EV DINYA PIR XWEÞ E EV DINYA PIR XWEÞ E Pir xweþe pir xweþe Ev dinya pir xweþe Yar paldaye ser min Rû wek gula geþe Dev likenin sorgul Ser dihejin sunbil Xurxur ji avê tê Hilm û sirra bê tê Pir xweþe pir xweþe Ev dinya pir xweþe Yar paldaye ser min Rû wek gula geþe Destê yar bi destim Ez serxweþ û mestim Kûpik dev û lêvin Mêze herdû sêvin Pala xwe da ser min Bê fehêt û þermin Gelek xweþe ev jîn Em bûne wek Mem û Zîn Pir xweþe pir xweþe Ev dinya pir xweþe Yar paldaye ser min Rû wek gula geþe Em zava û bûkin Pêwan li me çûkin Pal dane ser þînî Kesek me nabîni Hawir me zennar in Perde pel û darin Guldestê evûnê Daxwaza vê jînê Pir xweþe pir xweþe Ev dinya pir xweþe Yar paldaye ser min Rû wek gula geþe (…) Cegerxwîn, Dîwana 4a, Ronak Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |