Ji dorhêla Amedê çend heb DILOK. 1 Lawiko dîno çima çavnebar î Min ji te re sonda mezin xwarî Ya ji te re ya ji axika sar re me Dilê xwe ji min neke reþ û tarî. 2 Ez li vî ali tu li wî alî Dîlberam êdî menalî Xwediyê sozê xwe me BIrÎna dilê min re tu delal î. 3 Temeziya serê te zer e Dilê min bo te bi keder e Tu qe li halê min napirsî Heþêm çû dil derbêder e. 4 Porê reþî dirêj gulî gulî Davêjî ser vî milî wî milî Ji evîna te çûm helakê Heþêm çû dilêm kemitî. 5 Çavþîn î awir xweþ î Bejn zirav birî rakêþî Qedera min û te yek e Eþqa zelal meke rûreþî. 6 Malik wêranê kezeb reþê Çû emanê gundê xerabreþê Bav zalim e dê çavnebar e Dilêm binalîn e bo te qewraþê. 7 Dîtin xweþ e lê ne bi mêvanî Ji bo tîra dilê min tu kevan î Xwazgênî siwar in li rê ne Tê ji mala min re bibî kevanî. 8 Lê delalê nazikê nazenînê Ji bo te dikim vê girînê Hespê þînboz têr beza ye Dikim te birevînim roja înê. 9 Kuro tu çima wiha belengaz î Ziman dirêj û simbêl gaz î Xelk dikin niha min birevînin Tu çima nakî hewar û gazî 10 Gulevînê wele ez bi sewda me Li ser þaxê gulê bilbîlî þeyda me Kitêba dilê xwe ji bo min veke Weleh tileh ez jê re seyda me. 11 Ji xwendina dilan re serbest im Dilê xwe veke ez jê re sermest im Qe xwe hêzar û piþderî meke Ez ji te zerî û dîlberê re dilbest im. 12 Te keziya porê xwe bir û anî Li ber dilê min tu pir dilovan î Heta niha dilê min girtî bû Te evînek veþarî jê deranî. 13 Sebra dila hat li cem min rûniþt Bax û baxçe her der li min bû bihiþt Min bala xwe nedabû ti dîlbera Ji eþq û evîna wê dilêm bû miþt. 14 Ez ji sewda te birîndar im Kes nizanê ez evîndar im Kafirê bavê te nayê rayê Ez ji bo te birîn xedar im. 15 Çemê Diyarbekir lem e lem e Ji evîna te dilêm pir bi xem e Ma tu bi derd û kûlêm nizanî Li nava rezê gelî li benda te me. |