DI SEDSALÎYA JI DAYIKBÛNA XWE DA, C E G E R X W Î N ! Di sala hezar û nehsed û sê ez hatim dinyayê, Bi navê siltan Þêxmûs ez çebûme ji dayê. Heta bûm sêzde sali li gundê me`y hesarê, Jina xwe min diborand paþê ji wê me da rê. Bavê min ê rîsipî xwedî mirov û rûmet, Ne mirovekî malgenî bi namûs û bi xîret. Ji tengasî, neçarî me ew gundê xwe berda, Hatin Amûda rengîn bavê min zû emir da. * * * Cegerxwîn kîye? Cegerxwîn bi reng û rûye xwe va, wek gulên serê çiyayên Kurdîstane ye. Sedan sal hatîne û çune, lê ew gul cîyê xwe da bi tîk, qeyîmî û berk maye. Cegerxwîn ji li hunermendîya xwe da qaym bilind û serefraz maye. Di jîyana Cegerxwîn da li nav her çar parçen Kurdîstane da gelêk rojên giran qewimîne, kuþtin, bi agir sotin, serjêkirin, ji welat der xistin, gelkujî (jenosid), vebirîn (qetliam) û pelçigandin bune. Dijminen cavsor dixwast deng gelê Kurd bibirîne, ji ber we yekê bi zimanê Kurdî nivisandin û xwendin qedexe kirin.Lê Cegerxwîn ve tengasî de wek kulilkekê biþkivîye û dilê keç û Xortên Kurd þakirîye. Ji rojhilat, ji rojava, ji Bakur, ji Baþûr gelêk caran merkuj û xwînrijên mîna Cengîzxan, Kemal û Þaxê Ecem Kurd û Kurdîstan kirine nav agir û alavan, talan û tajan kirine, lê nikaribûna ruha Kurdan ji bini va bigurcimînin, gelêk mêrên mîna Cegerxwîn ji nav sing û berên çiyayên Kurdîstane derketîne. Li sedsalîya meda li sedsalîya bistanda Þaîr û helbestwanê mîna Gergerxwîn nav Kurdan da tune. Cegerxwîn bi xwe va, bi ramane xwe va behra be berî û be binîye, gelêk girane meriv bizane ve behrê da çi heye. Cegerxwîn mîna lorca, mîna Neruda, mîna Nazim nav þaîrên mezin yen sedsala bîstanda tê hilbijartin. Cegerxwîn bi nave xwe ye esli Þêxmusê Hesen di sala 1903`an da li gunde Hesare hatîye dinê. Wê çaxe roj roja axa û bega, Þex û mela bû. Wana nanê gundîyan bi zorê ji destê digirtin.Þêxmus hê di zaroktiyê da dest bi kar kirîye, ber ku zikê dê û bavê xwe têr bike. Hê emrê wi 15-16 sal bû dê û bavê xwe wenda dike. Carna li cem birayê xwe yê mezin û carna ji li cem xwiçka xwe dimîne û ji wan ra þivantîyê û rencberîyê dike. Ewi nivisandiye û ûsa dibêje : We ji ez kirim þivan Tenê ji bo kinc û nan Di salên 1918 u 1920 an da di rîya hesinda diþoxile. Cegerxwîn li sala 1920 an da berê xwe dide desta Diyarbekire, bo ku biçe cem sêx û melan bixwîne. Ewi ûsa nivisîye: Çima ez dibim Þivan Çima nabim xwendewan i nu çûme xwendinê Min çav berda vê dinyê Dema fegetîyê Cegerxwîn li her çar perçên Kurdîstanê digere. Dema mela tiye dike ji her derê Kurdîstan digere. Di vê navberê da tevgerên serxwebûnê di nav Kurdîstanê da destpe kirî bûn. Þex Seîd bi þere serxwebûnê rabû bû. Piþtî þikandina tevgera Þex Seîd gelê Kurd hat qetilkirin, serok û rêberên Kurd hatin darda kirin, gund û bajar hatin þewitandin, van kirinên nêyar, ruhe kî nuh di seydayê me de hiþyar kir; heskirina Kurd û Kurdîstane xist dile wî. Ewi ûha nivisîye: Þer û þewat û kuþtin Dil û cîger dimiþtin Ji sala bist û çara Ketim reza hiþyara Ji bo jin û felatê Ketim nav kefaretê Ji çîroka Mem û Zîn Navê xwe kir Cegerxwîn. Cegerxwîn bi çave xwe belengazîya gundîyên Kurd, parçebun û bindestîya gelê Kurd dibîne, Dibîne ku wekî Kurdîstan çawa cî, çawa ax heye le Kurdîstan ne Kurdîstana Kurdane, Kurd li wir ne xwedi hebûna xwe ne xwedî xwelîya xwene, welat liser nave Kurdane, lê kurd teda be cînin. Cegerxwîn ji wek hozanê nemir Ehmedê xanî, derd û kul, kovan û nexweþîyên gelê Kurd pir xweþ kifþ û nas kir, dît ku milet nezanî û be îtifaqî bindest maye. Ji bo wê berê dixwast þex û mêlan ji berpirsîyarîya wan hîþyar bike. MELA RABE Mela rabe ji xew îro, Heta kengî miriþo bî Bi destê dijmine millet, Ne þermê, ko tu kaso bî ? Tu xwendaye, tu zanaye, Xulame þex û axaye, Dixwazim ko li peþ millet Tu ronî bî wekî ro bî. Li dema dît ku þex û melan çav daye xwarina male millet û bindestîya wî, xîreta seyda qebul nekir nav wê refê da bimine. Radibe cibe û þaþikê davêje û dadikeve nav þere netewi û welat perwerîye. Navê xwe Þexmuse Hesen diguhirîne datîne Cegerxwîn. Ji ber halê milletê Kurd, ji ber derd û kulê gundiyan, pale û xebatkarên Kurd ew dilgeþ bûye, hergav bûye ax û zare wi, dil û cîgera wi xwin girtîne, ser wê yekê ewi nave xwe kiriye Cegerxwîn. Ser Þex û axan ûsa nivisîye: Destê þex maçî mekin ew þêx ne qutbê razî ye; Tac û þewket tev xebata destê sar û tazî ye. Ev ne dîn e, dîn mebe, dîn serxwebûna milet e; Ser mebe ber lingê þêx, kengê Xwedê jê razî ye. (Diwana Yekan S, 26) Piþtî ku Cegerxwîn melatê berdide, diçe du gundan ava dike. Dixwaze rewþa gundan li ser esasên wekhevîyê, pêþbîne. Le pir naçe, gundî li hev nakin û Cegerxwîn dest li gundîtîyê berdide. Ji 1932 pey helbestên Cegerxwîn Kovaren “HAWAR” û “RONAHΔ û “ROJA NÛ” da derdikevin. Wan kovaran Celadet Bedirxan û Kamûran Bedirxan çapdikirin. Di wan kovaran da Þair û hozanên Kurd yên mezin hebun. Ji wan ra yek ji Cegerxwîn bu. Tema þeren Cegerxwîn tema Kurd û Kurdîstanê, tema þoreþ, serxwebûna Kurdîstanêye, pirsa xwendin û peþketîne, neyar û dijminê gel (dijmine der û hindir), dijmine der dewletên kolonyalis dijmine hindir ji xulamen kolonîstan axa, Þex û begin, pirsa dostîye û biratiya hemû gelên cîhan, tema internasyonaizme û aþitî ye ye. Ewi li ser diþiminên hindir usa nivisîye: Dijminê milet, û ji dijmin re hun pak in Yeke çê li dinê ji xwe re hun nakin Rojê bi hezaran dewlemend û þêx û beg û axa Dengê dora pirê dibhîzin û diçin û dey nakin Li ser dijmine der ji uha nivisîye: Kurd û ecem bira ne, dijmin tenê koledar Tirk û Ereb hevalin dijmin Seîd û Bayar Em hatîne firotin bi cinêh û dolar Divê serê van bikê, bi karker û bi cotkar (SevraAZADI S.331) Pisti ku helbestên Cegerxwîn di kovarên “Hawar”, “Ronahî” û “Roja” nu da derdikevin Tirkiye li du wi digerin. Ji ber we yekê Cegerxwîn diçe Surîye. Li Amudê bi hevalên xwe va hevra komela "NADIYA CINWANÊN KURD“saz dikin. Le pir naçe, kolonyalîsten Franse vê nadî ye digrin. Di derheqa karê nadîyê Cegerxwîn ûsa dinivise: "Ev cara yekeme ku Kurdên Cîzîrê, xorten Kurd Zimanê xwe dixwinin, dîrok û rewþa gel dibîzin. Cara yekeme ku stranên xweþwanenkurdi bi denge bilind li nav bajaran tên gotin. Jin bi lîlan û mer bi demanca bersiva me didin." Cegerxwîn ji bo serxwebûn û azadîya Kurdîstan, xwendin û hîþsyarbuna xort û qîzen Kurd pir giring girt. Di sala 1946 anda Cegerxwîn dikeve xoybûne û kardike. Navê xoybûnê diguherin dikin "Civata Azadi û Yekitiya Kurdîstan." Bi bawerîya Cegerxwîn Kurdîstan tu car serbest nabe heta xort û qize wê xwendewan nebin, Kurdîstan azad nabe heta xort û qize wê þoreþgernebin, Kurdîstan nikare serkeve heta nava xort û qiza da nava milet da yekbûn tunebe. Ewi usa tini ziman: Îro rija xwendewana Roja mêran, roja þêran, Kurdên hêja xortên zana, Roja Kurd û pehlewana. Yekîtî û pêþweçûn, Rabin ser xwe kurdino. (Dîwana Yekan S.118) Di Sala 1946 anda li mehabate Cumhuriyeta Kurdîstana Demokrati sazbû. Çi mixabin Cumhürîyet da sala 1947 an da xirab bu serokê Çumhürîyete Qadi Muhamet, Seyid Qazi û Seyfi Qazi hatin dardakirin. Cegerxwîn ji bo biranîna Qadi Mihemet usa nivisiye: Ey Tirûman kuþtina Qadî mihemed ka çi ye Qey edalet tim wisa ye, hukmê dimuqratî ye Lê bi kuþtin û bi zindan milletê kurd namirî Aferî, aferî Qadi mihemed aferî (Sewra AZADI S.438) Di meha hezîranê da li Bexdayê bi deste hikumeta Nuri Seîd çar lawe kurda hatin kuþtin. Cegerxwîn ji bo bîranina wan þere xwe "Gernase Mamoþ Xoþnav Navxeþ" nivisî. Sala þerê Cihanê duduyan Cegerxwîn li ser þehiden serxwebuna Kurdîstan Poemek bi sernivisa "Þehnama Þehidan" nivisi . Ewi nave 42 merxasên Kurda hildide, yen ku jina xwe dane bona serxwebûna Kurdîstan. Xwendewan bercave xwe renge Xalit Cibril, Kemal Fevzi, Usiv Ziya û yen din dibinin. Dilo jaro, ji xalid beg re bêje; Bi serbestî tu yek nitqê birêje. Ji wê rabe here bêje Fiad beg; Ji kurmanca re rêzan î, tu b^ê þek. Dilo bêje Kemal fewzî tu kanî Tu dilxweþ be, bi van rojên ciwanî. Dilo Usif Zîya rake ji gore Berê kuþtî bi carek bidne dorê. Riza rabe cihan bûye serefraz; Di dinya mane tenha em belengaz. Were ey þêx Seîdê pir minewer; Bese rabe tu îro ey dilawer. (Diwana Yekan S.88) Cegerxwîn emre xwê da du þerê cihanê dit. Ewi birçîbun, hesîri, kuþtin, rew û bez, gund û bajare hilþîyayî bi çavê xwe dit. Wi ditina xwe li ser þere þîira xwe ya bi navê "Em Wêr naxwazin" da ani ziman. Di sala 1949 an de Cegerxwîn dibe hevalê Koministan. Ve gave girtin û lêdan ji bi serê wî da tên barandin. Heta sala 1957 an bi xurtî bi koministan ra xebitiye û serokatiya komîta aþitî li Qamiþlo kiriye. Cegerxwîn ji bo azadîya gelên bindest û bo aþitîya cîhanê ji nivisi. Ji bo Mihricana Berlinê, mihrîcana ciwanen dinye ku ji bo aþiti çebu. Helbesta xwe ya 'Herin Mihricane, nivisî. 1950 e eskere Amerika tevî leþkerên Li‑Sin‑Man eriþ ser Korea Demokratiye kirin. Cegerxwîn bist ku, hikumeta Tirk ji leþker þandiye Kore. Di Nav leþkera da Xortên Kurd ji henin. Diji emperyalistan û dagirkeran "neçin xerba Kore nivisî. Di Sala 1945 anda gelê Vîetnami þerê azaya xwe dikir, le kolonyalîste Fransa nedixwast Vîetnam azadbe. Merxasên Vîetnam qela Diyan‑Biyan‑Fu da þerekî giran kir. Bi wî awayî navê kela Diyan‑Fiyan‑Fue dine bela bû. Cegerxwîn ji bo we Þerê ''Diyan‑Biyan‑Fu" nivisî. Diyan –biyan-fû, diyan-biyan-fû! Lingê koledar ji ser te rabû, Kurên te gernas xwe dane kuþtin, Navek pir bilind ji bo te hiþtin Tipên azadî kuþtin koledar Noþîcan bî, te xwîna wî vexwar Dema ko serê koledar diþkî Nizanim çima dalas dipiþkî (Sewra Azadi S. 350) Piþtî ku, hevkariya Cegerxwîn û Komînistan diqete, Cegerxwîn bi hevalen xwe va rexistinê azadî saz dike. Di Sala 1958 an bi partiya Demokrat a Kurd va dibin yek. Partî sala 1959 anda Cegerxwîn diþine Kurdîstana Iraqê. Cegerxwîn li wir li Baxdaye di zaningehê da dersa Kurdî, zarave Kurmanci dide xortên Kurd. Piþti ku navbera hikumeta Iraq û Kurda xirab dibe, Partiya Demokrat xwe dikiþîne sere çîya, sala 1962 an Cegerxwîn vedigere Kurdîstana Baþûr arojava. Di sala 1969 anda Cegerxwîn cardin diçe Kurdîstana Baþûr di nav þoreþê da nêzikî salekî dimîne. Qîza Kurd Leyla Qasim li beqdaye bi destê hikumeta Baas te darde kirin. Cegerxwîn ji bo Leyla Qasim hîsen xwe usa tîne ziman: Þêr, þêre, mêre yan jine, Nîþan bi dest, Leyla mine. Polaye dil wek asine !.. Leyla kîye? Leyla jine. Leyla mine, Leyla mine… Leyla mine, Leyla welat, Wê dil li min kir ar û pêt! Mizgîn li Kurd roja me têt, Dijmin ji tirsan ,aye þêt!.. ( Sefaq ) Sala 1973 an ji ber sitemkariya hikumeta Suriye dice Lubnanê û heya sala 1975 an li vir dimîne. Ew Dîwana xwe ye sisîya “KIME EZ” li Beyrude çapdike. Em dika rin bejin helbesta wi ya herî bi nav û deng “KIME EZ” e..”K1ME EZ” mîna manîfestoye ye. Kîme ez? Kurdê Kurdîstan Tev þoreþ û volqan Tev dînamêt im Agir û pet im Sor im wek etûn Agir giha qepsûn Gava biteqim Dinya diheqî Ev pêt û agir Dijmin dikujî Kîme ez ? Cegerxwîn li ser rewþa kurd û Kurdîstan, ser diroka Kurdîstan, li sere serxwebûna Kurdîstan, li ser armanc û xwastina gelê Kurd ditîn û hîsên xwe anîye ziman. Þaire Kurd e nemir Hejar di axaftinêk xwe da gotibû ku “ger her Kurd rojek sê car ji xwe pirs bike, beje kine em, di nava gelên dinye da cîhê me kuderê ye. Em ji dibejin ger her Welatparez þîîra Cegerxwîn ya “Kîme ez” bixwîne û bide xwendin. Di sala 1957 an di kongra Partiya Demokrate Kurd li Suriye da Cegerxwîn tê hilbijartin ji bo komîta navendî ya partîyê. Heta roja mirin ji Cegerxwîn endamê komîta navendî a Partîya Demokrate Kurden Pêþwerû li Suriye bu. Di sala 1979 an Cegerxwîn diçe Swede. Ew jîyana xwe ye mayîn li Swedê derbaskir û hetani roja mirinê nivisandina xwe domand. Cegerxwîn li Lubanê rewþa gelê Filîstin ji dibine. Gele Filistinê ye merxas welatê xwe mihacir bûye û ketîye deran. Ewi rewsa gelê filistin þîîrên xwe "Deryasi "û" Telzater" de tîne ziman. Di dîwanên Cegerxwîn yên peþinda þerên evinê tek tek hene, lê di þîîrên wî piranî li ser Jîyan, ayin û hale Kurdan, dîroka Kurdan, þerên nav xwe û peþberî dagirkeran, disminên derva û hindir hatine nivisandin. Mesela Sêda þîîra xwe ya "Heþtê adare cejna Jinên Demokrat" da diji kewneperestî ya civata Kurdîstan, diji Edetên xelet dinivisi. Þîira xwe ya "Þair û Hozanen Kurd" da li ser dîrok û dewlemendiya edebîyata Kurdî dinivisî. Yekî di heye rêberê kurdê Xanî Di xoþxwane de Firdewsê sanî Yekî di heye Feqîyê Teyran Li þolan her dem girtiye seyran Yekî di heye seyda Siyahpoþ Di welatê me de wek çerxa gerdoþ. (Sewra Azadi S.396) Le Cegerxwîn þîirên evîndarîyê ji nivisî: "Duriya Yare", "Pir bûm dil pir nabi", "Derde Durini", þîirên wî yên dildariye ra çend mînakin. Di wan þîirên xwe ye evîndarîyê da Cegerxwîn ax û zar dike, ax û zare wî li ser welat tê kirin. Evîna wî ax û zara wi, miraze wî serbestî û serxwebuna Kurd û Kurdîstanê ye. BILBIL Û GUL Dilgirê, wek bulbilê, Herdem bi nalîn û girî, Girtîyê benda evînê Dil di benda sunbile. Dilbijê bêçare çibkî, Bil ji qêrîn û girî Girtîyê benda dilrevînê, Kî nizanî bê dile? (HÊVÎ S.63) Þîir û helbestên Cegerxwîn, yen Kurdperwertîye, yên dostiyê û hevkariya mileten bindest ji gelêkin. "Deste xwe paqijke ji xwine", "Rewsa Welat", "Bi ser çîyan ketim", "Ki hilgiri vi bare min", "Ez nizanim Çi bejim", "Welat perestî", ji wana çend tenenin. Di wan wîiran da Cegerxwîn ba li palan, rencberan' xebatkaran,xwendewanan, zana û hozanenkurdan dike, dibeje kurdno hiþyarbin xwe nas bikin, hûn kîne, yekbin bi þêranî derkevin mêydanê þerê serxwebûne welat, Kurdîstan bindeste zulimkarên Iran, Iraq,Suriye û Tirkiye rizgar bikin. Dijmin ku em derxin bi zor Avên çeman em bibine jor Zaz û Hekar û Bext û Lor Pir xweþ bikin vî warê min Avabikin xan û sera Em têde rûnin wek bira Da xurt bikin zêr û pera Vî bingehê diwarê min (RONAK S . 296) Cegerxwîn bere tene Kurdperwer bû, zedetir ji bo Kurd û Kurdîstane xebatkir, lê piþtra rizgarîya Kurdîstan ser reça sosyalîzmê da dibîne. Îlmê Markis dixwîne Dîalektîk xwe ra dike reyber. Edî þîirên xwe bi ruhe materyalist û îlme dialektîk dinivîse. Dibe hevale gelên bindest internasyonalîstê mezin. Dengê gelê Kurdîstan dibe digihijîne gelên dinye. Cegerxwîn dibeje, ku gundi û xebatkarên Tirk, Ereb û faris ji mina gelê Kurd bindeste qata jorin, axa û kapitalistanin. Pêwîste hemû qatên jer bibin yek. Ewi ditîna xwe þîîra xwe ya bi navê "Hewal Pol Robson" de uha tîne ziman: Ey heval Robson dengbêjê cîhan Paþmêrê selam zana û insane Gernas û rênas, dijminê Dalas Di ser ava re, di ser çiya re Rengê te ê reþ tê ber çavê me Dengê te ê xweþ, xweþ tê guhê me (Sewra Azadi S.396) Cegerxwîn ne tene hozan bû. Her usa ji zana û zenyar bû. Wî li ser zimanê Kurdî, Folklora Kurdi û Dîroka Kurdîstan ji nivisi. Însan nek wek xwe dimîne, her bi ramnê xwe va, bi bîr ûbawerî ya xwe va diguherê. Kesên hûnermend, zana û rewþenbir hin zedê diguherin. Gava li ser Þaîr û niviskarên mezin lekolîn tên çêkirin; xuya dike berhemên wan ne yek kategorîyê da lê cure cure kategirîyan da dikarin werin analîz kirin.Cegerxwîn ji wek însan Cegerxwîn, wek Hozan Cegerxwîn û wek Polîtîkwan Cegerxwîn her tim xwe guherandîye û pêþva çuye. Ew guherandina wî li ser þîirên wî tesîr kiriye. Cegerxwin berê Mela bû, yanî mirovêk oldar bû. Lê mixabin þîirên wî vê demê me nexwendîye, ji ber wê ji em nikarin li ser ew dema Cegerxwîn tiþt bêjin. Piþtra Cegerxwîn dibe Kurdperwer, dixwaze Wêx û Melan hîþyar ke. Vî demê da hêdî hêdî mîstîzîsma olî derdikeve dikeve li ser rêça materyalîzmê.Þîirên ku li vê demê nivisîye hinek bîhna Vulger-Materyalîzmê didin. Gor bawerîya min ji ber demêk Bi Komînîstên Surî va karkiriye di vê demê da pir bin tesîra Komînîstên Ereb mayî ye.Gava mirov baþ li ser wîirênwî yên vê demê bisekine, tê dîtîn ku þîirên wî yen vê demê zêtedir diji Axa , þêx û Mela nin. Helbet divê rewþenbirêk sosyalîst li ser nakokîyen hindir ji bimîne, lê vê demê Cegerxwîn ji nakokîyên dervê (nakokîyên ji nav Netewa Kurd û Metîngeran) zêdetir li ser nakokîyen hindirîn (nakokîyên navbera gundi , palê û Axa þêx û melan) dimîne. Kesên oldar ku nû xwe diguherînin, meyla materyalîzmê dikin di pîranî wan da rengêk Vulger-materyalîzmê rû dide. Ji bo wan nakokîya herî mezin navbera modernism û olî da ye. Bi gotinêk dingor wan di civatê da problema herî mezin ol ê, dogmatîzma olî hembera guherandina civatê, pêþweçûna cibatê astengê. Mirov dikarê bêje ku þîirên ewilîn yên Cegerxwîn da ji ew piçêk ew hawa heye. Dîsa dema ku Cegerxwîn hevalê komîstên Erebe di bin tesîra pro-Sovyetîzmê da ye. Li vê demê Pesnên sîstema Sovyetê û bi taybetî pesnên Stalîn dide. Gava em îro li ser gengeþî bikin ji alîye Cegerxwîn va pesndayîna Stalîn qebulkirin zore.Çimkî îro em dizanin ku Stalîn qasî hezaran mirovên sosyalîst û bi taybetî ji hevalên xwe kuþtine, ruxandina Cumhurîyeta Mehabat de rola wî heye û henbera Mustafa Barzanî û hevalên wî ku di SSCB da penaber bûn tewra wî ne pozîtîfe. Lê biyarên dîrokî divê gor rewþa wan ya taybetî bêne gengeþî kirin. Gava Cegerxwîn li ser Stalîn þîir nivisîye,wê gava Stalîn hembera Hîtler þêr dikir û wek serokê cepha demokrasî dihat naskirin. Gava Stalîn dimire ji Nazim Hîkmet pirsdikin dibên “Li gor te Stalîn mirovêk çawa bû.“ Nazim Hîkmet dibê „ Bawe ku min li ser wî þîir nenivisîye“. Ez dibem xweza Cegerxwîn li ser Stalîn þîir nenivisaba. Dema Cegerxwîn ya herî efektîf û dirêj di nav refên welatperwer da derbaz dibe. Cegerxwîn berhemên xwe yên pîranî û baþ vê demê da afirandîye. Hozanên Kurd yên hevdema me gelêk helbestên Cegerxwîn kirine kilam. Hozanên mina Þivan Perwer, Þerîn. Feqiyê Teyra, Ali Baran, Said Gebarî, Þexo û yen din þîirên Cegerxwîn ra muzîk çekirîye û distren. Heta niha 16 afirandinen Cegerxwîn hatîne çapkirin. 1. Divana mi Derde milete (Diwana yekan) 2. Cin û Gûlperi 3. Sewra Azadî (Diwana 2 a) 4. Reþoyê Dare 5. Gotînen Peþiyan 6. Ziman û Gramera Kurdi 7. Ferhenga Kurdi 8. Kime Ez (Diwana 3 a) 9. Mîdya û Salar 10. Beyten Ahmedê xanî 11. Zend‑Avista (Diwan 5 a) 12. Þefaq (Diwan 6 a) 13. Hevî (Diwan 7 a) I l 14. Gulîstan (Kovarek) 15. Tarîxa Kurdîstan (Cilt 1, 2) 16. Folklora Kurdi (Cilt 1) 17. Aþitî (Diwana 8 - Stokolm , 1986 18. Bîranînen min – Stockholm Yên ku nehatine çapkirin: 1. Tarixa Kurdîstan (Cilk 2,3, 4) 2. Ziman û Gramera Kurdi 3. Ferhenga Kurdi (Cilt 2,3) 4. Folklora Kurdi (Cilt 3) 5. Ozan û Kilamen Kurdi 6. Diwana Cîzîrî 7. Beyten Ahmede xani 8. Tehre helbesten Waîrên Kurda 9. Zargotînen Kurd! (Cilt 2,) 10. Hesenê Musa (Cirok) 11. Pirtika Minorskî –“Kurd”- vergerandin 12. Cumburtyeta Mehabate - (vergerandin) 13. Diroka Hanadane SeUdate - (vergerandin) 14. Diroka KurdênYemen- (vergerandin) 15. Çîroka Þofore Taxsiya sor 16. Xec û Siyabend 17. Þoreþa Kurdîstana Iraq 18. Rapora mifetiþê umumî Hozan û Rewþenbire Kurd e nemir Cegerxwîn di 82 saliya xwe da di22 meha çirîya peþin 1984 an li Stokholme çûli ser heqiya xwe. Malbata wî û hevalên wi li Stokholme qasi heftekî mîvan qebul kirin. Cenaza seyda 11 e çirîya paþîn li gor wesyeta wi þandin Kurdîstana Baþûr arojava û bexçê mala wi li Qamiþli ye da veþartin. Li vir navbera Hesiçe û Qamiþlo bi mirovan va, bi tomofîlan konvoyêk mezin çebû Qasi 100 - 200 hezar meriv top bibûn. Ji her çar parçên Kurdîstan welatparezên Kurd ji bo wacibe xwe ye paþîn hatibûn. Ne tene gelê Kurd her usa ji peþwerîyên Ereb, Ermeni, Suryanî ji li vir basdar bûn. Hemû bi dengek bang kirin : Cegerxwîn namire! biji Cegerxwîn!. Seyîdxan KURIJ |