PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN PDK - XOYBUN
Mîr Ferhadê, Kurê Mîr Tehsîn Saîd Beg, di 18.09.2013de Wefat Kir... Serê Malbata Mîrê Lalişê, Mîr Tehsîn Saîd Beg, Saxbe.
Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
P D K - XOYBUN
18.09.2013
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, bi bihîstina wefata Mîr Ferhad ê, Kurê Mîr Tehsîn Saîd Beg, xemgîn bum... Cîyê Mîr Ferhad, li Bihuştê li cem Melekan û li ba Melekê Tawus be. Serê Malbata Mîrê Lalişê, Mîr Tehsîn Saîd Beg, Saxbe.
Kurdistanîyên Hêja : Di 18.09.2013 de, Mîr Farhad ê Kurê Mîr Tahsîn Saîd Beg piştî newaşîya giran wefat kir. Ez sersaxî bona malbatê Mîr Tahsîn Saîd Beg dixwazim, rahma Xwedê û Tawisî Melek lê bê.
Ji ber dujminê hovû femkor dil rêş e.
Pêşmerge hatin bawerî bi şoreş e.
Bi gorê merova qeder li me reş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Xortê Kurd şehîd bun buk bi gula reşe.
Hêsîr barandin qîz û bukê çav reş e.
Barzanî deng da bawerî bi şoreş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Tirk, Ereb, Fars û Azerî tev bext reş e.
Xort û qîz bi bawerî duyê şoreş e.
Got dilsozim dawîyêda nerureş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Hespê li deşt dibeze, enî lê beş e.
Sar diwê azadî jîyanra pêşkeş e.
Cengawer amade li rêya şoreş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Kurd kêyf xwaş e, agir gur û ne rureş e.
Gel jî wekê Kawa bi ceng û şoreş e.
Agirê Newroz bilind bu duman reş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Li malan şîn e jin bi tevgera reş e.
Dengê due xwandînê hat ji Laleş e.
Ji Zerduşt virda Kurd şehîdê şoreş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi şiklên Curbe-cur kuştine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi şiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li şeş devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...