PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



MELAYÊ CIZÎRÎ (1570-1640)


Dîwana Melayê Cizîrî ne tenê di edebiyata kurdî da, lê herweha di tevaya edebiyata Rohilatê da berhemeke bijarte ye. Latînîya wê cara pêþin di sala 1987an da di nav Weþanên Roja Nû da hat çapkirin.






"Gulê baxê Îremê Bohtan im Þebçiraxê þebê Kurdistan im"


Dil ji min bir

Þox û þengê zuhre-rengê
Dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybet-pilingê
Dil ji min bir, dil ji min.

Wê þepalê misk î xalê,
Dêm-durê gerden þemalê,
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir, dil ji min.

Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min bir dil bitalan
Goþeê qewsê hîlalan
Dil ji min bir, dil ji min.

Dêm nedirê bo ebîrê
Xemrî yû gîs û herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir, dil ji min.

Sur-þirînê nazenînê
Kuþtim û nakit yeqþnê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir, dil ji min.

Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cuhtê þebaban
Dame ber pence w kulaban
Dil ji min bir, dil ji min.

Xoþ-xeramê, ez xulamê
Nazikê þirîn-kelamê
Tûtîya eywan meqamê
Dil ji min bir, dil ji min.

(...)