Bipêþveçûna dîrokî ya zimanê kurdî û hin taybetmendiyên wî yên xweser Dr. Zerdeþt Haco - Serokê PENa kurdî - Mamosteyê Beþê kurdî li zanîngeha Hamburgê/Elamniya Daketina nav mijarê Berî ko ez dakevime nav naveroka vê mijarê, ez dixwazim destpêkê giringiya ziman weke nasnameya çanda gelan bi giþtî û weke nasnameya gelê kurd bi taybetî bênime ber çavan. Ez dixwazim vê yekê bêjim, da ko mirov bipêþveçûna dîrokî ya zimanê kurdî, û hin taybetmendiyên wî yên xweser baþtir têbigihe, gava em zimanê xwe û zimanine dî bidine ber hev. Bêgoman em li ser wê yekê li hev dikin, ko ziman stûna çanda gelan e. Ziman ne tenê niþana çand û welêt e, ew ji bo naskirina nasnameya mirovekî ji cihê ko ew lê mezin bû ye jî, giringtir e. Ji ber ziman bi dirêjbûna jiyana me ji me venaqete, heta gava em bê çare ji welatên xwe birevin jî, û li koçberiyê jî bijîn, ew bi me re dimêne û dest ji me naberde. Di heman demê de ziman dîrok û pêþeroja gelan e. Ew dîroka gelan e, ji ber tenê di riya zimên re em dikarin li raman û bîr baweriyên pêþiyên xwe binihêrin û dîtinên wan di berhemên wan de, yên ko bi ziman hatine nivîsîn, binirxênin. Û ziman pêþeroja gelan e, ji ber tenê bi riya alavê ziman gel dikarin bernameyan ji jiyana xwe ya li pêþ re deynin. Êdî mirov dikare bêje, ko gel para mezin bi zimanên xwe têne nas kirin. Ev encama ko em gehiþtinê, dikare bi taybetî ji gelê kurd re bê gotin. Ji ber îro ne dewleteke Kurdan serbixwe heye, ya ko Kurd pê bêne nas kirin û ne jî ew xurû ji yek dînê taybetî ne, ko ew bi wî bêne nas kirin. Vêce ji ber ko ziman taybetmendiyeke wiha serbixwe ye ji nasnameya neteweya kurd re, ew di dîrokê û di dema niha de jî tim bûye armanc ji hêrîþên dagîrkerên welatê Kurdan re. Belê pêþî ez dixwazim werime ser têgîna "Zimanê Kurdî" û bipirsim, ka gelo wateya vê têgîne çi ye? Ev pirsa ha ji destpêkê ve xwe davêje meydanê, ji ber dewleteke Kurdan nîn e, heta ko mirov yekser bêje ev ziman yê vê dewletê ye. Kurdistan, weke ko em hemû dizanin ji aliyê 4 dewletan, Tirkiya, Iran, Iraq û Sûriya ve dagîr kiriye û di encama vê yekê de, ne dewleta Kurdan û ne zimanekî kurdî yekgirtî û bilind heye. Pirsa ko zimanekî kurdî serbixwe heye, û bi ser zaravên xwe yên têvel de ji zimanên din bi sînor e, di vê navê de bû ye rastiyeke zanistî û êdî herkes vê yekê dizane. Li ser vê rastiya ha ji sedsala 19an û heya roja îro, heme bêje, hemû zanyarên zimên, yên ko li ser zimanê kurdî nivîsî ne, di yek baweriyê de ne. Ji ber xizmayetiya teng di navbera zimanê kurdî û zimanê farîsî de, berê baweriyek hebû, digot, ko zimanê kurdî zaravek ji zaravên Farisiya Nû ye. Di piþt re zanyarine ewropî navdar, weke Maurizio Garzoni, Albert Socin, Peter Lerch, Alexandre Jaba, Hugo Makas û Ferdinand Justi bi nivîsên xwe yên zanistî derketin û dane xuya kirin, ko xizmayetiya di navbera zimanê kurdî û zimanê farisî de ne bihtir e, ji xizmayetiya di navbera zimanê farisî û zimanên din ên hindo-îranî de. Peter Lerch di berhema xwe de, ya bi navê "Forschungen über die Kurden und die iranischen Nordchaldäer" 1857 li ser xizmayetiya di navbera zimanê kurdî û zimanê farisî de wiha nivîsiye: "Herdû qurmên zimanî (ango qurmê zimanê kurdî û qurmê zimanê farisî) ji hev gelekî dûr in, belê wan gelek çeng, mil û çiqulîk hilgirtine, yên ko du malan ava dikin. Endamên van herdû malan xwe ji hev nêzîk dikin û êdî ji hev têdigihin" Bi vê yekê Peter Lerch dixwest bide xuya kirin, ko di navbera hin zaravên zimanê kurdî, û bi taybetî devokên Kurmanciya Jêr û zimanê farisî de, bihtir ji hin devokên Kurmanciya Jor û Farisî de, xizmayetiyeke meztir heye. Hin ‚Zimanzanên' Tirkan, bi awayekî çewtezanistî hewldidin, ko serxwebûna zimanê kurdî nayînî bikin û zimanê kurdî weke zimanekî "bêbingeh, zimanekî tevlîhev, zimanekî ko bi gelek awan hati be cûtin, peyvên wî weke kêstekên ko ji her alî ve hati bine ba hev". bdinine xuya kirin (çawa ko raperestê tirk Bedrî Noyan sala 1982an di gotareke xwe de li ser peyva "Kurd û Kurdên Tirk" nivîsiye. Belê ev hewldanên han di cihana þarezayên zimanan de bê bawerî dimênin, ji ber ew bi rengekî hiþkere dibine alavên propegenda derewan ya dewleta tirk li dijî hebûna zimanê kurdî û bi vê yekê li dijî hebûna gelê kurd. Ka li hember vê em li baweriya zanyarekî elman î navdar, yê ko li zanîngeha Essenê xebat dikir, temaþe bikin. Vî zimanzanê elman, Prof. Dr. Johannes Meyer-Ingwersen di vê biwarê de nivîsiye: "Ev yek bi rastî dêmagogiyeke xurû ye, gava li Tirkiyayê tim tê gotin, ko bi xwe Kurd ew eþîrên Tirkan in (Tirkên çiyayî), yên ko bi demê re ‚ Farisiyeke xirabûyî ‚ wergirtine. Ya pêþî, zimanê kurdî zimanekî serbixwe ye, û ya didiwan, Kurd û zimanê kurdî hê bi demeke gelekî dirêj berî Tirkan di wî cihî de ne. Dîrok bi zîzî bervajî vê dîtina Tirkan e: Di dema ko rojavayê Enedolê (bi rêjeyî dereng) hate tirkkirin de, zimanê xwecihê navçeya Kurdan hê berî hatina êlên Tirkan serbixwe bû." Di derbarê rêzkirina zanistî ya zimanê kurdî de divê mirov bêje, ko zimanê kurdî zimanek ji zimanên bakur-rojava yên koma îranî ya malbata hindo-ewropî ye. Û bi vê yekê ji zimanên hawîr xizmayetiya zimanê kurdî tenê bi zimanê farisî re heye. Zimanê tirkî û zimanê erebî, heryek ji wan ji malbateke dûr e dî ye. Dinavbera van hersê zimanan de tenê dan û standineke guhestina hin bêje û rewþên rêzimanî heye. Li vir divê mirov bêje, ko giraniya ko zimanê erebî ji dema misilmankirinê ve li zimanê kurdî kiriye (çawa ko li gelek zimanên dî jî kiriye) ji giraniya ko hin zimanên din li Kurdî kiriye, meztir e. Nebûna zimanekî kurdî yekgirtî û bilind îro rastiyeke þîndarî (xembar e) ye, divê em wê bipejirênin. Bi ser wê de gelek zaravên zimanê kurdî yên herêmî û jihevcida hene. U bi ser vê de jî gelek devokên xwecihî yên her zaravekî hene. Ev rastiya rewþa îro encama dîroka gelê kurd ya dilbiêþ e. Mercên rêzanî (siyasî) di dîrokê de rê ne dan, da gelê kurd li ser xaka welatê xwe dewleta xwe ya neteweyî ava bike û piþtgîriya bipêþveçûna zimanekî kurdî bilind û neteweyî bike. Zaravên zimanê kurdî kîjan in û li kîjan herêman têne axaftin? Zimanê kurdî parçeyek erd ji nêzîkî 500 000 km² himbêz dike. Sînorê baþur ji bakurê Kendava Farisî dest pê dike, hildikiþe bakur û di ber wilayeta îranî Ezirbêcanê re dipere, di beþekî biçûk ji komara Ermenistanê re derbas dibe, di Erzerûmê re diçe Sêwas û Mereþê li rojava, xwe digihîne Efrîn û Hisiça li baþur-rojava, diçe baþur û di þingal, Mûsil, Badrê û þuster re dîse vedigere bakurê Kendava Farisî. Li ser hijmara mirovên ko bi zimanê kurdî diaxivin tu serjimêrên zîz û fermî nîn in, lê tê gotin, ko hijmara axêverên kurd digihe 40 miliyon kesî. Zimanê kurdî yan jî Zimanê Kurmancî, çawa ko Kurd zimanê xwe bi nav dikin, li ser du zaravên sereke tê parve kirin. Di her zaravekî sereke de çend devokên xwecihî hene. Zaravên sereke Kurmanciya Jor (Kurmanciya Bakur) û Kurmanciya Naverast in. Xeta Urmiya, Rawendûz, Hewlêr kare weke sînor di navbera van herdû zaravên sereke de were temaþe kirin. Bakurê vê xetê piraniya Kurdan (ji derveyî navçeyên Bingol û Dêrsimê) bi Kurmanciya Jor diaxivin, baþur-rojhilatê vê xetê piraniya Kurdan bi Kurmanciya Naverast diaxivin. Kurmanciya Jor bi xwe jî 3 beþ in: 1. Kurmanciya herêmên Dihok, Hekarî, Cizîr û þernexê, yên ko bi navên Badînanî, Bayezîdî û Botanî têne bi nav kirin. Ji devoka van herêman re mirov kare Devoka Botanî bêje. 2. Kurmanciya herêmen Ûrmiya, þingal, Sêrt, Amed, Batman, Mêrdîn, Hisiçe, Riha, Agrî, Qers û Kurmanciya Kurdên Qefqasiyayê. Mirov kare van devokan bi navê Devoka þingalê bi nav bike. 3. Kurmanciya herêmen Dîlok (întanb), Efrîn, Semsûr (Adiyeman), Mereþ, Meletiya, Sêwas, Erzingan û Kurmanciya Kurdên Xurasanê. Ji van devokan re mirov kare Devokên Dîlok û Mereþê bêje. Kurmanciya Naverast, bi gelemperî devokên wê yên herêmî ev in: Sineyî, Silêmanî, Erdalanî, Kerkûkî, Germiyanî, Hewlêrî, Soranî, Mukrî, þarbajêrî û pijderî. Zaravên teniþt yên zimanê Kurmancî Di zimanê Kurmancî de du komên din yên zaravan hene. 1. Kurmanciya Jêr (Kurmanciya Baþur), devokên wê yên herêmi bi gelemperî ev in: Feylî, Kirmanþanî, Lekî, Kelhorî, Xaneqînî û Lorî. 2. Kirmancî (ya ko bi þaþî navê Zaza lê hatiye kirin) -Goranî a. Kirmmancî: ev zaravê zimanê kurdî heta niha bi awayekî þaþ û nezanistî hatiye bi nav kirin. Kurdên ko bi vî zaravî diaxivin, ji xwe re nabêjin Zaza. Gava ew basa zimanê xwe dikin, yan dibêjin ‚zonê me' ango zimanê me, û yan jî ‚Kirmancî' dibêjin. Li gelek deveran Kurdên ko bi vî zaravî dipeyivin dengê þ (sh) dixine s û dengê j dixine z. Ne gelekî dûrî baweriyê ye, ko Kurdên bi Kurmanciya Jor diaxivin, ji ber vê diyardeyê ji wan re -bi tinazî- ‚Zaza' dibêjin. Mirov ji vê rastiyê bihtir nêzîk dibe, gava mirov zani be, ko Kurdên Kirmanc ji Kurdên ko bi Kurmanciya Jor diaxivin re, ‚Here-Were' dibêjin. Vêce heke bi rastî bêjeya ‚Here-Were' weke navê gelê kurd ji Kurdên Kurmanciya Jor re were pejrandin, hingê mirov dikare bêjeya ‚Zaza' jî ji Kurdên Kiramanc re bipejirêne. Bi gotineke dî, heke bi rastî bêjeya 'Here-Were' navekî dîrokî û zanistî yê beþekî ji gelê kurd be, hingê ‚Zaza' jî navekî dîrokî û zanistî yê beþekî dî ji gelê kurd e. Her weke vê bêjeya ‚Dimilî/Dûmilî' jî ya ko hin vî zaravê kurdî pê bi nav dikin, ne zanistî û þaþ e. Ji ber Dimilî navê êleke kurdî ye û ne navê zaravekî kurdî ye. Li aliyekî din hin kes ji vî zaravê kurdî re ‚Kirdkî' dibêjin. Ev peyva ‚Kirdkî' jî ne peyveke dîrokî ye. Hin zimanzanên kurd, yên ko xwestine xwe ji bêjeya ‚Zaza' rizgar bikin, peyva ‚Kirdkî' nû danîne. Ji ber vê yekê wê ya rast ew be, gava em Kurd bi xwe di axaftin û nivîsên xwe de dest ji bêjeyên ‚Zaza', ‚Dimilî' û ‚Kirdkî' berdin û li þûna wan bêjeya ‚Kirmancî' ji vî zaravê kurdî re bidine xebatê. Vêce kengî me peyva ‚Kurmancî' bi kar anî, hingê em li ser hemû zaravên zimanê kurdî dibêjin, ango Kurmanciya Jor, Kurmanciya Naverast, Kurmanciya Jêr û Kirmancî-Goranî. Û kengî me got, ‚Kirmancî' hingê em li ser zaravê 'Kirmancî' dibêjin, yê ko heta niha bi çewtî Zaza, Dimilî û Kirdkî jê re hatiye gotin. Heta ko ev rastiya ha xwe di nav hemû Kurdan de bide pejrandin, divê beþek ji Kurdên baþur (Îraq) jî, yên ko bêjeya ‚Kiramnc' bi giþtî li þûna ‚Kurmanc' dibêjin, xwe ji vê baweriya me nêzîk bikin. Zaravê Kirmancî bi xwe jî li ser du koman beþ dibe: - Devoka Dêrsimê (Kirmanciya Rojava) û - Devoka Bingolê (Kirmanciya Rojhilat) Ev herdû devokên zaravê Kirmancî ji nêzîkî 3 miliyon Kurd ve li van herêmên Kurdistanê têne axaftin: Dêrsim, Bingol, Elezîz, Xerpût, Maden, Palo, hawîrê Amedê û li Siwêrekê. Bi ser ko herêmên ko Kirmancî û Goranî li wan têne axaftin, dûrî hev in jî, xizmayetiyek di nav herdû zaravan de heye. Ev jî mirov dikare bi wê yekê þirove bike, ko berê axêverên herdû zaravan li yek herêmê dijîn, û bi sedema hin bûyerên dîrokî, êline kurdî ji wan, yan bi dilê xwe, yan jî bi zorê cihê xwe berdane û li herêmine din niþtecê bûne. Derbarê rewþa wêjeya nivîskî ya zaravê Kirmancî mirov bipêþveçûneke li ber çav dibîne. Nivîskarên kirmanc berê berhemên xwe bi Kurmanciya Jor dinivîsandin, belê îro ew li zaravê xwe xwedî derdikevin, pê dinivîsin û wî bi pêþ ve dibin. Ev jî cihê þehnaziyeke mezin e, ji ber bi vê yekê ew vî zaravê kurdî yê xweþ, yê ko li ber çûnê ye, rizgar dikin û xezîna zimanê neteweya kurd pê dewlemend dikin. b. Goranî: Devokên zaravê ‚Goranî' li navçeyên Hewraman, Zengene û Kerkûkê têne axaftin. Kurdên kakeyî jî bi devoka goranî diaxivin. Devoka ‚Goranî' berê weke zaravê wêjeyî dihate bi kar anîn. Ew bû bû zimanê bilind û nivîskî yê Mîrevaniya Erdelanê û demekê bû bû zimanê bilind yê Mîrevaniya Baban jî. Hin helbestvanên navdar ên Kurdan weke Xaneyî, Qubadî û Mewlewî berhemên xwe bi vî zaravî nivîsandine. I. Bipêþveçûna dîrokî ya zimanê kurdî a) Binyata zimanê kurdî Herwekî min li pêþ jî da xuya kirin, zimanê kurdî bê dewlet e, ango tu hêzên siyasî nîn in, ko li zimanê kurdî xwedî derkevin. Ji aliyekî dî ve ne ji berjewendiyên mîriyên dewletên dagîrker e, ko bihêlin lêkolînên zanistî li ser zimanê kurdî werine kirin. Bêhtir ji vê, ew di riya hevpeymanên xwe yên siyasî û çandî re giraniyê li dewletên derveyî jî dikin, da ew guhê xwe nedine çanda gelê kurd û bi vê bihêlin, ko ew were ji bîr û winda kirin. Heta ji dest mîriyên dewletên dagîrker tê, ew nahêlin beþên Kurdologî li xwendegeh û zanîngehên welatên derve jî werine vekirin. çi gava mîriya dewletekê bixwaze, beþekî Kurdologî li zanîngeheke xwe veke, dewletên dagîrker, dengê xwe radikin û dibêjin, hûn xwe tev kar û barên hindirwê dewleta me dikin, hûn piþtgîriya parçebûna welatê me, ango ‚Seperatismus' dikin û ev yek li gor zagonên navneteweyî qedexe ye. Ji ber vê yekê, ne li Kurdistanê, û ne li derveyî Kurdistanê xebateke zanîstî ji dil li ser zimanê kurdî nîn e. Ew zanyarên derveyî û bêhtir yên ewropî, gava bixwazin bi serê xwe li ser ziman û çanda gelê kurd xebatekê bikin, rastî gelek dijwariyan tên. Ew di zanîgehê de dijwariyan ji aliyê sorokê beþê xwe ve û ji aliyê serokê zanîngehê bi xwe ve dibînin, ji ber serokê zanîngehê bi þalyarî, ango wezareta perwerde û lêkolînê ve girêdayî ye, û ji xwe diyar e, wezaret, ango mîrî/hikûmet diravê zanîngehê dide û bi vê yekê ew biryara hebûna vî yan wî beþê zanyarî li gor berjewendiyên dewleta xwe dide. Wekî dî ew zanyarên ewropî, yên ko dixwazin bi serê xwe li ser zimanê kurdî bixebitin di çapkirin, weþan û firotina berhemên xwe de rastî gelek çetnahiyan tên û ew di tevayiya civakê de mirovine yekane dimênin û nayêne pejrandin. Li aliyekî din li vir yan li wir hin zanyarên ewropî derdikevin û ‚li tembûra dewletên dagîrker didin', ango dixwazin bi navê zanyariyê li gorî dilê mîriya dewleta trik bêjin, ko zimanekî kurdî serbixwe nîn e, û weke ew dibêjin ‚Zazakî' zimanekî serbixwe ye û ne zaravekî kurdî ye û bi vî awayî ji siyaseta dewletên dagîrker re dibine alîkar. Mixabin ew mirovên kurd, yên ko xwendinên xwe yên zimanzanyarî li zanîngehên welatên derveyî bi dawî anîne, ne di wê rewþê de ne, ko weke tê xwestin, rojê ji 6 - 8 seetan lêkolinên xwe bikin. Zanyarekî xwedî kar li zanîngehê karê xwe bi xebata xwe ya zanistî dibe serî, û êvarî vedigere malê xwe vedihesîne, da roja dî dîse kari be behemên li ber çav bide. Zanyarê kurd divê here, rojê 6 - 8 seetan li derve, ne di beþê xwendina xwe de kar bike, da mercên jiyana xwe pêkbêne û gava vedigere mal, dixwaze bi wê hêza xwe ya mayî berhemeke zanistî bide. Ji ber vê rewþa ha em dibînîn, ko zanîna me ya îro li ser zimanê kurdî gelekî kêm e, û gava em dixwazin li ser dîroka zimanê kurdî binivîsin, berî hertiþtî em pala xwe berdidin ser encama xebata zanyarên sedsala 19an, ko yek ji wan Ferdinand Justî ye, yê di wê baweriyê de bû, ko hin nîþan hene, dihêlin, em bawer bikin, ko zimanê kurdî zimanekî kevin e, û heye, ko ew ji zimanê mêdî hati be. Justî di pirtûka xwe de, ya ko sala 1880yî li St. Petersburgê di bin sernavê "Kurdische Grammatik" de da weþandin, nivîsiye: "Ne dûr e, ko di wan peyvan de kevnariyeke zimandarî mêdî, ya ko wekî dî winda bû ye, xwe parasti be." Herwekî vê rojhilatnasê navdar Vladimir Minorskî di encama xebatên xwe yên zanistî de giha bû wê encamê, ko girêdaneke zimanê kurdî bi Mêdiyan re heye. Wî li gorî baweriya xwe nivîsiye, ko zaravên kurdî di nav xwe de yekîtiyeke wisa peyde dikin, ya dihêle mirov bigihe wê baweriyê, ko ew zarav bi tevayiya xwe zimanekî taybetmend û serbixwe, yê ko gelekî (miletekî) mezin û giring weke Mêdiyan pê diaxivî, ava dikin. Belê li gor asta zanyarî ya îro, ya ko dibêje tenê 12 peyvên mêdî li ber destê me hene, û ew jî navê gund û deveran in, mirov nikare bigihe encameke zanistî ye bawerdar. c. Destpêka wêje û zimanê kurdî yê nivîskî û bipêþveçûna wan heya roja îro Ji þirovekirina, ko min heya niha kir, mirov nêzîkî wê baweriyê dibe, ko di nava wêje û zimanê kurdî yê nivîskî de heya niha tenê herdû zaravên sereke têne bi kar anîn. Her yek ji herdû zaravan xwedî dîrokeke dirêj û têvel e. Bi ser ko zimanê kurdî ne xwedî dewlet e, û hêzeke siyasî nîn e, ko guhê xwe bide zimanê kurdî, wî xwedî bike û bipêþve bibe, û bi ser ko zimanekî kurdî nivîskî yekgirtî û bilind nîn e, divê mirov bêje, ko hijmareke mezin ji berhemên nivîskî yên bilind û bipêþevçûyî bi herdû zaravan kurdî yên sereke derketine. Mirov dikare bi bawerî bêje, ko asta heryekî ji herdû zaravan ji zimanekî dewletî û fermî gelekî nêzik e. Wêjeya kurdî ya nivîskî, ya ko îro li ber destê me ye, ji sedsala 11an ve heye, û bi helbestên helbestvanê kurd Elî Herîrî dest pê dike. Rojhilatnasê rûsî Aleksender Jaba di pirtûka xwe, ya bi navê "Recuîl de notices et recits kurdes" de nivîsiye: "Helbestvanê Kurdan yê pêþî Elî Herîrî ye, ... ew di navbera sala 1009 û 1010an de ji dayk bûye". Wejeya kurdî ya sedsalên 15an, 16an, 17an û 18an bi navên helbestvanên kurd, yên weke Ehmed Melayê Batê, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Selîmê Silêman, Ehmedê Xanî, Xarisê Bedlîsî, Pertew Begê Hekarî, þêx Xalid û Siyahpûþ xemilandiye. Wejeya nivîskî ya sedsala 19an bi herdû zaravên sereke bi giþtî babetên welatperwerî û romantik ji xwe re kiriye mijar. Piþtî cenga cihanî ya pêþî bi giþtî wêjeyeke jiyana rastî ya rojane û ber bi siyast ve heya roja me ye îro xwe daye pêþ. Ew zimanzan, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarê kurd Mîr Celadet Bedirxan bû, yê ko kovara xwe HAWAR di 15.Gulana sala 1932an de derxist û rêzimaniya Kurmanciya Jor danî, ya ko em li gor wê heya roja îro dixwînin û dinvîsin. Ji vê demê ve mirov dikare bêje, ko zimanekî nivîskî bilind û yekgirtî, ango standard ji bo zaravê Kurmanciya Jor hatiye efrandin. çend kêmayiyên rastnivîsê nikarin vê rastiyê ji bilindiya wê bênine xwarê. Bangewaziya min li mîriya baþurê Kurdistanê ew e, ko ew li deverên ko Kurmanciya Jor tê axaftin, dest ji tîpên erebî berdin û di xwendegeh û zanîngehan de êdî rêzimaniya Mîr Celadet Bedirxan bidine xwendin, da li seranserê deverên ko Kurmanciya Jor tê axaftin, bi yek zimanî were nivîsîn û xwendin. Bi ser ko em dibînin, ko di Kurmanciya Jor de, li gorî devokan, bêjeyên têvel (newekhev) ji yek tiþtî re hene, dîse jî axêverê vî zaravî dikare berhemên kurdî, li kû û ji kê ve, li Kurdistanê yan li Ewropayê hati bine nivîsîn, bixwêne û têbigihe. Hin ferhengên kurdî, yên ko di vê dema paþî hatine weþandin, dikarin araîkariya yê xwendevan bikin, ko ew peyvine di devoka wî de nebin, bibîne û têbigihe. Herweke wê di zaravê Kurmanciya Naverast de jî zimanekî bilind û yekgirtî xwe daye pêþ. Bi bervajê Kurmanciya Jor, ev nêzîkî nîvsedsalekî ye, ko Kurmanciya Naverast bi vî yan bi wî awayî di xwendegeh û zanîngehan de tê xwendin û xwedî kirin. Piþtî cenga cihanî ya pêþî û heya niha jî bi coþeke mezin wêjeya kurdî bi vî zaravî tê efrandin, bi sedan pirtûk, kovar û rojname pê hatine nivîsîn û weþandin, bi awayekî ko mirov dikare bêje, bi rastî zimanekî dewletî yekgirtî û bilind, ango standard xwe daye efrandin. Mixabin ji ber mercên siyasî ev zaravê ha heya roja îro bi tîpên erebî tê nivîsîn û dijwariyeke mezin dixe riya xwejihevnîzîkrina herdû zaravên sereke yên zimanê me. Di vê babetê de ez dixwazim bêjim, ko pirsa nivîsîna bi tîpên erebî li ser yekîtiya neteweya me jî bivokeke (xetereke) mezin peyde dike. Vece ji ber ne di warê zimanzanyarî de - tîpên erebî ji zimanên malbata samî re hatine efirandin- û ne di warê siyasî de ji berjewendiyên neteweya me ye, ko ev zarav bi tîpên erebî tê nivîsîn. Ji ber vê yekê ji mîriya baþurê Kurdistanê tê xwestin, ko ew biryareke dîrokî bigire û dest bi pêþvebirina nivîsînê bi tîpên latînî bike. Ew jî li gor bernameyeke zanistî û sal bi sal. Wekî dî em tevgereke xurt di nav axêverên herdû zaravan de dibînîn. Gelek Kurd îro bi coþeke mezin li wêjeya kurdî ya devkî xwedî derdikevin, çîrokên têvel, helbest, stran, qewlên qewalan û her wekî dî didine hev û dinivîsin. c) Bipêþveçûna peyvên derveyî (Interferenz) di zimanê kurdî de: Gava em giraniya ko zimanên derveyî li zimanê kurdî kiriye, bidine ber hev û li berhemên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî temaþe bikin, em di riya mezinbûna hijmara peyvên erebî û farisî re dibînîn, ko zimanê kurdî yê wê serdemê keti bû bin giraniyeke mezin ya zimanê erebî û farisî de. Di daneberheveke wisa de mirov cawaziya di navbera berhemên kevin û nû de derbarê giraniya zimanên derveyî li ser zimanê kurdî, zû dibîne. Belê sedemên wê yekê çi ne, ko zimanê kurdî careke dî dixwaze li bingih û rayên xwe vegere, bi ser ko ew bindest e, û zilim û zoriyeke mezin li ser heye? Belkî ji xwe ev bindestî û ev zor bin, yên ko dihêlin, ko axêverên Kurmancî ji windabûna çanda xwe bitirsin û ji ber vê yekê "dilpakiya ziman" ji xwe re dikine weke mertalekî parastinê. Di bin bêja "dilpakiya ziman" de di zanyariya giþtî ya zimanan de çê li wê yekê tê kirin, ya ko dibêje, dilpakiya ziman ew rewþa bilind ya jixwepiþtrastbûnê ye. Dilpakiya Ziman ew rewþ e, ya ko ziman tê de yekgirtineke tevayî li hember zimanên din peydedike. Êdî dilpakiya ziman li ba mirovên xwe dibe xwedî bilindayiyeke taybetî, ew bilindayiya ko hêja ye li ser destan were ragirtin û parastin. Daxwaza ko dibêje, divê zimanê kurmancî li rayên xwe vegere, serhildanekê dide xuyakirin. Ew serhildaneke ji bo xweparastinê û li dijî zora bindestkirinê, ya ko herçar dagîrkerên Kurdistanê li dijî zimanê kurmancî bikar tênin, û ew xweparastin e, ji bandora zimanên wan. Rayên vê dilpakiyê, ne weke ko hin bawer dikin, di netewperestiyeke çavkor de ye, nexêr ew di wê hestê de ye, ya ko ji xwezayê ve di dilê her mirovekî de heye. Ew ew hest e, ya ko her mirovekî, çawa ew hê ji biçûçkaniya xwe ve hîn bûye, bi zimanê dayika wî ve girê dide, û ji ber vê yekê daxwaza wî ya xweza ew e, ko ew zimanê dayika xwe biparêze. Belê zimanê kurmancî stûneke neteweyî ye, wî barê çanda civaka gelê kurd hilgirtiye ser milên xwe. Ew zimanê hemû Kurdan e û alavê rêzanî (siyasî) ye, ji bo nasnameya gelê kurd were parastin û ji windabûnê were rizgarkirin. Li dawiya vê gotara xwe ez dixwazim, vê helbesta xwe, ya ko min li ser bajarê kurdî, Mereþê nivîsiye, pêþkêþ bikim. Mereþ bûkek ji bûkên Kurdistanê ye, yên ko nayaran çavên xwe berdane revandina wê: Keça delal Mereþ Hê di dergûþê de ji te re digotin Bavê te Kemalê mezin e, ew ti caran zaroyên xwe bi tenê nahêle. Ew çend car bûn ji te dipirsîn : Kî bavê te ye, me ne ew hij we hemiwan dike ? Hindik ma bû, tu ji bîr bikî, zimanê te bi çi zimanî dipeyive. Di xwendegehê de agir berdidane dilê te: Ez serbilind im, ko ez keça te me. Tikesî, te jî, nediwêrî bigota: Ez Kurmanc im, ezê bi tenê li dijî we hemiwan rabim û ber bi ‚gunehê xwe' werim, va ye, ez ne Tirk im. Gelo vî bavî tu çiqasî rind xwedî kiriye, da tu ji wan re weke kûçikekî bi hefsar, weke keçeke xapandî, ya ko li esil û fesilê xwe serî lê geraye, yeke ko di nav hevalên xwe de, bi dil birîndar, birîndar û tim bipaþvemayî: Bêrîvanek li qurçika paþî ya vê dinyayê. Gelo ewê çi be, gava rojekê tu bi xwe bihisî, ko ew ticaran ne bavê te bû? Gava di nava dilê te de hestin hiþyar bibin, ber bi ezmanan bikevin û weke refên azad yên qaz û qulingan li sînorên Kurdistanê bigerin û di nav lîsên dilên xapandî de deynin? Li wê derê, devera ko dibêjin: Êdî em hew li rengên çekan dipirsin. (Payîza 1998an) |