PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



TU DIZANE ÇÎ YE ?



Ji dorhêla Amedê çend heb TIÞTONEK û bersîvên wan.


Cot dike ne ga ye, xwarinê dixwe, birçî nabe. Çi ye? (Triktor)


Kalo tê ji rê, bêndera stirîya li piþtê. Çi ye? (Jîjo)


Kumê hûtê tije nûtê. Çi ye? (Hejîr)


Mûyê kara li ser dara. Çi ye? (Kon)


Ne li erd e, ne li ezman e, hêlîna begrewan e. Çi ye? (Teyare)


Odak þûþtî, bilbilek tê de rûniþtî. Çi ye? (Ziman)


Apê sincik bazda quncik. Çi ye? (Miþk)


Behra þîn e av tê nîne. Çi ye? (Kevz)


Elba mast li guhera rast. Çi ye? (Hîv)


Guloka mû, li çiyê werbû. Çiye? (Mij)


Odak þûþtî, rêzek zilam lê rûniþtî. Çi ye? (Dev û diran)


Qesra sipî bêderî. Çi ye? (Hêk)


Simê gê tije xwê. Çi ye? (Hinar)


Þiva ter li guher. Çi ye? (Mar)


Li kevir dixim naþkê, li avê dixim diþkê. Çi ye? (Kaxez)


Rêsiya giya, li piþt xaniya. Çi ye? (Qula kurmoriy )


Xiþt û miþt,çû li piþta derî rûniþt. Çi ye? (Sivnik)


Vî alî text wî alî text, jê derket kalekî bêbext. Çi ye? (Kûsî)


Xanima ser kursî, dixwe nanê tisî. Çi ye? (Çira)


Hanîka manîka, ferþê ber devê kanîka. Çi ye? (Cemed)


Helheliko melmeliko simbêl tûjo guh beliko. Çiye? (Miþk)


Hespa þê bazda hewþê. Çiye? (Çironek)


Hilindir milindir kur ji bavê bilintir. Çiye? (Dûman)


Hêþin e kilîta wî hesin e. Çiye? (Zebeþ)


Ho kilo heft qat cilo. Çi ye? (Pîvaz)


Hûno mûno du qûno. Çi ye? (Bangeran)


Çend heb Gotinên Pêþiyan (Ji her herêmê)