MEDHÎYE Û MERSÎYE PESINNAME Û ÞÎNNAME) (Der bareyê Muhammed begê BAZÎDê da) MEDHÎYE Û MERSÎYE Kanê Muhammed beg gelo? Ka PadîÞahê Serhedan? Îro ji dil bigrîn dilo! ka PadîÞahê Serhedan? Îro bi bînin îbretê, axa û xelqê hêÞetê Kanê xwedanê xîretê,ka PadîÞahê Serhedan? Mîrê di nêv mîran bi nav, esheb suwarê rim zirav Bala bilindê perr belav,ka PadîÞahê Serhedan? Kî, dî we reng zatek Þerîf,erkan û ezmanek letîf Alem didest wî bû zeîf, ka PadîÞahê Serhedan? Koma Dimil bû sê hezar,sed Mîrekan vêkra du car Jêk rakirin,kir tar û mar,ka PadîÞahê Serhedan? Senceq ji ser qemmê birrî, Bitlîsîya wan jê kirî Xanê Dimil ker bû, çirrî,ka PadiÞahê Serhedan? Kanê ezîzê Misrîyan,kanê edûwwê Wanîyan Kan hevrikê Mahmûdîyan,ka PadîÞahê Serhedan? Kanê emîrê namîdar,serhed niÞînê xundekar Pasan ji bo pêÞkês hinar,ka PadîÞahê serhedan? Kanê emîrê zî funûn,ka aqilê teb’et cunûn Alem li ber wî bûn zebûn,ka PadîÞahê Serhedan? Çend mîr û hakim rakirin, çend xan û sultan da kirin Kom û heÞem ber Ba kirin,ka PadiÞahê Serhedan? Ew hakimê pirr nav û deng, hem teb’etê Teymûrê leng De’wa dikir biçye Frenk, ka PadîÞahê Serhedan? Pêla ku wî dîwan di girt, xelqê edeb erkan di girt Heybet ji wan dîwan di girt, ka PadîÞahê Serhedan? Wextê bi ser hespê diket, ÞeÞ caniban rev pê di ket Heybet bi ser xelqê di ket, ka PadîÞahê Serhedan? Daîm edalet pêse bû, xayet deqîq endîÞe bû Nazik tebîet ÞîÞe bû,ka PadîÞahê Serhadan? Dîwan û edl û dadîgîr, îz’an pirr û roÞen zemîr Hetta xweÞîn nakin ji bîr, ka PadîÞahê Serhedan? Dîwan û eywan sanisîn, ew sedr û hewzê nazenîn Man Þubhê firdewsê berîn,ka PadîÞahê Serhedan? FerÞên di dîba û herîr,îstebreqên wî bê nezîr Bê îxtîyar mayîn ji bîr,ka PadîÞahê Serhedan? Ev xalîyên ermûÞê qezz,wernagirin kes Þubhê xezz Xalî bûyîn meydan û rez, ka PadîÞahê Serhedan? Rez bû mîsala cennetê,eywan ji sun’a qudretê Kes nîne tê ket suhbetê,ka PadîÞahê Serhedan? Elmas û le’l û gewheran,Tomar û tac û bin perran Hedd nîne bêxme defteran,ka PadîÞahê Serhedan? Ew ÞehniÞîn û hewz û av,nêçîrgehê pirr seyd û rav Nabit bibêjim ez bi nav,ka PadîÞahê Serhedan? ÞahînÞehê gerden firaz,aza kirin Teyhûn û qaz Terxan kirin Teyxûn û Baz, ka PadîÞahê Serhedan? Mîrê Me wa nabit suwar, têr bûya ew naçit Þikar Teyxûn û Terlan man li xwar,ka PadîÞahê serhedan? Serdarîya koma gelek naket suwarê çav belek Çavet spî bin ey Felek! Ka PadîÞahê Serhedan? Taq û Rewaq û menzeran,kosk û kelat û xeyberan Wan cumle nîÞan heyderan,ka PadîÞahê Serhedan? Ew cumle,wî îcad kirin,her çend qewî bunyad kirin Çerxê,hejand berbad kirin,ka PadîÞahê Serhedan? Xwahê Kelatan bê zefer,dijmin ji ber wî bê meferr Wê çûye nêva ax û ber,ka PadîÞahê Serhedan? Dunya di borîtin bi dor,umrê ezîz nadin bi zor Dewlet di bên: Naçîte gor,ka PadîÞahê Serhedan? Yareb hebit ocax qedîm,emmên di wî, xweÞ bin emîm Bilxasse ew durra yetîm,ka PadîÞahê Serhedan? Durdanyê gewher sedef,ew ma ji wî neslê xelef Ya Reb nekî wan zû telef,ka Padîsahê Serhedan? Xanî! Tu jî, destan hilîn,Her çend ku zêde dil kulîn Îro ji mîrê sailîn, ka PadîÞahê Serhedan? Em jî di bên : Xanî mîsal, kanê hem û dost û heval Ka tac û text û mulk û mal, ka PadîÞahê Serhedan Ka mîrek û xan û xwe dan,ka çadir û konê vedan Zozanê Qardox û Medan,ka PadîÞahê Serhedan? Kanê welat kanê welat,ser kanîya avul heyat Ka Xizrê azadî ne hat,ka PadîÞahê Serhedan? Ehmedê Xanî Berhevkirin : Abdurrahman Durre Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |