PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



FEQÎYÊ TEYRA (1590-1660)




Feqîyê Teyra

Feqîyê Teyra(n) yek ji wan þairên kurdî yên kevin ne ku li Kurdistanê pir tên naskirin. Di navbera berhemên wi û zargotina (edebiyata devkî) kurdî da pêwendîyên xurt hene. Helbestên wî bi wezin û naveroka xwe ve nêzîkî edebiyata xelkê ne. Feqîyê Teyra di helbesta xwe da weznê "Hezac" bi kar tîne ku nêzîki zargotina kurdî "4+4" e...


Ê derbazbin rojên xefûr
Ê bên rojên qenc ên kibîr
Xwe re bikin ra û tevdîr
Hêsîr nebin ber zilma mîr.

***

Efrandinên Feqîyê Teyra yên ku heta niha mane û tên naskirin ev in:


Þêx Sen´an
Qewlê Hespê Reþ
Ber Sîs
Helbesteke dirêj bi navê
"Hey av û av".


Þêx Sen`an cara pêþin sala 1965an da li Moskovayê hatiye çapkirin. Latiniya wê jî bi amadekarîya Memo Yekîn, sala 1986an da di nav Weþanên Roja Nû da derket.