Ehmedê Xanî Kî ye ? Celadet Alî Bedir-Xan Ehmedê Xanî Kî ye ? Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye: Men çi gûyem wesfi an alîcenab Nîst pêxember welê dared kitab. Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba wî heye. Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt. Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Memozîn« de, bi min be, mirov dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn. Xanî di wextekî welê de rabû ko - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hiþyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuþtin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiþtî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin. Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Þahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eþîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Memozîn nav kitêbek aþiq û maþûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piþtî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û eþharan û beyt bi zimanê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji þierayê di Kurdistanê hemûyan jî meþhûr û faiq e, belkî ji hemû þieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û þêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e« . Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û þêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye. Lewra ko dema ji xeyb fek bû Tarîx hezar û þêst û yek bû Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar salî bû. Îsal gehiþte çil û çaran Ev pêþrewê gunahkaran Xanî ji Memozînê pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje: Ji paþ hemd û selewatan Ev çend kelîme ji ji lixetan Vêk êxistine Ehmedê Xanî Nav lê Nûbihara biçûkan danî Ne ji bo sahibi rewacan Belkî ji bo piçûkê di kurmancan Ji Eqîda îmanê: Sifatê di sebhe ji bo zilcelal Bizan heft in ey arifê pir kemal Xweþî, þîn û zanîn û vên û kelam Bihîstin digel dîtî bû temam Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurdmancî digot. Di pey mirina wî re þagirtê wî Ssmaîn bîst salên din li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurdmancî tê de gotin. Li gor atiþtê ko min bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de qala ezman û stêrkan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket destên min. Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye. Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda dibêje: Sazi dili kul bi zîr û bem bit Sazendeyê 'eþqi Zîn û Mem bit Þerha xemi dil bikim fesane Zînê û Memî bikim behane Nexmê we li perdeyê derînim Zînê û Memî ji nû vejînim Derman bikim ez ewan dewa kim Wan bê mededan ji nû ve rakim Meþhûr bikim bi terz û islûb Mimtaz bikim mihibb û mehbûb Ewreng bikim ji nû serefraz Da bêne temaþeyî nezerbaz Dilber li Memî bikin girînê 'Aþiq bikenin bi derdê Zînê Ev meywe eger xirab e ger qenc Kêþaye digel wê me dused renc Ev meywe eger ne avdar e Kurmancî ye, ew qeder li kar e Ev tifl e eger ne nazenîn e Nûbar e bi min qewî þirîn e Ev meywe eger ne pir lezîz e Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e Mehbûb û libas û gûþiwar e Milkê di min in ne miste'ar e Ez pîlewer im ne gewherî me Xudreste me ez ne perwerî me Kurmanc im û kûhî û kenarî Ev çend xeber in di kurdwarî Memozîna Xanî di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze - îro midirê dibistanên Hesiçê ye - jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ko Xanî Nûbara xwe di sala 1094ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memozînê bi neh salan. Tirba Xanî li Beyazîdê ziyaretgaha xelkê ye. |