EY DIL EY DIL Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf MeÞqê diket wek kutuban Rûyê Nigar û Husnê xet Bende hezar û tiflê dil, hatine ber Melayê zulf AÞiqê bê ceger meger sebrê ji can û dil di ket Manîyê gencê meqsede, heybetê ejdehayê zulf Herserê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî AÞiqê îÞqîbazekî, bendî diket belayê zulf Rom û fireng û hîndîyan, xal û nîsan û xemrîyan Xencer û Þîr û misrîyan, ceng e li ber liwayê zulf Tac û tomar û bin perran, le´l û guhar û gewheran SerxoÞ û dîn û ebteran, reqse digel semayê zulf Law û rewal û rêspîyan, mîr û wezîr û cundîyan SerxoÞ û mest û bengîyan, derde ji macerayê zulf Þêx û mirîd û salikan, Þah û feqîr û malikan Cust û çeleng û çapikan dilket û bende payê zulf Ef’a û mar û ejder e, misk û zebad û enber e Nefxe yê rûhî perwer e, raîheyê hewayê zulf Bê meyy û bê dewayekî, bê deff û çenk û nayekî Dîn diketin Melaye kî, cezbe ê dil rubayê zulf Mîr û mela û mahîran, çendî belîx û Þaîran „Xanî „ û hindî haziran, dade! ji ber belayê zulf ( derde, ji destê tayê zulf ) Ehmedê Xanî Berhevkirin : Abdurrahman Durre Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |