PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Daxwazîya Kemalîst Abdullah Öcalan Bixunin !






















Abdullah Ocalan: Emerîkayê got me werin ser xeta me em dê tiştên ko hon dixwazin bidin we


IMRALI, 6/5/2003 — Serokê KADEK-ê Abdullah Ocalanî di hevdîtineka di 30-04-2003 de bi abokat û mirovên xwe re got ko Emerîkiyan gotin wî heger ew biçin ser xeta Emerîkayê dê Emerîkî hemî tiştên ko PKK dixwaze bide wê. Ocalan dibêje ko wî qebûl nekir. Ocalanî got ko niho planeka xirab heye ko Tirkiyeyê bikişîne ser xeta Yekîtiya Ewropayê. Wî got tiliya Emerîka, Yûnanistan, Ewropa û Îsraîlê di vî karê xirab de heye.

Abdullah Ocalan heq heye her heftî abokatên xwe bibîne û mirovên wî jî dikarin wî ziyaret bikin. Lê demên dawî hevdîtinên wî wekî dilê wî bi rê ve naçin. Tirk gelek caran bi bihaneyên hewaya ne misaid û tunebûna gemiyê nahêlin abokatên wî wî bibînin. KADEK jî vê meselê dide pêş û miting û protestoyan li Ewropa û Tirkiyeyê pêk tîne.

Di axaftina Ocalnî ya di 30-04-2003-ê de tiştên balkêş hene. Ew tekîdê li ser paraztina kemalîzmê dike û dijitiyeka gelek hişk ji bo avabûna dewleteka kurd li başûrê Kurdistanê diyar dike. Heta rexneyan li esker û berpirsyarên tirk digire ko çawa rê didin ko dewleteka kurd li başûrê Kurdistanê ava bibe û wiha dibêje:

— Ji Barzanî, Telebanî û dewleta kurd ne ez berpirsyarim. Ev ji bo xelkê tirk jî kompluyek e. Ev lehîstikeka mezin e. Ev lehîstik lehîstikeka li dijî azadiya xelkê tirke jî, vê binivîsînin. Vê baş bibêjin. Vê ji bo xelkê tirk jî bibêjin.

Ocalan di cihek dî di axafitna xwe de dibêje ko wî ji eskeran xwestiye ko li fikra kemalîzmê xwedî derkevin û got:

— Heftiya berê min gazî ordî (esker) yê kir. Min got li xeta Ataturkî xwedî derkevin. Lê li gor vê çendê jî vê rewşê dest pê kir (Qesda Ocalanî ji rewşê kurtkirina demê hevdîtina wî û abokatên wî ye).

Abdullah Ocalan ji rewşa başûrê Kurdistanê gelekî aciz e û dibêje kurdên başûr ji wî xwestin ko ew here nik wan lê wî qebûl nekir û got:

— Burkay (Kemal Burkayê serokê PSK-ê) lawaz e, amade ye ji bo her tiştî. Wan li wê derê xwedî dikin. Dê bi dehan rêxistinên neteweperest bidin avakirin. Dê tank, top û çekî bidin wan, dê wan bi çek bikin. Ev dê êrîş bikin. Dê êrîşî kurdan jî bikin, dê êrişî xelkê jî bikin. Ev e xeta xwînmêj. Ez naçim teslîm van nabim. Xwestin min jî bikişînin nik xwe. Lê ez neçûm.

Ocalan pê de diçe û behsa tehlikeyên avabûna dewleteka kurd dike û dibêje dê Îsraîleka didoyê dewleteka mîna Kuwêtê ava bikin.

Ocalan dibêje gerek tirk rê ji kurdên başûr re neveke û dibêje Berhrem Salih Ajanê CIA-yê ye.

Abdullah Ocalan ji zû da diyarkiriye ko ew canfidayê dewleta tirk e. Ew dibêje wî ti caran xiyanet li dewleta tirk ne kiriye û nake jî. Dibêje dewlet wî bikuje jî ew dê berdewamiyê di sedaqeta xwe ya bi dewleta tirk re bike. Lê balkêş e ko Ocalan nû behsa tiştên ko emerîkiyan bo wan gotine dike.





KK-Nûçe