PORT Û SHÎRET PORT Û SHÎRET Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Em bûn çera hirç û gura Bûn alifê ga û kera Heval bibin tev Markisî Bawer mebin bi hîç kesî Bi pêshde gernas û shiyar Êrish bikin sênca neyar Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Win kom bikin zêr û pera Zû çêbikin serleshkera Kurd perçe-perçe çend kerî Doza xwe nabin ta serî Kole di bin destê neyar Çawa bibim jê hêvîdar ? Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Divêm shiyarbin hey heval ! Bidin di vê rê can û mal Li ser çîyan shepal û shêr Êrîsh bikin li jor û jêr Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Eger wesan çend perçebin, Dê tim di bin zorêdebin Ger em nebin yek perçe ar Guh nadî dengê min neyar Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Lê Markisî nabî dubin Gernas di binde radibin Destan bidin hev bibne yek Êrîsh bikin dijmin bi çek Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Bibin fidakarên welêt Ji xwe bikin sherm û fehêt Êrish bikin dijmin bi sher Gava shikest win bidne ser Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Herwek Viyetnam sher bikin Dijmin ji hev ker-ker bikin Dostên mene tev Markisî Turk û Ereb û Farisî Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Hewsar medin dest borcewaz Mebin çera hirç û beraz Cotar û herçî dest qirêj Em tev birane hê ji mêj Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Welat bixwazin rast û çep Turk û Ecem, Kurd û Ereb Destan hemî em bidne hev Lê nebtenê bêjin bi dev Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Her yek di nav qada xweda Dest bidne hev jar û geda Herçî hevelên koledar Ji bo me ew herdem neyar Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Çend sale ev gîr û hewar Carek ji xew nabin shîyar ? Îro shîyarbûne ji xew Dîsa dibin wek çêlekew Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Shah û beg û axa neyar Dost û hevalên koledar Shêx û melayên sexteçî Em kirne "sofi" û "heci" Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Dest bidne hev tev mêr û jin Xort û keç û biçûk, mezin Em tev ji vê berpirsiyar Besin ji xew rabin - shîyar Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Cihan hêjî bûn dubend Wan dane mil gurz û kemend Bendek li jor û yek li jêr Bendek bi xwîn û yek bi zêr Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Shêr shêre, jinbî yan jî mêr Navê tevan danine shêr Gava ku tê dengê piling Destê me naçî ser tiving Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Xûshkê tu jî hînbe shera Zû nasbike derb û bera Wek mêr tu karî sher bikî Dijmin ji hev ker-ker bikî Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Benda me gernas, xurtemêr Lê tev nezan û tev nekêr Bê zêr dibin destê neyar Ta kengî em nabin shîyar ? Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Heval shîyar be, rê bizan Dûrkev ji destên van dizan Cotar û karkar, xwendewar Tev bibne yek em dost û yar Gernasî karî sher bikî Dijmin ji hew ker-ker bikî Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Ev perçebûn nejber xwe tê Gayê zexel naçî xetê Barê giran, ker naçî ber Seyda ji ber xûn bû ciger Kurdên ji Zagros û Keper Çawa bitirsin ew ji sher ? Guh medne van shêx û bega Çavsor dibin wek conega Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Hawîr biborin wek beran Pîkol bikin li her deran Tirsê bixin cergê neyar Hem xûnvexar û koledar Hela were, hela were ! Seyda ciger xwîn bû bira ! Cegerxwîn Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |