DILA DILA Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî Dilarama! Ne mec’zûbek heye, sirra te jê xalî Eger sirra di qelban e, weger Nûra di wechan e Bi min yek reng û yek ta ne, di gel yek bûn li wî alî Ji xeybê ew bi yek hatin, hemî cotin ne tek hatin Wekî çavêt belek hatin, bi hev ket Þahî û te’lî Eger çist e eger Nûr e, eger nêzîk eger dûr e Birîna aÞiqan kûre, ji ser tîra kurrê Zalî Ji ser tîra mucewher bû, çi awir bû, çi xencer bû Ji bo min ra muqedder bû, dema puf kirne selsalî Weger selsal û fennar im, tijî nûrim tijî narim Di batin Þubhê xunkarim, bi zahir ketme vî Þalî Bi zahir Þalê xweh zîba, gellek etles gellek dîba Gellek sîm û gellek Þîba, me havêtin, cîger nalî Cîger nalî me havêtin, hemî yek yek hilavêtin Gello kî bit ku navêt in, hebînek çar û deh salî Meger hermin divê dîlber, du sed îlman bikim ezber Ji xilxalan dibit ebter, Mela meqsûde xilxalî Mela meqsûdê min xal e, ne mulk û menzel û mal ê Ne îlm ê qal e, Ê hal e, me hasil kir bi ebdalî Me hasil kir bi xêzanî, bi muÞtaqî, bi heyranî Wekî genca di wêranî, me peyda kir bi remmalî Bi remmalî me peyda kir, dilê xemgîn me pê Þa kir Neqîyyîl-xed û îbra kir, wekî zêrra du sed salî Neqîyyul-xed tilaya nin, berat û emr û ferman in Bi tuxra û bi nîÞan in, di dest uÞÞaqê delalî Ehmedê Xanî Berhevkirin : Abdurrahman Durre Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |