TEXTÊ DÎLBERÎ TEXTÊ DÎLBERÎ Îro li textê dîlberî, ya Rebb! Çi Þîrîn esmer e? Jê nabitin min dil birrî, ew dîlber e, yan dilber e? Dil gorîya canane ev, hem dîn û hem îmane ev Hem lutfû hem îhsane ev, hem law û hem gerden zere Kakul ji ber tacê bi zerr, ta ta wekî perr têne der Ser eskerê tîpa teter, serdar e yane serwer e Ya Rebb hebîna reng feleq, horî teteq dagirt Þefeq Ya belg û netrik, ya wereq, ya qiÞt e,yana çenbere Ew turre, ya keyso ne ew, zencî ne, ya hindo ne ew Þutrî ne, ya Þeb‘bo ne ew, ya toxê Þahê sencer e Ebrû ne yan cotek hîlal, Hindû ne yan nîÞan û xal Keysû ne yan Hezret Bîlal, meÞxûlê Ellah ekber e Çav in gello? Ya serxweÞ in, ya kafir in ya dilreÞ in Bêmar in ew ya nexweÞ in, yan nêrgiz û cadûkher e Ruxsar e, ya Rebb! Ya qemer, guftar e ya Rebb! Ya guher Ew qend e ya Rebb! Ya Þeker,ew suhd e yane xebere Ew rûn e yan gulbergê al, alal e, yan dêma bi xal Qendîlê Nûra Zulcelal, mir’at e yana mezher e Dêm, ÞûÞe nûra heqq di nav, dev xunçe ya Þirîn gulav Rux, sorgula rengîn xunav,xal, misk e,nîÞan Anber e Lêv in gello? Yaqûtê can, yaqûte,ya qûtê rewan Ya qutîya durca diran, yan hewza ava kewser e Ya Rebb xetê reyhanî ye ser sûretê Qur’an’î ye Yan xatema sultanî ye, mir’at e, yane menzer e Xal in gello ya fulful in, ew arid in yan sorgul in Em aÞiqin, yan bulbul in,zîkrê wî werda ehmer e Ew gerdena Þubhê Þemal, ser çesmeya ava zelal Qarûreya xemra helal, ya Þîse ye, yan mermer e Ya Rebb! Qeda zîba ye ev, yan Ke’be ya Îsa ye ev Yan Mescîdul-eqsa ye ev, yan sidre, yana er’er e Ya Rebb! Dilê dîwane ye, yan alimê ferzane ye Yan bulbulê wêrane ye, yan Ûd e,yana mîcmer e Ew Xanî yê dildade ye, meÞreb ji rengê bade ye Derdê wî, yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e. Ehmedê Xanî Berhevkirin : Abdurrahman Durre Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |