DILÊ ÞEYDA DILÊ ÞEYDA Disan dilê Þeyda ji nû, da îxtîyar perwazî kir Seydek dîye ber daye dû, meyl û fira Þehbazî kir Meyla wî mehza hîkmet e, Þeyda wî enqa Þîret e Teyrê wî bala hîmmet e, lewra teleb efrazî kir Enqa bi dest kes nakevit, damek divê ew dakevit Nabit ku xafil rakevit, yê qesdê seyda bazî kir Þeyyadiya min bû ebes, daîm li min teng bû qefes Rahet benûm ez yek nefes, min lew bi efxan sazî kir Saz û semaya suhbetê, govend û çerxa de’wetê Fikrîme Þekl û qametê, bîr têne mi-b awazî kir Þeklê mecazî çendek e, Þeyda heqîqî werdek e Teyxûnê qeyda lê veke behrê, me ber endazî kir Zincîr dibe teyxûn bitin, cendek li pêsber xûn bitin Þunqar ne dê mecnûn bitin, uskûf ji çavan bazî kir Þunqarê çav teyxûnê dil, berdane dû çavên bi kil Xanî! Ewan gêra xecil, lewra mecaz axazî kir Ehmedê Xanî Berhevkirin : Abdurrahman Durre Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |