Bila qedera Sedam Husênê dîktator ji hemû dîktatoran re bibe þîret û î´bret... Roja çarþembê 9ê Aprîlê(09.04.2003) di dîroka Cîhanê de bi giþtî û di dîroka Îraq û Kurdistanê de bi taybetî, rojeke ku qet ji bîr naçe. Çiqas xweþ û girîng bûn ew demên ku li navenda Bexdayê heykela cinayetkarê Bexdayê an jî nîþan û sembola dawiyê ya desthilatdariya xwînrêjê herî navdarê Rojhilata Navîn, di demjimêr 17.57´an de(bi wextê Ewropa), sernixûn bû. Hemû dîktatorên cîhanê ji Nêron, Çengîz, Hîtlêr, Stalîn û Mosolonî bigire heya Kemal Ataturk, Mihemed Riza Pehlewî û Sedam Husên, xwediyê exlaqekî siyasî û taybetmendiyên wekhevin. Lê Sedam di jiyana sîyasîya xwe de hinek karên dûr ji exlaqê mirovanetiyê kirin, ku bû serokekî dev bi xwîn di nava malbata hemû dîktatorên cîhanê de. Cîhana sîyasetê û bi taybetî jî welatên Ewropî û Amrîka di van 25 salên derbas bûyî de ji ber protokolên aborî û berjewendiyên xwe, çavê xwe ji hemû cinayet û kiryarên hovane yên Sedam Husên girtin. Di þerê Îran û Îraqê de hemû Ewropa û Emrîka bi hemû îmkanên xwe, hevkariya Sedam kirin. Dema ku hêzên Îranê yên leþkerî hêzên Îraqê ji Xuzistanê derxistin, Sedam zû pêhesiya ku di hisab û pîvanên xwe de xeletiyên mezin kirine. Lê zexta raya giþtî û berxwedana gelê Îraqê ya li dijî Îranê, bû sedem ku Xumêynî fincana jehrê vexû û Îran neçar ma ku peymana 598 ya UN bipejirîne. Sedam ji ber sedemên jor di þerê bi Îranê re xwe mîna wê hindê ku di þer de pîroz bûye, dihesiband. Lê ev ne dawiya çîroka dîktatorekî nexweþ bû ku hemû Îraq milk û samanê xwe û malbata xwe dihesiband. Ew mîna marekî çend serî, tenê di fikra wê hindê de bû ku çawa desthilatdariya xwe ya hovane biparêze. Ji bona wê jî bêtirs hemû dijberên xwe dikuþtin. Þaþiyên Sedam yên siyasî ne yek û du-du bûn: Çêkirina silahên tevkujiyê(kîmiyayî), li ber çavnegirtina zagûnên UNê, bikaranîna siyaseta çewt ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li baþûrê Kurdistanê, dewama bêsînora asîmîlasiyon û Erebîkirina herêmên Kurdniþîn bi taybetî li Kerkûkê, hêriþa li ser Îranê ku bi awayekî xiyalî digo:" em roja sê-sêya li Tehranê ne...", jenûsîda Helbçe û ji hemûyan girîngtir hêriþ û dagirkirina welatê Kuwêtê, tev bûn sedem û cîhan bi vê rastiyê hesandin ku ya herî baþ ewe ku þerê vî dîktatorê xwînrêj ji serê gelên cîhanê bi dawî bînin. Nemaze piþtî bûyera hovane di 11 Siptabirê de ku lîstikek bi tirs bû bi qedera jiyana hemû mirovên rû erdê. Ti cihê gomanê nîne ku Sedam û rejîma paþverûya komara îslaiya Îranê, bi pere û hemû îmkanên xwe, bi salaye hevkariya kom û komikên terorîstî û misilimanên fenatîk dikin. Ev di rewþekê de ye ku gelên van welatan ji hemû mafên xwe yên siyasî - çandî bêparin û rewþa debara jiyana wan jî her roj ku diçe ber bi xêza sor ve hildikiþe. Piraniya gelên Rojhilata Navîn bi taybetî ewên di welatên Îran, Îraq, Sûriye, Îran, Erebistana Sûdî, û...hwd li ser zêrê reþ û kanên din jêr e´rd dimeþin, lê di piyên wan de pêlav(sul) tunene!!. Bi vî awayî em dibînin ku gelek kartên serkefitinê di destê Sedam de hebûn, lê wî ne bi hêza xwe ya leþkerî rehim kir û ne jî dev ji ehmeqkarîyên xwe yên bêsînort kiþandin. Herwiha hemû dewlemendiyên bine´rd û sere´rdên welatê Îraqê xercî pîlanên xwe yên xiyalî û dûr ji menitiqa îlimê siyasetê kirin. Heya dawiya salên 1980an Sedam jî mîna hemû dîkatorên din bû, lê piþtî ku silahên kîmyaî li dijî netewa Kurd li Helebçe û herêma Behdînan bikar anîn û di þerê li dijî Îranê jî çi qîmet neda zagûn û qirarên konvasiyona Jêno û UNê, êdî Sedam bû dîktatorê dîktatorên hemû cîhanê. Bi dagirkirina welatê Kuwêtê êdî ji UN û hêzên serdest li cîhanê xuya bû ku zêdegaviyên Sedam ti sînoran ji xwe re nasnakin. Sedam û Beeisîyên xwînrêj, talanker, qesab û hov mîna rovîyên hîlebaz hatin, mîna gur û çeqelekên dev bi xwîn hikumet kirin û mîna marên tirsinok bi yekcarrî wenda bûn. Êca çûyina Sedam di paþerojeke nêzîk de yê desthilatdariya Îran û welatên din yên herêmê jî bilerzîne. Çimkî: Bi salaye ku li Îranê tenê (wilayeta mutleqa Feqîh) desthilatdare. An jî ya baþ ewe ku bêjim: Meleyên ku tenê karê wan nivîsandina nivþtok û giryandina pîrejinan bû, mîna dîktatoran îradeya hemû gelên Îranê xistine destê xwe. Kêmnetewên millî û olî hê jî li Îranê xwediyê ti mafên xwe yên ku hinekî bêhna demokrasiyê ji wan bê, nînin. Qetilamên ku Sadiq Xelxalî û Mela Husêyinê li Kurdistanê çêkirin, hê ji ji bîra gelê Kurd neçûne. Cihada Xumêynî ya di 19.08.1979an de hê jî di bîra Kurdan de maye ku bi fermana wî qesabên mîna Sadiq Xelxalî bi hizaran keç û xurtên Kurdan li Urmiyê, Mihabad, Sine, Kirmaþan, Îlam, Bane û hwd... bêmehkeme golebaran kirin. Hê jî hemû raya cîhanê dizane ku terorîstên komara îslamî bi hizaran kes ji þoreþger û siyasetvanên Kurd û Faris li dervey sinorên xwe teror kirin. Herwiha sedema herî sereke ku di roja îro de hê jî þer û xwînrêjandineke germ di navbera Israîlî û Filistîniyan de berdewame, piþtgîriya Îranê ya diravî û çekdarî ji Hemasê ye. Ev di rewþekê de ye ku hemû partî û rêxistinên siyasî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di halê sirgunê de dijîn û tenê hizba (Cimhuriya Îslamî) di Îranê de azade. Daxwaza herî mezin ya gelên Îranê ji þoreþa sala 1979an ew bû ku di hemû Îranê de e´daleteke civakî û azadîyên bîr û ramanê çêbin. Lê komeke taybetî þoreþ ji rêya wê ya rastîn derxistin û ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî bikar anîn. Di çend hilbijartinên derbasbûyî de gelên Îranê bi awayekî eþkere ji Xaminêyî û Refsencanî re dane diyarkirin ku êdî ew ji qirar û zagûnên wan yên vala, westiyane. Di hilbijartina herî dawiyê li (09.11.1381 þemsî) jî bersivek dan Xatemîyê ku ti soz û qirarên xwe heta roja îro jî bi cî neanîne. Yanî bi giþtî hemû netewên Îranê desthilatdariyeke nû dixwazin. Di rewþeke wiha de ji bo ku qedera Sedam Husên neyê serê desthilatdarên Îranê, tenê yek rê heye: Ger ew bi mentiq bin, bila bi refrandomekê desthilatdariyê bispêrine dest gel û bixwe jî hêdî ji sehneya siyasetê derkevin. Ger wiha nebe, di etmosfêra siyaseta îro de baweriya gel piþtî têkçûna rejîmên Talban û Beesîyên Îraqê bi hêza Amirîka mîna wê baweriyê ye ya ku misilmanekî bawermend heye û di rêya îmana bi Xwedê de, xwe diþewitîne. Ger ew roj bê (ku gelek jî nêzîke), gelên Îranê yê toleyên xwînîn ji cinayetkaarên komara îslamîya Îranê bistînin. Di her du welatên Tirkiyê û Sûriyê de jî mixabin di vê serdema ku ti rastiyek nayê veþartin, hê jî hebûna Kurd û Kurdistanê tê înkar kirin. Gelo ma ew ji vir û pêde yê bikarîbin vê siyaseta þovênîstî bidomînin?!. Dewletên Erebî û birêveberên wan di bin siya perê nefta xwe de, bi salaye ku xwe xwediyê îradeya gelên xwe dihesibînin. Ji bona wê jî gel ji aliyê siyasî û ferhengî pir paþde maye. Ji bona wê jî mirov dikare bêje rêberên civaka Ereb tev mîna Sedam Husên dîktatorin. Bi awayekî ku xwe xwediyê canê gel jî dihesibînin!!. Moceseme an jî heykelên Sedam yên hesinîn ku perê wan ji xwîna dilê gelên Îraqê ye, dawiyê rastî wê qedera heykelên Stalîn li Moskova, Mihemed Riza Pehlewî li Tehran û Çaûêskoyê xwînrêj hatin. Heykelên ku gel ne ji ber xwesteka dilê xwe durist kiribûn. Dîktator tenê dixwazin bi duristkirina van heykelên hesinîn hêza xwe ya fanî nîþanî dinê bidin. Ketina wan heykelan derseke dîrokîye ku mixabin dîktator di çaxê hêz û desthilatdariya xwe de ji bîr dikin. Rastî eve ku desthilatdariya generalekî Amrîkayî yê gelek mirovanetir be ji hikumeta Beesî û Talibanên paþverû. Hikumetên Tirkiye, Îran, Sûriye, Erebistana Sûdî û...hwd, dereng an zû bi van mêtodên xwe yên nemirovane ku li ser dimeþin, yê rojekê bi hêz û îrada gel bilerizin. Desthilatdariya van dewletên han lerzinoke. Çimkî ji piþtgîriya gel bêparin. Ev dersên dîrokî li Kerkûk(dilê Kurdistanê), Musil, Xaneqîn û bajarên din dubare û çendbare bûn. Bi wê hîviyê ku rojekê cinayetkar û dîktatorên dijberên aþtî û xweþiya jiyana gelan li hemû cîhanê binbir bibin. Gelo ma yê ew roj bê ku hemû dîktator û xwînrêj di dadgehên e´daleta netewan de bên mehkeme kirin an jî qedera dîktatorên çûyî yê ji siyasetmedarên paþerojê re bibe pend û î´biret?! www.dengekurd.com |