BAXÊ SORGULAN BAXÊ SORGULAN Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan TeÞbîhê bezma bengîyan, hevdengê hevbûn çeng û def Manendê mest û serxweÞan, ez çûme bezma mehwesan Ebrû keman û çavreÞan, cerg û dilê min kir hedef Peygan di cergê, dîlberî ten bûye sendûqa berî Seddeq ji husna wî perî, hêja li min bû, kerb û gef Hêja li min bû kerb û kîn, zahir xezeb, batin kenîn Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê me dîsan kir telef Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min kir gellek Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me tînin qiÞt û lef Xemrîy û qiÞt û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk alîyan bûn sef bi sef Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebeÞ hindek fireng Vêk raperandin wek xedeng, dîger hebûn wan laf û leff ( geff ) Diger hebûn de´wa û Þerr, derbû li min tîpa teter Jêk rakirin qelbu cîger rihtin ji dil xwîna bikef Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar ji fincana sedef Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin Wellah „ ji dil kher-kher kirin, „ Xanî “ bi sed ah û esef ( Xanî bese! Ah û esef ) Ehmedê Xanî Berhevkirin: Abdurrahman Durre Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |