GOTINÊN PEÞIYAN DI GRAMATÎKA KURDÎ DE Em li jêr hinek ji wan gotinên pêþiyan, ku di kitêba Mîr Celadet Bedirxan "Gramatîka Kurdî Ð Kürtçe Grameri" de hatine nivîsandin pêþkeþî xwendevanan dikin. Adetên bav û bapîran, kerik xweþtir in ji hejîran Agir xweþ e, lê xwelî jî jê çêdibe Ava hêdî hêdî, me ecêb jê dî Axa, bi deh gundên xwe ve, bawer dike Keyxosrowe ______ Bav harsim dixwe, diranên kur disekihin Bê þêx û pîr meçe dîwana mîr ku tu nekevî halê feqîr Berxê nêr li ber du maka ye Bi lavlavê mirov ji ber jina xwe nake der Bira dilî bi dilî bî, tûrê parsê li milî bî Bira rê be, bira dûr be; bira buhûr be; bira kûr be; bira keç be; bira pîr be; bira avis be, bira bi derengî be Buharê pez, havînê rez, zivistanê ez _______ Cêr di riya avê de diþkê ________ Çira nîne ko heta sibehê pêkeve _______ Daran di ser xwe re mebire Dera jina xera ne kiriye hîna ava ye Derew dujminê Xwedê ye Derew sêwî ye Destê bi tenê, deng jê nayê Dilê tirsok sînga gewr nabîne Dinê li dinê, çavê gur li bizinê Dinya bi dor e, ne bi zor e Dinya gulek e, bihn bike û wê bide hevalê xwe Diyarî qesp in, þûndiyarî hesp in Du parên xizaniyê nezanî ye _________ Ew reya te berê xwe dayê, ez hatime Ez hêdî diçim, bela digehe min; ko zû diçim, ez digehim belayê Ez kelê rojekê bim û ne mangê hezar salî bim ___________ Ferxekî þêra, þêr e __________ Gavan ber bi mal e, jina gavan þixulkar e Go ziyaretê: <>. Go: < gelek caran mala te xerab kiriye, lê tu bixwe nizanî>>. Gotina xweþ buhara dilan e Gotine rovî: <>. Rovî girî û got: < ne bawer im>> Gundê bê rez, konê bê pez, mirovê dibêje ez û ez, hemî ne tutiþt e ________ Heçî li hespê hevalan siwar e, herî peyar e Helaw ji þîrêzê çênabe Her þêrek bi lepê xwe ye Her tiþt bi ziravî diþkê, mirov bi stûrî Herçi jar e, li havînê jî sar e Hêþtir radibin hev, hêstir û ker bin lingên wan diçin Heta li mirinê, çav li kirinê Heta tu cehenemê nabînî cenet bi te xweþ nabî Heya serî sax dimîne, çav ecêban dibîne Heyar dost kêm in, dijminek pir e Heyfa ciwaniyê, pîrî li pey e; heyfa heyveronê, þevereþ li pey e. _______ Ji hirçekî du eyar dernayê Ji mêra nav dimîne, ji ga çerm Ji xezalê bezatir nîne, ji rizqê xwe zêde naxwe Jin qeleh e, mêr girtî ye __________ Kar þêr e, wextê dest lê dikî, dibe rovî Keça mîran bi qelenê gavana nayê Ko agir li çiya ket, ter û hiþk tev de diþewitin Ko ker ket heriyê, xwedî wê rahêje teriyê Kor çilo li Xwedê dinêre, Xwedê jî werge lê dinêre Ko kela þorbê çû, behayê hesko perêk e ________ Li ser kebaba ve çû, li ser dexdexana keran ve bû Li þera xal û xwarzî; li xwarina, mam û brazî ________ Ma ne xwîn e? Ha ji dest, ha ji zend Mala zarok tê de, þeytan naçe tê de Malê dinê qloçê mêran e Mêr çem e, jin gol e Mêvanê yekî, mêvanî gundêkî Min xelk hîn kir govendê, êdî kesî destê min ne girt Mirov here masiya, qûna wî þil dibe Mirov kuþtiyê þêra bit, ne girtiyê roviya Mû bi mû, rihek cêdibe _________ Nan û pîvaz û nexweþî çavreþî ye Ne dixwim savarê ne diçim hawarê Ne gayê min li garanê ye, ne galgala nanê gavên dikim Nû hatin, kevin xelat in _________ Pêlên mayî ji ên buhurtî bêtir in Pezê nêr ji bo kêrê ye _________ Rê reya mirinê be jî, tu her li pêþ be Roja xweþ ji sibehê de xweþ e Rovîkî berdayî ji þêrekî girêdayî çêtir e Royê kiçik lê herikî ji avê mezin lê sekinî çêtir e _________ Serîkî birî nayê kirîn þêr þêr e, çi mê ye çi nêr e þûþa dilan, wekê diþkê, cebar nabe Te daye avê, ha li çongê ha li navê _________ Xwedê yar be, bela þûr dar be Xwîn bi xwînê nayê þuþtin, xwîn bi avê tête þuþtin ________ Yê ku bi jina xwe nikare ne tu mêr e Yê ku ji jina xwe natirse ne tu mêr e Yek heye, bi sedî; sed heye, ne bi yekî _________ Zêr di zikaka de winda nabe Zêr zane, zor zane Zikê bixwe savarê divê here hawarê * Li hinek heremên Kurdistanê tên gotin: "Zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane." |