PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



NEWROZ HAT Û ROJA NÛYE


NEWROZ HAT Û ROJA NÛYE




Bihar, Havîn, Payîz û Zivistan çar feslên salêne ku her êkê ji wan reng, rewþ, xasmanî û xemlên nemaze bi xwe hene ku ya herî nexweþ ji wan feslan Zivistane. Di Zivistanê da cuda ji barîna befr, þilove û baranan cuda ji hebûna kurofe û bager û bahozan, cuda ji sir û seqemê, cuda ji hebûna kur û þêlê û bendî bûna tim rihbederan û heta mirovan di kuncên kun, hêlîn û malên xwe da suroþt xemla xwe ji dest didet û kifnek sipî li xwe diket.


Derheq fesla Zivistanê û xemla wê, helbestvanê navdar "Ehmedê Nalbend" dibêje:


Nê Zivistane xem û qeyd û hisar

Eeyþ û halê éalemê kir jehremar

Zihmeta wê ser bi ser dunya vegirt

Xelk îza dan û kesê ho nîne xurt

Teng û tarî kir li însanan nefes


Eerd û mala her kesê bû qefes

Lêv dilerizin her didana þeq þeqe

Nê Zivistan þidete û xelkê heqe

Paþ hîna çile ket û xwe þidand

Muxla éewrî li éerdî ev reþand

Þibhê zîvî sipî kirin zozan û deþt

Heft tebeq éerdin û befr ket bûne heþt

Ev wisa barî li me kir nêçîr û seyad

Kevte pê ê xelkê hema zincîr û qeyd


"Ehmedê Nalbend"

Lê bi borîna gav û dem û roj û mehan, dîsan fesla sir û seqem, befr û kurove û cemed û þilovê, devrana êxsîrî û bendî bûna giþt rihbederan di kun û hêlîn û cihên xwe da û çaxê çirmisîn û par par bûna gul û guléizaran çeper ber da û bi hatina 21 ê Adarê, Newroz yan bêjin nûroj, êkim roja Biharê û elinda sala nû ku ji mêj sale di nava gelê Kurd da wek roja serkevtina rohnî li ser tarîtiyê, serkevtina heq û dadê li ser zulm û bêdadiyê, nîþan û berjenga serhildan û berxwedaniyê û yadigarek ji mêrxweaþ û xweþmêrî û destan rêsiya Kaweyê Asingir tê zanîn ji xakê Kurdistanê bê mêhvan û xemlek din da mêrg û çîmen, dol û nihal, deþt û çîya, zewî û zar , war û zozan û banehî ên Kurdistanê û ev bi terzek bedev xemilandin.

Di wê derheqê da helbestvanê gelê me "Segvan Eebdulhekîm" di pirtoka helbestên xwe a bi navê "Çoxkê Eyazî" da dibêje:

Newroz hat û bi gul û rîhan

Cejna meye li bist û êkê

Ew Newroza bîka ciwan

Agirî hilkin serê rêkê

Yadigare ji bab û bapîran

Wa þikandî qeyda zincîran

Der kirin rojhelata me

Dê rabin hilkin xetîran
¬¬¬

Newroz hat û roja nûye

Bi deskê gulan xemlandiye

Hemî waran dîlan rabî

Cejn û aheng û kenîye

Wan celalan av lê boþe

Seyran li wan milan xweþe

Kar û rewiþtê milletî

Cejna Newroz mendehoþe
¬¬¬

Newroz hat û roja mêra

Millet xurî wekî þêra

Roxandin koþka neyara

Bilin bû ala dilêra

Newrozê hey lê lê Newroz

Tu roja mêrêt xwedan soz

Dê mînî biþkujekî geþ

Bo me Kurda cêjnek Pîroz

"Segvan Éebdulhekîm"








Belê bi hatina Newroza pîroz, Bihar anku fesla nû bûna suroþt, vejîyana gul û gîya, xemlîna deþt û nizar, beroj û nihal, banehî û war û mêrg û çîmenên Kurdistanê li suroþt û mirovatiyê bû mêhvan û bergekî nû ku xemla wê ji giþt rengaye kire ber xaka Kurdistanê. Dîsan befr û cemed heliyan û kanî û robarên Kurdistanê hirikîn û boþ bûn ji ava zelal û li her derê hajêna ava zelal û kalêna Kar û Berxan û sewta Hezar û Qumriyan û dengê Rebab û Muxniyan û qebe qeba Kewan û awazên kewderî û Kewçîrk û Kewgozelan tê guhdarî kirin. Bi hatina bihara bûka zeman dîsan gul û reyhan, sîsin û beybûn, yasemîn û çîçekan û gule newroz û nêrgizan Kulûlk vedan û li her cihekê Mendê, Rêvas, Kurad û Lûþ û Pêkokê serhildane.



Di pesn û wesfa bihara bûka zeman da seydayê helbestvan "Ehmedê Nalbend" dibêje:



Her sê heyv Adar û Nîsan û Gulan

Ev biheþta éalemîne av û nan

Nê Biharê éewr û baranin heyat

Bo gîya bo dar û bar bûn necat

Mêrg û çîmen der bihara nazenîn


Þîn dibin tê da binefþ û yasemîn

Wan kulîlka der seher girtin xunav

Rex bi rex biþkuj biþkivtin belav

Sorgul û sunbul û muzeyen bûne bîk


Éendelîb û bilbilan li ser çîkeçîk

Deþt û zozan û çîya bûn sor û þîn

Sîsen û sosin li mêrga ser hejîn

Nêrgiz û þevba ji xemlê kamilin


Çîmena rewþa xwe teyr û bilbilin

Gulberoj û lalezara dan þefeq

Çîçek û reyhan li hewda sed tebeq

"Ehmedê Nalbend"

Her wek me pêþtir bas kir di Zivistanê da Kurove, ba, bahoz, bager, befr, û baran û þilove qeyd û bendan diêxîne dest û pên mirovan û wan neçar dikin di kuncên malên xwe da hepsî û bend bin û xemla suroþt têk diçe û kifnek sipî li xwe diket. Lê mêj sale Newroz û Bihar di nava gelê Kurd da bi nîþan û berjenga dest pê bûna jîyanek din bi xemlekî nû û ciwan, rizgar bûn ji qeyd û bendan û vejiyan û nû bûnê tên hisêb, Bi wê hivîyê ku di demekî zû da xebata berheq û þoriþvanî û rizgarîxwaz a gelê me bighîje meram û armanca xwe û Newroz ji gelê me rast vegere û xaka Kurdistanê bi azadî û serbestiyê þad be û xeml û rewþa Newroza rastîn ji bo gelê me mafê netewî, serbestî, demukrasî û mafê mirovan û dadperwerî bît.