EY DIRÎXA!![]() EY DIRÎXA ! Ey dirîxa! Ma me tenha ez ji Şemsa xawerê Xan û man têk bûne zulmet, paŞî wê dêm enwerê PaŞî lêvên wê venaxum mutleq ava Kewserê Min nevê dunya bi carek, piŞtî wê sîmîn berê Ger bizanim ez di hesrê da nebînim dîlberê Cennetê dê pê çi kem! Pê wer bi kem xakisterê Sed texabun! Çu ji bal min ew hebîna çav belek Ah û efxanê ji min daîm di çûn çerxa felek Hem ji ber feryadê min aciz dibûn îns û melek Mam di qeyda dax û derdan pasî wî zulfên xelek Hîcreta yarê bihatim subhê findê Şu’ledar Ketme sêla îŞtîyaqê, ji-htiraqê bûme nar Ez wucûdek bê wucûd im, suhtim têkve bûm xubar Min nevê dunya bi carek piŞtî wê çavî xummar Ger di hîna ez wefat kim, bête ser min Ezraîl Mujdeya xuldê bidet min hem di wê geh Cibraîl Xidr û Îlyas hem bibîtin her ji boy min re delîl Dê bibêjim min nevêtin xuld û kewser, Selsebîl Çerxê kec reftarî waweyla! Ku ez talan kirim Ser bi gerdan bûm û lêkin zêde sergerdan kirim Bê dil û Şuxl û hewes, carek ku bê iz’an kirin Zêde wê bê murwetê ev reng ku ez talan kirim Zînîhar! Ey dosîtan wextê dikim ez hîcretê Wan du mîsraan kîtabet kin li belgê kaxetê Da di dest min da senet bit ew di hîyna hezretê Wesfê halê min bibêjin ew di wextê wesletê Xanîya ta key bibêjî ev sual û ev cewab! Ew ji wî sadir bûye ey bê edeb, ey bê hîcab! Ew qedaya barîye, razî bibe ey mal xirab! Belkî bîtin mûcibê narê ji bo te ew xitab Ehmedê Xanî Berhevkirin : Abdurrahman Durre |