PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Hozan û peyda bûna Hozana Kurdî




Dîroka ozanê vedigere ser dirêjahîya pêkhatin û hebûna ziman. Hem mirovên despêkî û hem mirovên medenî, di hemî devranan da ev bi kar anîne û di hemî welatan da hozan gotine û xwandine. Di wê navberê da ev pirsyare dête holê ku çima hozan hatiûye û hozanvanan bo çi ev di nivîsandin”

Derheq wê pirsê bersivên cor bi cor hene, êk ji wan bersivan eva hane ku hozan sehekê ji jînê didete mirovan. Me wek civatekî sivîl pêdvîyekî gelek hindurî bi wê çendê heye ku em bi canekê pir bûy, kurtir û baþtir bijîn.

Kakila hozanê "tecrube" ye, hozanvan paþkokên zanînên pêþtir, ku ji wê jî pêþtir seh û dîtin û tê fikirîn hilbijartîye bi hevre girê didet û zanînên nûv di ziman da diafirîne ku ev jî di çarçovekî dîharî kirî da dihên formole û rêxistin. Xala herî bihagiran di wê afirandinê da eva hane ku di wê ser û bendê da xwandevan jî dê bikarît ji wê zaniûnên nûv da piþikdar bît û mifahê ji wê vergirît.

Bi wî avayî hozanê du mijar hene, di destpêkê da dikare wek amrazekê bi kar bihêt, ku heta zanînên me ên çandî û edebî, zimanvanî baþtir û kurtir biket û tevî rewþ û kawdanên niha webir bin. Ji alîyê dinve mîna neynûkekê tim zanînên me di nav wê da saf û temîz bin, anku kakilekî wxedî mifah hebe û kesên din bikarbin vêcê jê wergirin.

Serdemê Impiratorîya Usmanî û Þahê Sefewî serdemê geþ û xurt bûna çanda Kurdî bûye Lê hozana Kurdî çavane û Kurdan ji kengî were dest bi vehandina hozanê kirine”

Heger bi hûrî deyna xwe bidin dîroka Kurdistanê, ya ku niha li ber destan daye dê ji mere rohn bît ku hêj d[roknas ` ed[ban nekar[ne d[roka serrast a hozana Kurd[ peyda bikin, gor dîrokê hozanvanên herî mezin ên Kurdan di çaxê desthelatdarîya Impiratorîya Usmanî û Þahên Sefewî da peyda bûyin. Netewa Kurd xwedîyê dîrokekî kevnar û tijî xebat ` berxwedanîye li dijî hemî wan rijîmên ku Kurdistan dagir kirine, xasmanî evên ku bi merema tepeser kirina wî gelî li ser çand ` keltora netewa Kurd rêkkeftine. Dujminên gelê Kurd di pêvajoya dîrokê da çi gavekê xemsarî ji bo bin bir û bin ax kirina giþt warê rewþenbîrî û edebî û çandî û rûyên bajêrvan ên gelê Kurd nekirine . Bo nimûne þewtandina Pirtoka Mem û Zîn a Ehmedê Xanî di Istenbolê da. Lê bi her terzê heyî, hin ber per ji wan berperan di nav çengên wan da derkevtin û ronahî dîtin, wek Þerefnama Þerefxanê Bidlîsî ku serbara Kurdistanê di warên (siyasî, civakî, edebî, çandî)di wê da bi zimanê Farsî hatîye nivîsandin. Lê evên din hemî bi destê bîhanîyan û bi dilê wan û gor qazancê wan û bi mirama veþartina warê rewþenbîriya Kurdî hatine nivîsandin. Di serdemê Mîrên Kurdistanê da hozana Kurdî heya qasekê di hewayekî serbest da hatiye vehandin, çi evên ku wek pirtok hatine nivîsandin yan dev bi dev hatine parastin heta gihîþtine wî serdemî: Wek Þerefxan di bêjît: Di serdemê Cizîrî da Mîr Þeref Mîrê Cizîrê bûye û cizîrî du parç hozan jê re di bêjît.

"Ey þahen Þahê moéezzem, heq nigehdarê te bî

Soreyê îêna Fetehnaê devr û berê te bî"

û paþê dibêjît:

"Ne tinê tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin Sed wekî þahê Xurasan di fewarê te bî"

Belê hozana Kurdî vedigere berî mîrên Kurdistanê ku dîhare dagîrkerên Kurdistanê nehêlane dîroka wê bi awayekî kilasîkî were nivîsandin û parastin.