PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



ZIMANÊ STRANAN


Mehmet Bayrak

ÊVAREKÊ em li mala dostekî rojnamevan rûniþtine. Ev heval bi xwe ji kevneþopîya çepên berê tê. Kasêtekê dixe teyîbê. Muzîka ku ji stranên hêla Elezîzê pêkhatibû çawa destpê kir, wî hevalî jî dest bi gazinan kir.

”Yahû, wan rojên han ez di MED-TV ê da skeçekî temaþe dikim. Aktorekî skeçê bi tirkî stranekê dibêje, yê li hemberî wî;

-Aaa, ew strana me ye û eslê wê kurdî ye, dibêje û dibe mize-miza wî.

Aktorê din dest bi straneke din dike, dîsa eynî bersiv, eynî mize-miz bi kurdî. Ev çawa dibe, ji bo xatirê Xwedê, ma zimanê stranan jî dibe?..”

Ev heval fêrbûye, heta niha bi navê enternasyonalîyê li her tiþtî bi barçavkên tirkî binêre, ji bo ku ez erza wî neþkênim min bi kurtî weha jê ra gotibû:

”Min bi xwe ew skeça MED-TV temaþe nekirîye. Lê wek nivîskarekî ku li ser çanda gelî û nemaze li ser beþê wê yê stranên gelî xebitîme û bi edebîyat û hunerê va eleqeder bûme, dikarim weha ravebikim: Her þaxekî hunerê çawa xwedîyê ziman û þêweyên gotinê ên muþterek in, wisa jî xwedîyê ziman û þêweyên gotina xwe ya xweser in jî. Û nemaze dema gotin li ser edebîyata devkî be, hingê ev rastî bêtir xuya û zelal dibe. Li alîyê din wexta gelek endamên gelên pir jî hev cuda jî ji berhemekê zewqê bigrin, av nayê wê manê ku zimanê wê afrandina hunerî nîne. Divê qet neyê jibîrkirin, rîya ku diçe gerdûnîyê, di netewatîyê ra derbas dibe. Paþê wek lêkolînerekî ku him antolojîya stranên gelî ên tirkî, him jî ji bo cara yekemîn antolojîya stranên gelî ên kurdî derxistîye, ez dikarin bibêjim; stranên kurdî ku heta niha di binê îpotekê da bûye, beþekî mezin jê hatine wergerandin, guherandin û wek stranên tirkî tên pêþkêþkirin. Yanî evana stranên kurdî bi zimanê tirkî ne. Nimûneyên ku di vê kitêbê da cî girtine, vê rastîyê nîþanî me didin. Ev pirtûk di dewra 70 salên komarê da cara yekemîn bû derket, lê hat komkirin û bû ûþtê (gerekçe) cezakirina min. Berê, ji ber ku li ber me tu berhemên nivîskî tunebûn, eger me hizir bikira jî , nikaribû derxista þiûrê. Lê îro bê hejmar nimûneyên vê hene di destê me da. Bêguman dema ku du xelk bi sedsalan li tenêþta hev bijîn, bivê nevê ew herdu kultur û kulturên din li hevdu tesîrê dikin, bi vî awayî nemaze di warê muzîkê da stranên têkil hev derdikevin meydanê. Lê stranên gelî yên kurdî, ne bi awayê danûstandinê, tenê bi standina yekalî û bi wê îpoteka ku li ser heye berxwe didin..”

Ev þirovekirin li vî hevalî xweþ nehat. Nehat ji ber ku fêrbûye bi navê enternasyonalîzmê li hertþtî bi berçavkên tirkî mêze bike. Þeva me ya ku bi xweþî dest pêkiribû, bi nexweþî dawî anîbû...

Bi rastî jî em fêrnebûne ku bi hiþekî azad li ser tiþt û bûyeran niqaþan bikin. Em navê sosyalîstîyê, enternasyonalîstîyê bi xwe va bikin jî, di rastîyê da em di binê tesîra sîyasetên kultura kemalîst da bûn. Mêjîyên me bi dîtinên kemalîzmê hatibûn çîtberkirin. Ji ber ku çepîtîya me, sosyalîstîya me jî di eslê xwe da ji mahreça kemalîst û tirk bû. Gelek caran, bêyî ku em wê bizanibin, binasin me li ser kultureke qedexekirî hukum dida. Me ne jî bo rûberîhevkirinê tu xabat kiribûn, ne jî di vî warî da pirtûk xwendibûn.

Hîna di salên 1970-yî da, wextê ez di TRT (Radîyo û Televîzyona Tirkîyê NW)da dixebitîm, min bi Nîzamettîn Ariç ra û bi hin hevalên din ra li ser vê meselê qise kiribû, lê min ew hizrên xwe derbasî ser kaxez nekiribûn. Paþê heta ku min kovara Özgür Gelecek û antolojîya Klam û Stranên Kurdî derxist. Tiþtekî balkêþ e, him nivîsa min a bi navê ”Çanda kurdî û polîtîkayên asîmîlasyonê di pêþdaçûna dîrokî da ”, him jî ev kitêba min hatin komkirin û cezakirin. Herçend mehkema wan li dor 500 heb ji wan stranan wergerandine tirkî û tesbît kirin ku ew hemû jî stranên evînî û bengînîyê ne, dîsa jî ew hatin komkirin û cazakirin...

Di sala 1989´a da, bi navê Mehmet Korkmaz hevalekî minê Dîyarbekrî ê rojnamevan, di kovara Metro ya wê dewrê da li ser vê pirsê nivîseke gelekî balkêþ nivîsandibû, û gelekî deng dabû. Dûra min ew miqala wî ya bi navê ”Navê Cot standartîyê: Bi eslê xwe kurd bi gotina xwe tirk” girte nav kitêba xwe jî. Di wê miqalê da, wî gelek ji stranên kurdî bi navên xwe yên eslî, û ji alîyê kîjan hunermendê kurd va tên gotin, û kê wergerandîye tirkî, bi çi navî û ji alî kê va bi tirkî tê strandin, hemû bi awayekî rûberhevkirî dida. Piranîya wan stranan, di serî da ji alî Îzzet Altinmeþe, gelek kesan va bi zimanê tirkî hatibûn veçêkirin û gotin.

Strana ”Ey Firat Firat” ya ku Þivan dibêje, ”Ez kevok im lê lê ” ya ku Hesen Cizrawî dibêje, ”Dîyarbekir Paytext e” ya ku Seîdê Hemo dibêje, û yên anonîm wek ”Gulîzer”, ”Dayka min”, ”Lê Nazê, lê Nazê”, ”Berçem berçem diçûme” tenê hinek ji wan in, yên ku ji alî dizek û derewkar Îzzet Altinmeþe va bi tirkî tên strandin. (...)

Divê em ji bîr nekin ku kes derewan dikin, lê stran tu wextê derewan nakin!.. Û dîsa em ji bîr nekin yên ku stranên xelkekî çêdikin, ji yasaçêkerên wî xurttir in!..