Dora Kîye ?![]() ![]() Dora Kîye ?Cara yekem, Zeynel Abidîn Ozalp ( Şêx Zeynî ), cara duyem, Selîm Dîndar, di nav mehekî da, hatin şehîdkirin. Du hembajêrî yên, bajarê Cizîrê, herdu jî, Endamên PDK ê bun. Zeynel Abidîn Ozalp ( Şêx Zeynî ), di 06.11.2009 de û Selîm Dîndar, di 02.12.2009 de hatin kuştin.Kurdistanî yên hêja, li hemberê welatparêz û Kurdistanî yan, fen, dek û senaryoyên devleta Tirk, bi kujerî yên tarî didome... Em hêvînin, hemu kesên PDK yî, yên bakurê Kurdistan ê, rewşenbîr, sîyasetmedar, hunermend, endamên rêxistin û partyînyên bakurê Kurdistan ê û welatparêzên Kurd, di van demên tenikda, xwe biparêzin. Dibe kû, dor were, me her kesî... Zeynel Abidîn Ozalp ( Şêx Zeynî ), bi destê kurê xwe hat kuştin û Selîm Dîndar jî, bi senaryoya pevçunek hat kuştin... Guman pir zêde ye. ... Tirsa, dagirkerên Kurdistan ê, ewe kû dawî li heytehol û saltanatên wan were. Hebuna kesên Kurdistanî, her dem dagirkerê Kurdistan ê, eciz dike. Dagirker herdem ji ber ecizîya xwe êrişkare û kujere. Ango dagirker Qatilî ye dike. Li dervayê welat, li bajêran, li gundan, li taxan, li komelan û li aşxanan, haydarê xwebin. Kesên kû, hun, pê bawer nabin, li cem wan, nekevin xewê. Dibe kû, dagirkerê Kurdistan ê, bi destên Îslamîyên sîyasî, yên, nîzikê we, hewl bidin kû, di xewêda, we bikuje. Kesekî din jî, kujerî yê, bigire ser xwe. Kesên tirsonek, mêran di xewê da, pir, rehet dikuje. Terorîstên Îslamî, ji Ser-jêkirina Mêran kêyfdar dibin... Şertê serkeftina Cîhatê, yek jî, Ser-jêkirine. Bi angorê qewlên Terorîstên Îslamî, çiqas pirtir serê Mêran Ser-jêkin, Cîhat waqas bi ser dikeve... Li başurê Kurdistan ê, El-Qaîde û El-Ensar vî buyerê pir pêk anî ye... * * * ![]() ![]() “Tororîzm bi kuştin û bi ziyana fizîkî dikenake nikare sîstemên heyî biguhere. Li gel hemû xerabîyên terorê heta niha tu kesî sitûyê xwe li hemberî terorê netewandiye.” Dîrektorê Foruma Rojhelata Navîn Daniel Pipes di nivîsareka xwe ya ku di rojnameya îsraîlî Jerusalem Post de hatiye weşandin de tîne ziman ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji Humeynî û Usama Bin Ladin talûketir e. Pipes, di vê nivîsara xwe de Ayetullah Humeynî, Usame Bin Laden û Nidal Hesen wek rêberên versiyona yekem û Erdogan, rewşenbîrê îsvîçreyî Tarik Ramadan û endamê Kongreya DYA yê Keith Ellison jî wek versiyona duyem ya bizava îslamî binav dike. Pipes versiyona yekem a ku Erdogan jî di nav de ye, ya herî bi talûke ji bo şaristaniya (medenîyeta) rojava binav dike û wiha dibêje : “Her çiqas versiyona yekem di nava hewildana ji holê rakirina hemû astengiyên li pêşîya sîstema şerîatê de be û bi yek êrîşî 3 hezar kesî bikuje jî, dema ku meriv bala xwe bide 30 salên dawîn dibîne ku nikare bigihîje armanca xwe. Tororîzm bi kuştin û bi ziyana fizîkî dikenake nikare sîstemên heyî biguhere. Li gel hemû xerabîyên terorê heta niha tu kesî sitûyê xwe li hemberî terorê netewandiye.” Pipes bi berdewamî wiha dibêje : “Her çiqas versiyona yekem bi rêya tundîyê car caran bibe desthilat jî, meriv dibîne ku versiyona duyem bêtir bikêr tê. Yên ku di vê versiyonê de cîh digirên dixwazin xwe bi xelqê bidin xweşkirin. Ew bi vî awayî di sala 1992an de li Cezayîrê, di sala 2001ê de li Bangladeşê, di sala 2002an de li Tirkiyeyê û di sala 2005an de jî li Iraqê hilbijartinan qezenc kirin û bûn desthilat. Berevajî Serokkomarê Îranê Mahmud Ahmedînejad ku di kolanan de bi muxalefetê re pev diçe û Bin Ladin ku di şikeftan de xwe vedişêre, Erdogan xelqê îkna dike, Komara Tirkiyeyê ji nû ve bi rêkûpêk dike û dibe mînakeke balkêş ji alema îslamê re.” 25.11.2009 * * * Berdewama nivîsê heye... 08.12.2009 Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun![]() ![]() ![]()
![]() ![]() ![]() Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !http://www.pdk-xoybun.com
|