PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Helbestek ji bo 105 saliya rojnamegeriya kurdî



Merwan Gedo

Helbestek Ji Bo 105 Saliya Rojnamegeriya Kurdî

Bîst û didwê nîsanê
Ronî daye gulanê
Ava çeman xurt dibe
Mizgînî da cîhanê.

Çanda Kurdî destpêkir
Hozan bêrya ristê kir
Rojname dihate der
Gazî li xuristê kir.

Ey xurista ker û lal
Te roj li min kirin sal
Evîn li min geş bûye
Êdî nema diçim mal.

Ez im kenê biçûka
Xemla zava û bûka
Ez qêrîna Helebçe
Li kolan û li sûka.

Miqdad Midhet Bedirxan
Cegerxwîn û Ordîxan
Lehî li min rakirin
Bûm dermanê nesaxan.

Ez evîna lawa me
Hêza dilê Kawa me
Keçik rewşa dîlanê
Ez awira çava me.

Folklor û rewşenbîrî
Saza dilê Herîrî
Xama Ehmedê Xanî
Hêvî dida Cezîrî.

Ez xuşxuşa çema me
Rengê Gul û lema me
Bîst û didwê nîsanê
Ez cejna rojnama me.

Rojnamegerî hilat
Ronahî daye welat
Min rojname guvaştin
Bîna yara mi jê hat.

Yara şêrîn kubar e
Bejin dara çinar e
Çanda Kurdî xemilî
Evîn li min dibar e.

Ez helbesta Tîrêj im
Derdê yarê dibîjim
Ez kultûra Celadet
Dîrokek pir dirêj im.

Ez im xwîna şehîda
Ava gulên omîda
Xama Xanî hespê sor
Da seyran û cirîda.

Yarê rewşa seyranê
Piştî tava baranê
Ez evîndar û mest im
Li dawiya nîsanê.

Cergê jar û dilê mest
Evîn ji min her dixwest
Ez diketim ramanan
Bûm dîndar û olperest.

Ez sûnd dixum bi Laleş
Bi kulîlka dêmên geş
Ji bo yarê dîrok im
Ez birûska şevên reş.

Ez rojnama bi deng im
Zanyar û pir çeleng im
Ji bo evîna yarê
Pakrewan û leheng im.

Evîna min beziya
Xwe gihandî gaziya
Birînên min dirûtin
Mîna ta û terziya.

Dema Şêrgo helbest xwend
Rewşek dida hunermend
Rûdêma yarê geş bû
Bûm evîndar û revend.

Yarê rewşa wan çavan
Ez xistime nav davan
Evîn derya bê dawî
Ez nabînim peravan.

Bi hêvî me ji jîra
Serok û rewşenbîra
Yara min bi parêz in
Min bighînin cezîra.


Qamişlo, 21.04.2003


Merwan Gedo * - Qamişlo