HILO HILO Dilo, rabe xwe kêf xweÞ ke, biçîn seyra gulistanê Bese, carek tu xwe bi weÞ ke, Hilo! Da biçne seyranê Gulîstan wekû sorgul tê, çimen misla ku sunbul tê Hezar bulbul bi xulxul tê, di fesla mahê nîsanê Di fesla çardeyê nîsan, me dî bû dîlberek dîsan Be dil meÞ´el çira îsan, me can da Þubhê perwanê Me can da dîlberek sade, letîf û sox û begzade Ji qeydan kir me azade, nîhan xwendîme diwanê Nihanî, xelwetek da min, ji le´lan Þerbetek da min Bi dîn guh Þîretek da min, girim bende di fermanê Ji fermanê kî haziq bit, û naxwazî munafiq bit Divê her dem muwafiq bit, wekî Þêxê di senanê Wekî Þêxê, dê hazir bit, li fermanê ku nazir bit Bi emrê dostê kafir bit, bi sojit suhfê quranê Disojim suhfê mektûbê, bi emrê yar û mehbûbe Dema dil dim bi metlûbe didem ez dîn û îmanê Eger dîlber mecazî bit, ji rengê lebsê xazî bit Bila sofî ne razî bit, bi mîne ew di hirmanê Binê, sofî qewî dîne, wekî xuffasê miskîne Li nik wî roj tureng nîne, xwe naspêrit direxÞane Dilê wî kor û e´ma ye, ji weslê dûrîda maye Li ber wî derge dadaye, nehîste bête dîwanê Ez im serxwes ji wê camê, ez im ruswa di nêv âmê Ez im enqa ketim damê, bi zulfa ser li xal danê Bi zulfa hate serxalan, bi nefsa tîtik û alan Dil û canê me ebdalan di bit dîsa di talanê Di talanê ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn Dilê sed pare ker-ker çûn, Tu „ Xanî „ beske efkanê Ehmedê Xanî Berhevkirin : Abdurrahman Durre Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |