Heciye Cindî (1908-1990) fîlolog û nivîskarê Kurd e. Heciyê Cindî, nivîskarê pirtûka Ûsiv û Zelîxe ye.
Prof. Heciyê Cindî, di sala 1908- de, li Gundê Amançayîr girêdayî Qersê Bakurê Kurdistan ê ji malbakteke Kurdên Êzîdî ji dayîk bûye. Di salên 1918'an de, ji ber komkujî û êrîþên leþkerên Tirkan, ew direvin derbasî aliyê Sovyetê dibin. Li wir Hecî bê xwedî dimîne, lewra jî dikeve Sêwîxaneyê û di wir de jiyana xwe destpê dike. Her eiha jî di sêwîxaneyê de bi sedan zarokên Kurd yên bi xwedî hebûn, di sêwîxanê de perwerdeyên sereke û yên navîn dibînin. Hey asala 1929-an, ew derbasî qursa amadekirina mamostayetiyê dibe. Di sala 1930-an de, dikeve Fakulteya Êrîvanê ya Fîlologiyayê dibe.
Wisa jî dibe xwendevanê Kurd yê yekemîn ku li Ermenîstanê di fakultê de tê qebulkirin. Di sala 1932-an de, dest bi berhevkirina meteryalên zargotin û floklora Kurdî dike. Her wiha jî ji sala 1930-an de, di Riya Teze de dixebite. Her wiha jî di Rado yê Kurdî ( ku tenê nûçe diweþandin ) de xebitî.
Serokê akadîmya pedogojiya Kurdî ya li Ermenîstanê bû. Di sala 1938-an de, ji aliyê rêvebirtiya Sitalîn ve li gel gelek rewþenbîrên Kurd yên dinê, bi tewana ku ajanên dewletên Împeryalîstin, tê girtin û davêjin zindanê. Piþtî ku azad bû, dîsa dest bi afrandin û xebata xwe kir. Gelek pirtûkên dersan ji bona dibistana nivîsandin, çend pirtûkên ji zimanên din wergerandin zimanê Kurdî, gelek pirtûkên berhevkariyê çapkirin. Di aliyê din de jî, di yekîtiya rewþenbîrên Kurd, di yekîtiya nivîskarên Kurd, di akadîmya Kurdzaniyê, di rojname û komîsonên ziman de roleke xwe ya pêþengî leystiye. Ew di aliyê raman û jiyana xwe de jî mirovekî zana û pêþkeftî bû. Yekemîn Kurd li Qafqasya ku keçênxwe diþîne dibistanên bilind ewebû, yekemîn Kurd yê Qafqasya ku eçên xwe bêyî Qelen û li gorî daxwaza wan dizewicîne dîsa ew bû, di nava hemû Kurdên Suvyetê de yê ku herî zêde afrandin û xwedan berheme dîsa ew bû. Prof. Heciyê Cindî, di 1-ê Gulana sala 1990-î, çavênxwe ji cîhanê girt û çû ser dilovaniya xwe.
Li pey xwe zêdetirî 110 pirtûk, berhevok û lêkolîn hîþtin. Hîn jî gelek berhemênwî hene ku nehatine çapkirin.
Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
Ewê, di pêþerojê da, li dora sinorê, Kurdistana Mezin, 1500 + 500 = 2000 Miqerên Arteþî, bên çêkirin...