PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ehmedê Xanî, ( 1651-1707 )




Ehmedê Xanî, ( 1651-1707 )

Tablo ji alî hunermendê kurd
Qulîxanê Memed hatiye çêkirin.

Ehmedê Xanî þairê kurdan yê netewî ye. Xanî di sala 1651 da li navça Hekkariya hatiye dinê, di sala 1707 da li Bazîdê wefat kirîye.

Berî Ehmedê Xanî hozanên wek Elî Herîrî, Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran bi zimanê kurdî berhemên hêja afrandibûn, ango Xanî ne kesê yekemîn e ku bi kurdî helbest nivîsandine, lê ferqa wî ji wan þairên berî xwe ew e ku wî doza azadiya gelê kurd wek mijara sereke daye ber xwe.

Berhema wî ya manzûm "Mem û Zîn" wek sertaca edebiyata kurdî ya klasîk tê pejirandin. Ew ji bo gelê kurd bûye çavkaniyeke netewi ya giranbiha. Xanî ji bo afrandina nasnama netewî, ji bo bilindkirina ala yekitî û azadiya kurdan ev berhem nivîsandiye.

Herçend ew dastan-çîrokeke evînî be jî, hozanê mezin xwestiye bi riya wê çîrokê fikir û ramanên xwe, daxwaz û pêþniyazên xwe pêkêþî gelê xwe bike.
Bilî "Mem û Zîn" du berhemên wî yên din jî hene, "Nûbar" (Nûbahara Biçûkan) û "Eqîda îmanê".Wek tê zanîn Nûbar ferhengoka kurdî ya pêþîn e, wi ji bo zarokan nivîsandiye.


"Ez mame di hikmeta Xwedê da,
Kurmanc di dewleta dinê da,
A ya bi çi wechî mane mehrûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?"

* * *

Kurmanc ne pir di bê kemal in
Emma yetîm û bê mecal in,

Fîlcmle ne cahil û nezan in
Belkî sefîl û bê xudan in.

Ger dê hebûya me jî xudanek
Àlî-keremek, letîfedanek,

Ìlm û huner û kemal û iz´an
Þi´r û xezel û kitab û dîwan


Ev cins bibûya li ba wî me´mûl
Ev neqd bibûya li ba wî meqbûl,

Min dê `elema kelamê mewzûn
`Alî bikira li banê gerdûn

Bi navê ruhê Melê Cizîrî
Pê hej bikira `Elî Herîrî

Keyfek we bida Feqihê teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran.




Ehmedê Xanî



Nivîsa li ser kevirekî gora Xanî




Tirba Ehmedê Xanî, li Bazîdê