PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN PDK - XOYBUN
30.10.2016—30.10.2019 — Generalê Artêşa Agirî, Dr. Silêman (Saîd Çûrûkkaya), nemire û di dilê Netewa Kurd da dijî...
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
1968—30.10.2016—30.10.2019
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun ( P D K — XOYBUN ) ê, Generalê Artêşa Agirî, Dr. Silêman (Saîd Çûrûkkaya) bi Dilekî germ, bibîr tînim. Generalê Artêşa Agirî, Dr. Silêman (Saîd Çûrûkkaya), wekê her Tekoşer û Şehîdên Kurdistanê, nemire û Dilê meda dijî. Şehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujînên, li hemberê Kurda, li Kurdistanê û yên li dervayê Kurdistanê buye, hemuyan, Şermezar dikim...
Dr. Silêman (Saîd Çûrûkkaya), di 26 Cotmeha 2016 de, li başûrê Kurdistanê bi giranî birîndar bu, wî ji başûrê Kurdistanê şandin Almanya yê, di 30.10.2016 de (saet 1 şevê), li Almanya, li nexweşxaneya eskerî ya Koblenzê, dilê wî sekinî û jiyana xwe ji dest da, şehîd ket.
Serê Endamên Malbata, Generalê Artêşa Agirî, Dr. Silêman (Saîd Çûrûkkaya), Serê birêz, Selîm Çûrûkkaya, Serê Serokê Kurdistanê, Serê Rêvebir û Xebatkarên, Partî ya Demokrat' a Kurdistanê, û Serê Endam û Rêvebirên, Partiyên Kurdistanê yên Kurdistanî û Serê Netewa Kurd, Saxbe.
Kurdistanîyên Hêja : Generalê Artêşa Agirî, Dr. Silêman (Saîd Çûrûkkaya), dema ku dibîne Kurdistan rastî êrîşa DAIŞê hat û welat kete xeterê, dest ji her tiştê xwe li Almanya ber dide û berê xwe dide Başûrê Kurdistanê.
Dr. Silêman kincên pêşmergeyan li xwe dike, weke pêşmergeyekî xwebexş diçe sengerên şer û vê carê li Başûrê Kurdistanê, di şerê parastina welat de cihê xwe digire.
Piştre, hêzeke pêşmergeyan bi navê Agirî ava dike, ku di nava wê hêzê de, pêşmergeyên xwebexş cih digirin, bi xwe wan pêşmergeyan perwerde dike, hem dersên siyasî, hem jî dersên leşkerî dide wan.
Ez hêvîme, Artêşa Agirî, berdewam be û ji nuva, ji xotên Civan û ji keçên ezebên Kurd, were nujenkirin heta Kurdistan hebe, hêzên Artêşî, berdewam be...
Doktor, xelkê bakûrê Kurdistanê bû, fermandarekî gerîla û endamê Encumena serkirdayetiya PKK bû, piştî ku ji partiya xwe cuda bûbû, çûbû Almanya, li wê derê jî zanko xelas kiribû, dema ku êrîşî tê ser başûrê Kurdistanê, li Almanya dest ji her tiştî berdide û tê xwebexş di nava pêşmergeyan de, di sengerên şer de cih digire û şerê Daişê dike.
Bi deh kîlometran zeviyên mayînkirî paqij dike û bi sedan jiyana pêşmergeyan ji wan mayînan rizgar dike, ew nêzîkî 5 hezar mayîk pûç û tune dike.
Cenaze yê, şehîd Dr. Silêman, li kêleka herdu birayên wî yên şehîd hat veşartin..
Partiya Demokrata Kurdistanê PDK û rayedarên herêma Kurdistanê dixwazin wî bînin başûrê Kurdistanê û bi merasîm ji başûr derbasî bakurê Kurdistanê bikin û wî li Bîngolê veşêrin.
Ew ji Bakurê Kurdistanê û xelkê herêma Çewlîgê ye û berî êrişên DAIŞê bo ser Başûrê Kurdistanê li Almanya dijiya.
Berî ku tevlî PKK bibe, wî li zankoyê beşê pizîşkî dixwend. Piştre dev ji xwendina xwe berdide û di nava tevgera rizgarixwaz a Kurdistanê de cih digire.
Sait Çurukaya Piştî demekê di nava PKKê de dibe fermandarekî pilebilind û serkirdeyekî pilebilind ê PKKê.
Piştî ku serokê PKK Abdullah Ocalan tê girtin, Dr. Silêman ji PKKê cuda dibe û demekê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dimîne.
Piştre diçe Almanya, dibe hemwelatiyên wî welatî û li wê derê xwendina xwe ya zankoyê berdewam dike û beşê pêwendiyên civakî li zankoya Hamburgê temam dike.
Dr. Silêman, dema ku dibîne Kurdistan rastî êrîşa DAIŞê hat û welat kete xeterê, dest ji her tiştê xwe li Almanya ber dide û berê xwe dide Başûrê Kurdistanê.
Dr. Silêman kincên pêşmergeyan li xwe dike, weke pêşmergeyekî xwebexş diçe sengerên şer û vê carê li Başûrê Kurdistanê, di şerê parastina welat de cihê xwe digire.
Piştre, hêzeke pêşmergeyan bi navê Agirî ava dike, ku di nava wê hêzê de, pêşmergeyên xwebexş cih digirin, bi xwe wan pêşmergeyan perwerde dike, hem dersên siyasî, hem jî dersên leşkerî dide wan.
Di nava şer de, ew weke pisporekî pûçkirina mayînên ku DAIŞ çandine kar dike. Bi pûçkirina otomobîlên bombekirî yên DAIŞê ew dikare jiyana bi sedan pêşmerge biparêze û wan ji mirinê rizgar bike.
Faîk Bûcak, ne tenê siyasetmedar bû. Helbestvan jî bû. Di hemû helbestên xwe de bang li xort û keçên Kurd dikir. Hêviya wî xort bûn. Helbesta xwe ya navdar “Sonda Mirinê“ ji bo xorten ku canê xwe yê ezîz ji bo welat feda dikin, li zîndanan jiyana xwe ji dest didin nivîsandi bû.
Faîk Bûcak, dema ku helbestên xwe dinivîsand wê demê şert û îmkanên îro weke îro tune bûn. Mirov nikarîbû tiştên nivîsandî bi xwe re bigerîne. Faîk Bûcak helbestên xwe êvarê bi dost û hevalên xwe didan jiberkirin û digot ”qîza xalê min, van helbestan baş jiber bike, rojekê ku ez canê xwe ji dest bidim bela ev helbest wenda nebin. Berî şehadeta wî dostekî helbestên wî bi dengê wî di kasêtekê de tomar kiribûn.
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêsimê.
Hovîtî kirin li Muş û Amedê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baranê.
Hunandîy e vejînî û xoybunê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hun Dizanin !
Ji Yêzdanê Dilovan,
Dîyarî Bihuşte...
Ew der Kurdistane...
Ava Bihuştê...
Kanîya Zemzemê...
Hebuna li bin Axê...
Zêrê Zer û Ava Reş...
Kakilên, Gûz û Tûyan...
Darên Rezan û hwd...
Li Welatê Kurdistane...
Kaniya Neftê, Diherike Cîhanê...
Çavên birçîyan, Zur bu...
Ewrê reş, li ser Kurda, rêz bu...
Terorîstên, bi Cilên Reş, har bu...
Amerîka û Ewropa, Hevkar bu...
Pêşmerge, bi Top û Tifingan, ra bu...
Barzanî, bê xew ma û Tekoşer bu...
Emê, bi avakirina Kurdistan a mezin, dagirkerên Kurdistan ê, ji ser axa Kurdistan ê, bavêjin der û dawî li Saltanat û Heytehola wan bînin. Emê, komarên wan, hilşînin û desthilatîyên wanên gemar, bikin tarîtî ya dîrokê...
Xuşk û Bira yên Hêja !
Ji boy aşîtîya Cîhanê, hewceye em, dawî li şeş devletên îro, -Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin, Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Di vî pirojê da, Nexişê Kurdistana mezin, digîhî je, Ewropa yê. Hewceye, her Kurdên, bi xîret û mêrxas, beşdarê, ramana, Kurdistan a mezin be.
Em hêvînin, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her pênc perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
Em hêvînin, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Federe da xurt û geş bive...
Kurdistanîyên Hêja :
Alî Cahît Kiraç : Kurdistanîyen hêja, werin, beşardarê PDK-XOYBUN ê bin, em, bi hevra, Kurdistana Mezin, avakin û ruhê Şêhîdên Kurdistanê, şad bikin...
• Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û bang li kesên Kurdistanî dikim, beşdarê PDK-XOYBUN ê bin, em bi hevra, axa Kurdistana pîroz rizgar bikin...
• Dubare, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û li her kesên Welatparêz û Kurdistanî dikim, bi endamtî, beşardarê PDK - XOYBUN'ê bin, Partîya xwa ya PDK ê, xurt û zindî bikin. PDK - XOYBUN, berdewama PDK ya 1965'a ye û dixwaze, bi zindîbuna PDK ê ra, bi avakirina Kurdistana mezin, ruhê Şehîdên Kurdistan ê, şad bike...
• Ez hêvîmim, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçe'yên (Herem'ên) Kurdistan ê, rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
• Disa, hêvîmim, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Yekgirtî û Federe da, xurt û geş, bive...
• Ez amademe, bi welatên Emperyal ra, Peymanek pêk bînim... Di vî peymanê da, 500 sal, berjewendîya welatên Emperyal, hebe û Kurdistan jî, heta hetayê, azad be...
• Eger, welaten Emperyal, ji bo avakirina, Kurdistana Mezin, alîkarî bide me, wê demê, emê jî, 500 sal, qezenca, ser-erd ê û bin-erd ê, Kurdistanê, ji % 50 yê, bidin wan, welatên hevkarên xwe û emê, 500 sal, Lula Neftê jî, ji wan, welatên hevkarên xwe ra, vekin... Emê, ji bo parastina Kurdistanê, ji Artêşa Kurdistanê ra, 80 Mîlyon, Dabançe, Tifing'ên herê Moderin, Rokêt'ên, Antî-Panzer û Fûze'yên, Antî-Tîyare û hwd, ji wan, welatên hevkarên xwe, bikirin...
Kengê Kurdekî Were Kuştin, Hun Jî Sê Zarokan Çêkin ! . .
Gelê Xuşk û birayên Kurd, neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê bi sed salane, Bira, Bav, û Xuşkên me Kurda bi şiklên curbecur dikujin. Dibê em dev ji tolhildanê bernedin. Ango hewceye em mafên xwayê Tol Hildanê bikar bînin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê, Kurdekî kuşt, hun jî bi cengawerî tol hilanîn ( heyf hilanîn ) bigirin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, kengê Kurdekî bi destê neyarên netewa Kurd were kuştin, hun jî, di şuna wî kesê şehîd da, sê zarokan çêkin !...
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema hun nu dizewicin, an cêvî an jî sêber zarok bînin dinê !...
Gelê birayên Kurdên li Kurdistan ê û Kurdên li seranserê Cîhanê, hetanê sala 2113 yê, ango hetanê sed salê kî, bi kêmasî, sê an jî çar Jin bînin, ango sê caran an jî çar caran bizewicin, bila jimara Kurda, li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, zêde be. Dakû em, bikaribin, li hemberê dagirkerên Kurdistan ê, xwe biparezin û em li hemberê Teknolojî ya îro wenda nebin !...
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêrsim ê.
Hovîtî kirin li Muş û Amed ê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîr ê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baran ê .
Hunandîy e vejînî û xoybun ê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistan ê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi şiklên Curbe-cur kuştine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi şiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li şeş devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...