrên hindurî stendî ye. Lê ew tenê bi van jî namîne, herwiha hem bi her sê dewletên dagirker re û hem jî bi dewletên wek Sovyet ko kurd lê dijîn bi rêyên diplomatik li dij mafên ko kurdan bi destxistine rawestiyaye û radiweste. Li cihê ko nikaribe rawestîne jî, hewl dide mafên heyînî ko wan ji bona kurdên Kurdistana Bakur bêtesîr bike. Minaka herî darîçav ko li baþûrê Kurdistanê lehça soranî li mekteba dihate xwandin. Eger îmkan hebin mirov karibe li arþivên dewletên ko kurd lê dijîn binere, muhtemele derheqê vê mijarê de bi sedan dokument hebin.

Bi vê mijarê ve girêdayî, dixwazim li ser hin dokumentên ko di arþîvên wezareta Rusyayê a derve de ko min xwendine, rawestim. Li gor agahdariyên karbidestên Sowyetê, di meha temûzê sala 1934 de konferansek bi navê "Konferansa kurdî" û "Konferansa Asûrî" çêdibe. Encamên Konferansa Kurdî, ji bona kurdên Sowyetê avakirina zimanê lîteratura kurdî ye. Kurdên Sowyetê, nûnerê cumhûrîyetên ko kurd lê dijiyan, gelek kesên alim û ronakbîr beþdarî vê konferansê bûne. Ji van beþdarvanan nerînên çendikan jê bi kurtî ev in. Wergera wan, ji teref min ji zimanê rusî hatiye kirin.

1) Gotara Þamîlov (muhtemele Ereb Þamilov be A.F.) 2.VII. 1934

"Ji bona avakirina zimanê kurdî hem ji bona kurdên Sovyetê û hem jî ji bo yên li welatên din dijîn, pêwiste ko em ji lîteratûra ermeniyan tiþtên ji zimanê mere maqûl be bistînin..."

2) Peyva Çoban Zade 2. VII. 1934

"Daxwazkirina avahiya yekitiya zimane kurdî yê ko hemû kurdan temsîl bike, hem ne rast e û hem tiþtekî xayalî ye. Herwiha, ez dibêjim ev yeka ha tiþtekî paþverû ye. Li ber me pirsek konkret heye. Ew jî avakirina yekîtîya zimanê kurdî yê Zakafkasyayê ye. Pêwîste em zimanê me yê sovyetî ava bikin, zimanê forma herî bilind yê aborîya kollektiv. Ev ziman ji bona kurdên welatên din jî kare bibe mînakek.

Bêþik, divê em esasên siyasî û yê civakî jî tevlî vî karî bikin. Erê, bi vî awayî em dikarin pirsa kurd di mistewa dinya yê de çareser bikin."

3)Peyva Sevak 12. VII. 1934.

"Li welatên derve gelek kurd dijîn. Divê em zimanekî kurdî-literaturî wisa ava bikin ko ev ziman, di rojên pêþ de ji teref kurdên welatên din jî bê qebûl kirin. Herwiha, ev zimanê ha divê ji îro de dest pê bike û tesîra xwe li ser zimanê literaturê yên kurdên welatên din jî bike".

4)Peyva professor Çoban Zade. (tarix ne diyare)

"Li nig me (Sovyetê) bi dehan komar derheqê sazkirina îmla, elfabe û termînilojiyê de, xwediyê tecrûbên herî dewlemend in. Pewiste van tecrûbana wek mînakên afirandinên xelkên Sovyetê bên kom kirin; tecrûbên wan bidin derve, daku karên di derheqê kurdan de tên kirin, di bin tesîra meylên burjuwazî de nemînin."

5)Peyva heval Þamilov. 13. VII. 1934.

"Professor Xaçatiryan di gotara xwe de dibêje, ji profesorekî ingilîzî namek stendiye û dibêje ko ew di xizmeta dewletên emperyalîst de ye û ji bona berjewendiyen hêzên emperyalîst fêrî zimanê kurdî dibe. Li gor Xaçatiryan professorê ingîlîzî pêþneyar dike ko em di zimanê kurdî de guhertinên nû bikin. Wisa diyar e alimê ingîlîzî bi îrada xwe hukum li me dike û tesîra xwe li ser me dihêle".

6)Peyva serokê kultprop. KM PK Ermenîstanê heval Arisyan.

a) "Ehemiyeta vê konferansê dûr diçe, tixûbên Komara (Ermenîstan A.F.) me û tixûbên Yekitiya Sovyetê derbas dike".

b) "Divê em kultur, ziman û lîteratura ko di jiyana xebatkarên kurd de gihiþtiye ji bona wan ava bikin. Pêwiste vana ne bitenê ji teref hin alim û nivîskaran bên fam kirin, herwiha divê ji teref hemû tebeqên xebatkarên kurd yên li welatê me û birayên me yên welatên din bê fam kirin. Çimkî wezîfa me ew e ko ne tenê xwe pêþ ve bibin, herwiha divê em alîkarîya birayên xwe yên tebeqî yên li derveyî welêt jî bikin. Ji bona ko li dijî kapitalîzmê tekoþînek aktiv bidin, divê em bala wan bikþînin û di wan de þûûra sosyalizmê pêþ ve bibin".

7) Peyva heval Pirumov . Li ser navê Akademiya Zanistî ya Sovyetê filiyala Zakafkasyayê.

"Divê hûn alîkariya wan (kurda) bikin û þûrekî ji wan re çêkin. Ne tenê li vêderê ji bona pêþvebirina kultura xwe þer bikin, herwiha ji bona kurdên li welatên din jî þer bikin. Ji bona ko ew ji talankerên emperyalistan xelasbin pêwîste þer bikin. Ev e mana konferansa we. Pirsên ko li vêderê wê bên çareserkirin tixûbên pirsên lingvistik derbas dikin".

Di havîna sala 1934 de, wek li jor hatiye nivîsandin, ne tenê ji bo kurdên Sovyetê herwiha ji bona temamê kurdan, ji bona avakirina zimanê kurdî minaqeþeyên cidî di konferansê de hatine kirin. Belê di destpêka sala 1935 de rewþ di eleyhê kurdan de tê guhertin. Pêwendiyên Sovyetê û Elmanyayê xerab dibin; hevkariyek di nav Îtalya û Almanyayê de tê saz kirin; Elmanan çavê xwe berdabûn erdên rojavayî Sovyetê û ji bona wê japonî tehriq dikirin ko bi Sovyetê re þer bikin. Elmanan þertên peymana Wersalê red dikirin û ji alîkî de jî ingîlîz û fransiyan nêzîkayî li elmanan dikirin. Ev bûyerên ha bi hev re atmosfera pêwendiyên navnetewî diþidand. Ji vê rewþa nû ya navnetewî ji hemû dewletan zêdetir Yekîtîya Sovyetê pê muteesîr dibû û rewþa nû ji xwe re xeter didît.

Guhertinên di konjuktura siyasî ya dinyayê de çêbûn, rastarasta tesîrên xwe li ser siyaseta Sovyetê ya navnetewî kir. Wê bi dewletên cîran re û dewletên din ên xwedî nifûz re, eleqên xwe ên siyasî ji nu de di ber çav re derbas kir. Di rewþa siyasî ya dinyayê de tehlîka ko þerek navnetewî derkeve zêde dibû. Sovyetê haziriyên þer yên ko ji terf dewletên din dihate kirin ji parastina tixûbên xwe re tehlîke didît û ji ber wê dixwast ko qerarên peymana Lozanê yên der heq rejîma tengavan de bê guhertin. Yekitîya Sovyetê bi taybetî bi Tirkîyê re di derheqê guhertina rejîma tengavên li ser bahra Reþ, dest bi guft û goyên nû kir. Ev pêþneyara Sovyetê dihat hesabê Tirkiyê jî. Çimkî ji aliyekî de Tirkiyê rewþa xwe ya parastinê xurt dikir û ji aliyê din jî þertên ko bi Sovyetê re têketa bazara hin pirsên di wê demê de ko serêþî jê re çêdikir bi dest dixist. Bi taybetî aktuelbûna van pirsan di demek wisa de ne tesadufî bûn. Ji ber ko ev pirsanan ji berê de mewcût bûn, lê þertên minaqeþekirina wan ne wek vê demê misaît bûn.

Çend pirsên esasî yên ko ji bona tirkan serêþî çêdikirin ev in:

Pirsa gelê laz, pirsa gelê asurî û bi tevayî pirsa kurd û bi taybetî jî kurdên Sovyetê bû. Tirkiyê di prosesa guft û goyan de, ji Sovyetê daxwaz dikir ko, hemû mafên gelê kurd, laz û asurîyên li Sovyetê, ji ortê rake. Ji ber ko mafên van xelkan, ji bona yekbûn û selameta xwe xeter didît. Tirkiyê ev daxwaza xwe, wek þertê ko karibin bi hev re pêwendiyên dostane deynin, dajot pêþiya Sovyetê.

Di arþîvên Sovyetê de çend dokumentên balkêþ, yên ko ji Tirkiyê re serêþî çêdikir ev in:

Di wê demê de li Gurcistanê Kolxozek (kooperatif) bi navê "Krasniy Lazistan" (Lazistana Sor) hebû. Di vê kolxozê de nezikî sêsed mirovên laz kar dikirin. Tirkan bi qanalên xwe ên dîplomatik ji Sovyetîyan re digotin ko "hebûna kolxozek bi navê "Lazistana Sor" dikare tesîrê li ser lazên Tirkiyê bike û bi xwe re perçebûna welêt bîne". Ya duyem, di vê demê de li Ermenistanê Cemîyetek asuriyan hebûye û wezîfa vê cemiyetê ew bûye ko kultur, aborî û þertên jiyana xebatkarên asurîyan pêþ ve bibe. Dîplomatîk ajanê Sovyetê Neymark, ji Êrîvanê di 15 nisanê sala 1935an de namakê ji wekîlê wezareta derve re diþîne û tê de di derheqê gazin û konetiyên diplomatên tirkan û herwiha di derheqê "çalakiyen" cemîyeta asurîyan nerînên xwe bi vî rengî dinivîsîne:

"Ji wekîlê yekem yê wezareta derve (NKID) heval Tsukerman re:

Konsulên Tirkiyê dîsa dest pê kirine bi asûrîyan eleqedar dibin. Rastir bêjim, çalakiyên Cemiyata Asurîyan (filiyalên li Êrivanê û li Leninakanê) bala tirkan dikþîne. Tînim bîra we, di rapora Konferansa Asurîyan ya ko di havîna sala 1934an de çêbû, asuriyan xwe wek aksiyonek siyasî li dij Tirkiyê niþan dane. Muhtemele di pêþ de jî, raporên çalakiyên asurîyan bi vî ruhî bên nivîsandin. Lê di pêþ de jî di vê cemiyetê de dibe elementên avanturîst peyda bibin. Eva jî dikare ji me re probleman derxe, eger ne bi tirkiyê re, lê bi ingilîzan re. Konsulê Tirkiyê Aral yê li Leninakanê dikare û jê tê, xebata vê cemiyetê karekî li dij Tirkiyê bihesibîne.

Ji bo wê ez zen dikim wê tiþtekî rast be, eger ko me pirsa qedexekirina vê cemiyetê baniya ber destê merciyên îdarî. (tekst dewam dike A:F) Dipagent li Êrivanê Neymark."

Tirkiye di destpêka sala 1935an de di prosesa guft û goyên bi Sovyetê re, yên derheqê rejîma tengavan de, ne bi tenê pirsa lexukirina mafên gelê asurî û laz aktuel dike, herwiha lexukirina saziyên kurdan, yên li cumhûrîyetên Sovyetê hene jî dixe rojevê. Ji dokumentên dîplomatîk diyar dibe ko ev daxwaza Tirkiyê bê bersiv namîne. Serokê yekem yê beþê Rojhilat Pikerman û wekîlê wî A.F.Miller derheqê konferansa kurdî ya 1934an de, ji dipajanê xwe Neymark yê Êrîvanê raporekê dixwazin. Paþê rapora ko Neymark ji wan re diþîne, di 15. II. 1935an de ji N.N. Krestinskiy re rê dikin. Rapor li jêre.

"Ji heval Krectinckiy N.N re.

Divê em niþan bikin ko di konferansê de digel xêrhatin û raporên derheqê mijara lingvîstîk û herwiha raporek mezin ko tema wê kurd û rewþa feodalîzmê ye, hatiye xwandin.

Naveroka wê jî diyar dike ko Konferansa Kurdî li Êrîvanê wek agahdariyên heval Skobelev ragihandine û li ser wî esasî me bersiv daye tirkan, nexwedî karakterekî bêzerar e.

Em rica dikin, di vê rewþê de pewîste dîrektîfên heval Skobelev , yên derheqê Konferansa Kurdî a duyemîn, ya ko wê li Bakuyê çêbibe û herwiha karê merkeza kurdnasiyê bên munaqeþekirin. Ji bona vê divê hûn bi beþdarîya hevalên li Moskovayê dimînin, bi Karahan, Skobelev û Neymark re civînekê çêkin.

Serokê yekem yê beþê Rojhilat Pikerman

Wekîlê serok Yê beþê Rojhilat A.F.Miller."

Wekîlê wezareta derve Krestinskîy, rapora karbidestên wezareta xwe Pikerman û Miller ya derheqê Konferansa Kurdî nirxand û li ser wî esasî, wî jî di 11. 2. 1935an de raporek, ya ko tedbîrên nû, yên derheqê saziyên kurdan hatine stendin, ji wekîlê W.D. yê Tiflîsê Skobelev re rê dike.

"Ji wekîlê wezareta derve yê Tiflîsê heval Skobelev re:

Wek hûn dizanin ji bona karê di nav kurdên Zakafkasyayê de biryara hikumetê ya nû ji van xalên jêr pêk tê.

1) Konferansa derheqê kurdnasîyê, ya îsal (1935)di meha temmûzê de (li Baku A.F.) hatibû plan kirin îptal bûye.

2) Merkeza kurdnasîyê neqlî filiyala Akademiya Zanistî ya Tiflisê dibe. Karên kurdnasîyê lazimî tenê bi karê ilmî bê sînor kirin.

3) Name û nivîsên merkeza kurdnasiyê yên bi derve re, wê ji teref "Komita Elfaba nû" ya Sovyetê û komita herêma Zakafkasyayê bê kontrol kirin.

4) Rojnameya Êrîvanê "Rêya Taze" divê karaktêrên rojnamek herêmî-netewî bistîne. Herwiha jê (ji "Rêya Taze" A.F.) re qedexeye ko bi pirsên kurdên derve re eleqedar bibe.

5) Rêkirina rojname, pirtûkên dersan û yên edebî (bi zimanê kurdî) derveyî welêt qedexe ye.

6) Teknîkuma kurdî ya pedagojiyê ko li Êrîvanê ye hatiye reorganizekirin. Ji dêl wê ve mekteba partiyê (Sovpartþkola) hatiye vekirin. Mekteba partiyê ji bona herêmên ko kurd tê de di piraniyê de ne wê kadrên partiyê û yên sovyeta bigihîne. Di mekteba partiyê de li gor ihtiyacan, pêwîste beþekî pedagojiyê, yê nemezin bê parastin.

Her sê xalên ewil ko li jor hatine nivîsandin, di berpirsiyariya Komîta Elfaba nû ya herêma Zakafkasyayê û komîta giþtî ya Sovyetê de ye. Her sê xalên mayîn jî di berpirsiyariya merciyên herêma Zakafkasyayê û yên Ermenistanê de ne.

Ez rica dikim ko hûn derheqê vî karî de pêwendiyan bi merciyên Zakafkasyayê û Ermenistanê re deynin û vezareta derve agahdar bikin ko, gelo ji bona tedbîq kirina dîrektivên hukumetê çi tedbîr hatine stendin. Herwiha rica dikim ko hûn bizanibin pêþneyara guhertina teknîkuma pedagojiyê ji teref me û hukumetê de hate pêþkeþ kirin. Van pêþneyariyan li ser esasên meteryalên di dema minaqeþê de di dest me de bûn, hatine kirin. Lê belê divê ev meteryalên ha ji nû ve di ber çav re bên derbas kirin.

Eger ko di netîca kontrolê de diyar bibe ko ji bona gundên kurdan ihtiyac ji mamosteyan hebe; ji texmînên ko me kirine zêdetir be û eger ev ihtîyaca parastina ped-teknîkê pêwist bike, divê hûn bi komîta Zakafkasyayê re izahatên xwe ji mere rê bikin. Wê gavê em ê vê pirsê ji nû de di ber çav re derbas bikin.

Wekîlê Komîsarê gel (zam narodnovo komisara) Krestinskiy.".

Li ser dîrektîvên wezareta derve Skobelev di 29. 5. 1935an de ji Tiflîsê qerarên hikumetê yên derheqê saziyên kurdan ko hatine stendin, ji wekilê wezaretê Krestinskiy re vê raporê rê dike.

"Ji buroya Wezareta Derve heval Krestinskiy N.N. re:

Birêz Nikolay Nikolayeviç.

Îlawa nameya xwe ya N: 84/c 27. III. 1935an de radigihînim:

Qerara hikûmetê (muhtemele hikûmeta Gurcistanê be. A.F.) derheqê çareserkirina pirsa kurdî li gor van xalên jêrîn hatiye îþaret kirin:

1) Konferansa kurdî ya ko wê li Baku çêbiba hatiye îptal kirin.

2) Hemû karê kurdnasiyê li instituya zanistî a li Tiflîsê top bûye. Li vêderê seksiyona kurdnasiyê hatîye organîze kirin. Serokê wê heval Korvin e. ... Xebata wê bes di çarçova zanistiyê de ye.

3) Nivîs û namên derheqê kurdnasiyê de yên bi derve re, di bin kontrola komîta kulturpropaganda ya Zakafkasyayê de ne.

4) Redaktorê rojnama Êrîvanê "Rêya Taze" hatiye guhertin û rojname di çarçova qerarên hikûmetê de ne.

5)Þandina rojname û weþanên kurdî ji bo derveyî welêt hatine qedexe kirin .

6) Pedteknîkuma kurdî a li Êrîvanê reorgaîize bûye û ji dêl wê ve Sovpartþkola (mekteba partiyê û sovyeta) bi beþê pedagojiyê hatiye vekirin.

Bi silavên hevaltî M. Skobelev. Wekîlê wezareta derve".

Derheqê eynî pirsê de, dipagentê Sovyetê yê Êrîvanê Neymark di 5. 4. 1935an de bi nameyekê bersiva nama wezareta derve ya li Moskova dide. Rapor li jêre.

"... Bi qerarnama merciyên resmî yên vêderê, tevaya karê kurdnasiyê ji îdareya instituya Ermenistanê ya kultura madî hatiye stendin û dewrî filîyala akademiya zanistî ya Zakafkasyayê bûye. Akademiya zanistî li Tiflîsêye û bi wekaleta wezareta derve re di eynî xaniyî de dimîne. Eva jî kontrala wekaleta wezareta derve li ser karê merkeza kurdnasîyê hêsa dike ko karibe rê li xetayên ne di hesêb de bigire.

Bi vê ve girêdayî ez dixwazim iþaret bikim ko, hemû haziriyên xebatê yên ji bona çêkirina vê konferansê (Konferansa Kurdî ya havina 1934. A.F.) marîfetên Akademiya Zanistî ya filiyala Zakafkasyayê ye. Vekaleta wezareta derve derheqê civandina konferansê de bi taybetî ez agahdar kirim û berî konferansê ez rêyî Leninakanê kirim. Lê gava ez giham wê derê gotarên herî meþhûr yên Primov hatibûn xwendin.

Di roja ko em çûn Êrîvanê heval Primov li wekaleta wezareta derve bû. Heval Skobelev ne tenê Primov bê talimat hiþtibû û herwiha agahdariyên çewt dabû komîsariyata gel.

Piþtî wan agahdariyên jorîn, Neymark li ser saziyên kurdî û çalakiyên wan radiweste. Neymark radigihîne ko Rojnama kurdî "Rêya Taze" û Teknîkuma kurdî li Êrîvanê mane.. Rojname her ji þeþ rojan carekê der dikeve. Ew di xaniyê narkomzemê de dimîne. "Rêya Taze" bê îstîsna hewl dide ko jiyana rojane û rewþa kulturî û aboriya gundiyên kurd yên kolxozên Talinskiy, Abaranskiy, Kotayskiy û ... herêmên Ermenistanê (SSRA) pêþ ve bibe. Tenê ji kolxozên kurda yên herêma Vedinskiy (SSRA) û herêma Naxçiwanê kêm caran nûçe tên.

Di dema konferansa kurdî ya ko gelekî nav û deng dabû , Rêya Taze bi tu pirsên navnetewî elaqedar nebû û her wek berê, li ser karûbarên kolxozên kurdan dinivîsand.

Merciyên xwedî qerar yên Ermenistanê bi himet serokatîya rojnamê dikin. Rojname wisa miqate û bi tahamul e, mirov dikare mihakeme bike ko konsulên tirkan yên vê derê, nikaribûn tu qulpan jê re bibînin. Wek tê zanîn hemû hejmarên wê ji teref tercûmanên tirkan gelekî bi himet tên tercûme kirin.

Teknîkuma kurdî, êdî hatiye fesx kirin û ji dêl wê ve mekteba partiyê (sovpartþkola) bi beþekî mezin yê pedagojiyê hatiye vekirin. Her sal beþê pedagojiyê wê 15 mezûnan bide û teqrîben ewqasî jî beþê partiyê û beþê sovyetê wê mezûnan bidin. Îsal tenê beþê pedagojiyê wê mezûnan bide. 18 mirov mektebê xelas dikin. Ji wana 10 kes wê di kolxozên kurdan de karê mamostetîyê bikin. 2-3 ji yên mayin wê biçin herêma Naxçiwanê karê mamostetîyê bikin. 2 mirov wê biçin mekteba blind û yên mayin wê di karên partiyê an jî di sovyetan (yên herêmên kurdan) de kar bikin.

Midîrê mekteba partiyê mirovekî ne kurd e, belê bi kurdî dizane û di warê siyasî de xwe baþ gihandî ye. Dipagent NEYMARK"

Diyar e hewldanên Tirkiyê yên li dijî asurîyan, lazan û kurdên sovyetê di dema goft û goyên li ser guhertina rejîma tengavan dihate kirin, ji bona Tirkiyê netîceyên pozitif didan. Lê diyar e Tirkiyê bi barkirina rojnama "Rêya Taze" û beþê kurdnasiyê ji Êrîvanê û bi cih kirina wan li bajarê Tiflîsê, êrîþên xwe yên þowenîst li dij kurdan dujwartir kir.. Tirkiyê bazara xwe bi sovyetîyan re, derheqê têkbirina mafên kurdan berdewam dikir. Bi raporên xwe yên kone erîþî ser saziyên kurdan dikir û ew ji xwe re tehlîkek hayatî îlan dikir. Mînakek ji van êrîþên Tirkiyê, dipagentê Sovyetî Neymark di rapora xwe ya di 9. 5. 1935an de tîne zimên. Rapor li jêr e.

"Ji serokê qismê 1ê yê wezereta derve re.

Li gor agahdariyên di destê min de, demek berê Aral û Yilmaz derheqê pirsa kurdî de raporek bi dizî hazir kirine. Li gor înformasyonên di destê me de, muhtewa vê raporê eve:

Konsilên tirkan dinivîsînin ko "di van rojên nêzîk de xwendvanên mekteba ko jê re dibêjin "pedteknikum" ya li Êrîvanê wê mezûn bibin. Pêncî kes mezûn dibin (Bi rastî 18 mirov in. E.Neymark.). Ev hejmara ha ihtiyaciya mektebên gundên kurdan yên li Êrîvanê derbas dikin (bi rastî têr nake E.Neymark.).

Li Êrîvanê rojnama "Rêya Taze" hebûna xwe her berdewam dike. Hebûna wê li ser tixûbê Tirkiyê jo bo me tehdît e û iþareta dijminantiyê ye.

Bingehên karên derheqê kurdan li Azerbeycanê top bûye. Li Azerbeycanê di formeke otonomde herêmek bi navê Kurdistanê ava bûye. Tixûbên wê, herêma Karabaxê û Ermenistanê dighîne hev. Li vê derê rojnama tirkî "Kizil Kurdistan" û du rojnamên din tên weþandin. Her çiqas Yekitîya Sovyetê hewl dide bawerîya dostayê bide me, lê muhtewa van rojnaman mirovan dide isyan kirin û dijminatiya Tirkiyê dikin."

Neymark rapora konsilên tirkan dinirxîne û nerînên xwe ên di derheqê ve raporê de, ji wezareta xwe re rê dike. Neymark dibêje: "Wek hûn dibînin ji van îzahetên kurt yên vê raporê, bala tirkan li ser Kurdistana Azerbeycanê û herêmên Kelbajar û Laçîn kom dibin.

Bi rastî, berê, fikirên ko li vê derê herêmek Kurd ya otonom ava bikin hebûn. Lê paþê dev jê qeriyan. Lê diyar e li wan deran hin þopên van fikiran hîn berdewam dikin. Hebûna rojnama bi navê "Kizil Kurdistan" mînakeke. Divê heval Ilinskîy bala xwe bidê.

Derheqê sazîyên kurdî (rojname û teknikum) yên li Êrîvanê, ez bi heval Xanciyan re peyivîm. Wî ji min re got ko, eger van saziyên kurd ji Ermenistanê (SSRA) rakin û bibin Tiflisê, wê gelekî memnûn bibe. Lê vê pirsê ew bi xwe wê dernexe pêþ. Ewê gelekî memnûn bibe eger ko vê pirsê wezereta derve li Moskovayê an jî li Tiflîsê derxe pêþ.

Ji bona peþneyariya pirsa neqilkirina sazîyên kurd ji Êrîvanê li bajarê Tiflîsê, ez dibêjim, eger ji bo vî karî, wekîlê wezereta derve yê li Tiflisê bê wezîfe kirin, wê qerarek bi îsabet be... dipagent Neymark."

Netîceyên hewldanên dewleta Tirkiyê ên li dij gelê laz, asurî û kurd û yên ji bona guhertina qerarên peymana Lozanê, hedî hedî berê xwe didan. Qerarên peymana Lozanê îmkanên gelek fireh didan gemiyên dewletên ko bi bahra Reþ re ne cîran bûn. Di 20. 7. 1936an de li bajarê Montroyê qerarên peymana Lozanê yên derheqê tengavan de hatin iptal kirin û ji dêl wê ve peymanek nû, bi navê "Peymana Montroyê" ji teref Yekitîya Sovyetê, Tirkiyê, Ingîlterê, Fransayê, Bilgaristanê, Yûnanistanê, Romaayayê, Yugoslawyayê, Awistralyayê û Japonya ê hate îmze kirin. Li gor qerarên peymana Montroyê, rê li tevgera gemiyên herbê yên dewltên ko tixûbê wan li ser behra Reþ tunebûn, hate qedexe kirin. Bi vê peymanê Tirkiyê û Yekitîya Sovyetê gihan armancên xwe û pêwendiyên wan her çû xurtir bûn. Karbidestên Tirkiyê, di wê demê de, di organên masmedya xwe de, heþkere behsa nêzîkbûyina pêwendiyên xwe yên bi Sovyetê re dikirin.

Mixabin rastiyeke, nêzîkbûyina Tirkiyê û Yekitîya Sovyetê her demê li dij berjewendiyên kurdan bûye, an jî kurd ji vê nêzîkbûyina wan zerar dîtine. Bûyerên di sala 1937an de jî delaletê ji vê idîayê re dike. Di vê salê de gelek ronakbîrên kurd yên wek Ereb Þamilov di nav de tên hepskirin. Mektebên kurdî tên girtin. Rojnamên kurdî û "Rêya Taze" tên girtin.

Ez hêvîdar im ko ehemiyeta kultura kurd bi nivîsek wisa kurt be jî, wê bala mirovên kurd bikþîne ko dijminên kurdan di her demê de ne bi tenê di hindurê dewleta xwe de, herwiha di pêwendiyên navnetewî de jî, hewl dane ko rê li pêþketina kultura gelê kurd bigrin û qismên mayî jî, ji ortê rakin. Dewleta Tirkiyê, ji roja ko ava bûye û heta roja îro, êrîþên xwe yên siyasî, eskerî, ideolojîk û kulturî ji bona ko karibe stûna struktûra civaka kurd hilweþîne xistiye hereketê.


Zakafkas herema Gurcistan, Ermenistan û Azerbeycanê ye. Li van cumhûriyetan kurdên li Sovyetê dijîn.

Qest serhildana Agrî ye di sala 1930-31

AVP. RF. F. 0132, Op. 18, Por.N 950, Pop.N. 210, list. 60.

N.N. Krestinskiy di vê demê de wekîlê yekem yê wezareta reva ya Yekitîya Sovyetê ye. Di sala 1938an de Krestinskiy û Karahan Sefîrê Sovyetê yê li Enqerê ji teref hikûmetê de bi mirinê hatin ceze kirin.

Skobelev, wekilê wezareta derva ya Yekitîya Sovyetê yê Tiflîsê ye.

AVP. RF. F. 0132, Op. 18, por. 950, pop. 210, list 72-74

Mekteba teknîk

AVP. RF. F. 0132, OP. 18, POR.N. 950, POP. 210, List: 66-66%

Di vê demê de du hejmarên Rêya Taze. diþandin derve. Yek diçû Bexdayê û yek jî ji Bedirxanîyan re diçû Þamê jA.F.

A.V.P. R.F. F. 0132, Op. 18, Por.N. 950, Pap.N. 210, L. 53.

F. 0132, Op.N. 18, Por.N. 950, PapkaN. 210. list. 61-61%

Aral û Yilmaz karbidestên diplomatîk yên Tirkiyê ne. Aral konsilê Tirkiyê yê Leninakanê ye.


www.nefel.com