PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN PDK - XOYBUN
Cejna Kurdên Êzîdî, ya Şêx Hadî, pîroz be.
Cejna Kurdên Êzîdî pîroz be.
Lalişa Nuranî
Malpera : http://www.pdk-xoybun.com, Cejna Kurdên Êzîdî, ya Şêx Hadî, li tevaya gelê Kurdistanê, bi taybetî, li xwişk û Birayê meyên Êzdî, ên Kurdistanê û ên li seranserê, cihanê, Piroz dike... Cejna we, pîroz be.
Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
Ewê, di pêşerojê da, li dora sinorê, Kurdistana Mezin, 1500 + 500 = 2000 Miqerên Arteşî, bên çêkirin...
Ji ber dujminê hovû femkor dil rêş e.
Pêşmerge hatin bawerî bi şoreş e.
Bi gorê merova qeder li me reş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Xortê Kurd şehîd bun buk bi gula reşe.
Hêsîr barandin qîz û bukê çav reş e.
Barzanî deng da bawerî bi şoreş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Tirk, Ereb, Fars û Azerî tev bext reş e.
Xort û qîz bi bawerî duyê şoreş e.
Got dilsozim dawîyêda nerureş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Hespê li deşt dibeze, enî lê beş e.
Sar diwê azadî jîyanra pêşkeş e.
Cengawer amade li rêya şoreş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Kurd kêyf xwaş e, agir gur û ne rureş e.
Gel jî wekê Kawa bi ceng û şoreş e.
Agirê Newroz bilind bu duman reş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Li malan şîn e jin bi tevgera reş e.
Dengê due xwandînê hat ji Laleş e.
Ji Zerduşt virda Kurd şehîdê şoreş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.