PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Seydayê Tîrêj
Dîlawerê Zengî - Þam/Sûrî




Di roja þemiya 23.3.2002´an de, demjimêr heþtê hêvarî li nexweþxana Dr. Îsam Bexdê li bajarê Hisiça li Cizîrê, helbestvanê helbesta resen seydayê Tîrêj çû ber dilovaniya Xwedê.

Di roja 25.3.2002´an de piþtî limêjê, laþê wî ji mizgefta Hac Qasim li taxa Ezîziyê demjimêr 11ê nîvro bi coþeke mezin derxistin.
Li pêþiya merasîman komên folklorî, bi cilên kurdî, wêneyên Seyda û baqên gulan meþ destpêkir. Bi beþdariya deh hezaran kes ko ji hemû bajar, gund û herêmên Kurdî civiya bûn, çi nûnerên rêxistin û partiyan, rewþenbîr û helbestvanan û çi girûpên bijîþkan, parêzeran, endazyaran, mamosteyan, bazirganan.. û çi jî pîr û kal, mêr û jin û keç û lawên Kurd yên li dirêjahiya panzde k.m li hev civiyabûn, û bi meþ û bi çepk û saloganan digotin: "Seydayê Tîrêj namire, helbesta Kurdî namire, zimanê Kurdî namire", bi rêketin.

Li devê riya ku merov ji Hisiça diçe bajarê Qamiþlo, milet bi coþeke mezin birêket û berî dan gundê (Gir Keftar), yê ku li dora 35k.mî dûrî bajarê Hisiça dikeve. Li dora 500 tirimbêl, pîkab û otobîsan li dû hev rêz dibûn.
Piþtî merasîmên veþartinê û seknandinek bê deng li ser giyanê nemir Tîrêj û pakrewanên Kurd û Kurdistanê sekinîn, dest bi xwendina gotinan hat kirin.
Li gorî wesyeta nemir seydayê Tîrêj, ku xwestibû Dilawerê Zengî bi rêvebirina karûbarê veþartina wî rabe, di pêþî de, Dilawerê Zengî gotinek li ser jînenîgarî û helbestvaniya wî got. Paþî gotina Bera demoqrat ya Kurd û gotina Hevbendî ya demoqrat ya Kurd li Sûriyê jî hatin xwendin. Lê, mexabin ji ber qutbûna kehrebê programên mayî neçûn serî. Lê li bin konê serxweþiyê hemû gotin, mesac û birûskên ku hatibûn rêkirin hatin xwendin, û helbestvanên Kurd, bi xwendina helbestên xwe ew þînî kirin mehrecana helbesta Kurdî.

Serok û sekreterên partiyan yên li bin konê serxweþiyê gotinên xwe kirin ev bûn:

Di roja 25ê-3-2002´an de li bin konê serxweþiyê de serokê partiya Yekîtî ya demoqrata Kurd li sûriyê mamoste Ismaîlê Umer gotinek pir balkêþ û hêja di dermafê Seyda de got: "... ji bo me þanaziyek pir mezin e ku em wek partiya Yekîtî bi karûbarê veþartina Seyda rabin. Lê em dibêjin seyda ne hevalê tu partî û rêxistinan bû. Seyda milkê miletê xwe bû. Milkê hemû partî û rêxistinan bû. Dema em Seyda bi partiyekê ve girêdin em wî biçûk dikin û xebata wî beravêtî dikin. Seyda bi helbestên xwe zimanê milet e. >þ û derdê vî miletî anîye ziman. Seyda nemirî ye. di dil û hestê miletê xwe de jîndar e........".
-Gotina partiya Qomonîst ya Sûrî ji alî mamoste Hisênê Umero endamê Mekteba siyasî hat xwendin.
-Gotina partiya pêþverû ya demoqrat ya Kurd li sûriyê ji alî mamoste Hemîdê Hac Derwêþ hat xwendin.
-Gotina partiya demoqrat ya Kurd li Sûriyê ji alî mamoste Nesredîn Ibrahîm hat xwendin.

Gotinên ku li bin konê þîniyê ji alî siyasetmedar, helbetvan û rîsipiyan ve hatin xwendin ev bûn:

-Gotina Metran Mar Metranê Cezîrê û Nisêbînê.
-Gotina mele Beþîr.
-Gotina Endamê Perlemanê berê Beþîr Se'dî.
-Gotina Dr.Îsam Bexdê.
-Gotinên Xelkên Kobanî, Efrîn, Reqa,Serê Kaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrikê, Qamiþlo, û Hisiçayê jî hatin xwendin.
-Gotina hunermand Ednan Seîd û Remezan Omerî û ......
-Gotina koma Tolhildan.
-Gotina koma Helebçe.
-Gotina rewþenbîran ji alî mamoste Ebdilferîdê mele Ibrahîmê Golî hat xwendin.
-Gotina nivîskaran ji alî mamoste Deham Ebdilfetah hate xwendin.

Ji alî xwendina helbestan gelek rewþenbîr û helbestvanên Kurd di bin konê þîniyê de li hev civiyan û helbestên xwe xwendin, ji wan:
-Yûsifê Berazî(Bêbuhar), Melê Kurd, Seydayê Keleþ, Ferhadê Içmo, Salihê Heydo, Rezoyê Osê, Konê Reþ, Bêwar Ibrahîm, Dildarê Mîdî, Perîþan, Bavê Birûsk, Fethulla Huseynî, Dilbirîn û ........

Hejmarek mezin ji behîname û nameyên serxweþiyê li bin kon hatin xwendin, ji wan birûskan:
Birûska:
-Kemal burkay serokê giþtî yê P.S.K.
-Selah Bedredîn.
-Sertac Bucak.
-Partiya Demoqrat a Kurdistan -Îraq. (Danîmark)
-Berpirsiyariya PKKê a rojhilata navîn
-Dostên PKKê.
-Abdurrahman Çadircî-Beyrût.
-Konferansa çand û hunera Kurdî-Beyrût.
-Parêzerên Kurd li herêma Cizîrê.
-Partiya Qomonîst ya Sûrî-Herêma Cizîrê.
-Yekîtiya nivîskarên Kurdistana (Rojava) li Elmanya.
-Komîta mafên mirovan li Sûriyê CDF-Ismaîl Mihemed.
-Hunermendên Kurd li Sûriyê.
-Partiya Çep ya Kurd li Sûriyê -mekteba siyasî.
-Partiya Yekîtî ya demoqrat a Kurd li Sûriyê-Rêxistina Ewropa
-Partiya Yekîtî ya demoqrat a Kurd li Sûriyê-Rêxistina Belcîka.
-Komela ciwanên Kurd li Sûriyê.
-Komîta Civakî ya Kurd li Hisiça.
-Komkar-Fettah Timar-serokê giþtî. Frankfurt.
-Samî Ehmed Namî-Stockholm.
-Malbata Cegerxwîn-Keyo Cegerxwîn-Stockholm.
-Hoþeng Osman Sebrî-Berlîn-Elmanya.
-Sîwan Hecî Berko - Xwediyê Malpera Amûdê. -Hevbendî ya demoqrat ya Kurd li Sûriyê-Rêxistina Ewropa.
-Partiya pêþverû ya demoqrat ya Kurd li Sûriyê- R.Elmanya.
-Partiya dimoqrat ya kurd ya Sûrî.-mekteba siyasî.
-Partiya dimoqrat ya kurd li Sûriyê-rêxistina Elmanya.
-Partiya sosyalîst ya Kurd li Sûriyê-komîta herêma Cizîrê.
-El-tecemu' el-wetenî el-dîmoqratî el-Sûrî-el-mekteb el-siyasî.
-Birûska hunermend Se'îdê Gabarî digel helbestek li ser seyda.
-Hunermend Þivan Perwer.
-Yekîtiya nivîskarên Kurd-Dihok. Hesen Silîvanî.

Bi navê gelek rêvebirên kovar û rojnameyan jî birûskên serxweþiyê hatin ji wan :

Kovara El-Hîwar-Pirs-Zengil-Gulîstan-Pênûsên Azad-Sorgul-Rojda- Zevî-Mewasim-jîn û kovara zarokan......

Di roja 29.3.2002´an de demjimêr dehê êvarî bidawîanîna konê serxweþiyê mamoste Azad Elî sipasiya xelkên Hisiça û her kesên ku di ber vî karî de westiyan û dijwarî kiþandin kir, û ji Dilawerê Zengî xwest ku çend gotinan li ser têkilî, hevaltî û naskirina xwe bi seyda re bîne ziman. Bi vî rengî bi dawî hat.

Jînenîgariya Seydayê Tîrêj:

Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923´an de li parêzgeha Hisiçê-gundê (Nicîm)ê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe þeþ salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem mele Birahîmê Golî, Qur'anê û çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên Kurda, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.

Ew, di sala 1937´an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye. Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin Cegerxwîn, Qedrî can,Hesen Hiþyar û Nûredîn Zaza re xurt bûye. Bi akam û bandûra wan jî, evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de þax daye. Bi wan re xebata niþtimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî, di nava civata xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokan têkoþînek ramyarî jî meþandiye.
Di sala 1952an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî jî tê talan kirin.
Mamostayê mezin û bi navûdeng Cegerxwîn di dîwana xwe ya (Kî me Ez) de, li ser seydayê Tîrêj, bi navê wî yê rastî (Nayifê Heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja ji wî kiriye. Seydayê Cegerxwîn di wê helbesta xwe de weha dibêje:

"... Ev xwendin û zanebûn
Nêzîk dikin serxwebûn
Xortên wek te pir zana
Gerek bêjin; Nezana
Bira destên hev bigrin
Di vê rê de em bimrin..."

Ew, ji neçarî demekê dirêj xwe li nav Erebên Cibûran diparêze. Di sala 1973an de berî dide bajarê Hisiça û li wir bi cîwar dibe, ta ko ji nav me koç dike.
Seyda, di bîr û baweriyên xwe de Berzanî bû. Lê hevaltî bi tu rêxistin û partiyan re nekir. Kurdekî serbixwe bû. Sed mehder li gora wî bibare.

Berhemên wî yên çapkirî ev in:

-Dîwana Xelat, pêþgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1985.
-Dîwana Zozan, pêþgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1990.
-Dîwana Cûdî, pêþgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1998.
-Serpêhatiyên Kurdan (1).

Berhemê wî yên neçapkirî ev in:

-Mûlida Kurdmancî.
-Dîwanek ji helbestan.
-Serpêhatiyên Kurdan(2).

Seydayê Tîrêj û helbest:

Rêjîmên þovenîst digel talankirina dewlemendiya ser xak û bin xakiya welatê me, bi dijwariyek mezin êrîþî ser ziman, tore, û folklora Kurdî dikin. Lê, herwekî xuya ye, ev armanc û daxwaza wan heta niha neçûye serî û di dilê wan de bûye kulek mezin. Ji bo em ji bin destê van rêjîmên þovenîst derkevin, bi sedan serhildan û berxwedanên bi rûmet me daye; bê hejmar law û keçên xwe di vê riyê de gorî kiriye. Ev þer, di warê parastina ziman, tore, û zargotina Kurdî de jî, bi dijwarî dom dike û roj bi roj gûrtir dibe. Ronakbîr, nivîskar, helbestvan û hozanên Kurd yên bi rûmet di nava vî þerê ha de, cihekî taybetî digrin. Xebat û têkoþînek giranbiha didin. Pêwîst e, ku em vê xebat û têkoþîna hêja û giranbiha kêm nebînin û di vî beþê þerê tevgêra rizgarîxwaziya gelê kurd de, wan tenê nehêlin û ne zindîkuj û mirîperest bin, di saxiyê de xwedî li wan derkevin.

Yek ji wan helbestvanên bi nav û deng jî, seydayê Tîrêj e. Seydayê Tîrêj li ser þop û riya helbestvanên Kilasîk ya resen helbesta xwe ristiye. Bi van çend gotinan nerîna xwe di helbestê de diyar kiriye:

"Ez li helbestê bi nezim, awaz, qafiye(serwe), û naveroka wê dinêrim. Ev her çar þert wê dikin helbest". Seyda, rûmet, ronahî û cewherê helbestê jî weha dibîne:
"..Ma rûmeta þi'rê çiye, ned' xizmeta milet debî Ronahiya þi'rê çiye, pesnê welat ku têd' nebî Çibkim ji wê þi'ra rijî, danegire sewda û mejî Derdê dil û can nakujî, çaxê ku cewher têd' nebî.."

Ew, li gorî dîtina xwe van þertan ji bona helbestê dibîne, û ji xwe re dike mîna per û baskên balayekî baz ku bi yek firê baskê xwe li ezmanê helbesta resen dide û xwe di kûrahiya dilê xwendevanê helbesta Kurdî de cîwar dike. Germahiya tîrêja helbestê, pencên xwe di dil û hestê xwendevan de rewa dike, û xwendevanê xwe di nav tevna pursir û pursirîyê de dîl dike. Bi vê raza ne penî, tezînokên xweþiyê û akama xwe li dil, hest û derûnan dihingêve.
Li piþt evî bazê serbilind, bazekî þêt û bêhempa di gasîna helbesta Kurdî de heye. Ew baz jî seydayê nemir Cegerxwîn e.
Tîrêj, di bin baskê helbesta Cegerxwîn de berz û mezin dibe. Hînî perwaze û firê dibe. Di derya Cezîrî û Xanî de hevotî melevaniyê dibe.
Linik wî, bejna helbestê pir bilind, bi xeml û xêz, bi kêþ û serwe, bi zimanekî rewan, pesin û halan, haldan û salixdanên rojeve û gazin û hêviyên rewþa gel di jîna jîweriyê de ku di yek hest û hizrî de, li ber tîrêja ronîkirina riya hiþyariyê têne meyandin.
Wek me gotî, bi awayekî kilasîk helbetên xwe dihûne: (pesin, þînî, evînî, xweþxwan, perwerî û li ser zimanê bale û teban), kêþa helbestan li ser movik û bi bare ne. Çewa seyda di bin baskê helbestvanên me yên kilasîk de mezin bû, weharenge gelek helbetvanên me yên kilasîknivîs di bin bandora seydayê Tîrêj de mane, û akameke xurt li nifþê pey xwe re kiriye.

Ew, ji dibistana helbesta jîwerî bû, bi rewþ û bûyerên gelê xwe ve pir girêdayî bû. Heger merov li rêzkirina naveroka helbestan hûr-hûr meyzeke, merov xelekên dîroka gelê xwe, û bûyer û serpêhatiyên wan gav bi gav, roj bi roj û dem bi dem lêdivarqile. Ji wan bûyerên herî balkêþ ya ko bû sedemê xweþtir, ciwantir û þêrîntirîn helbest bi seydayê Tîrêj re bête der. Ew kuþtiyarî, talankirin û malwêrankirina ku bi serê gelê Kurd hati bû. Têkçûna peymana yazdehê Adarê bû. Seyda volqana derûna wî, kelandin û lihevketina hundirê wî, sergêjî û pizotên hest û hinav û cergê wî bi hev re ew dane ber pêlan û peqiyan, li ezmanê toreya Kurdî helbesta (Ey bilbilê dilþadî) hate vejandin. Ev helbest nûzayeke nû bû di dîroka helbesta Kurdî ya resen de. Em dikarin bibêjin seyda bi vê helbesta xwe derbasî gerdûna xweþtirîn helbestên Kurdî dibe.

Ew, di helbestên xwe de, zor û sitemkariya li ser neteweyê Kurd, hoy û sedemên bindestiya gel, û ji bo rizgariya Kurdistanê pêwîstiya têkoþînek bi yekdest û canbêzariyek bê sînor didît, bi hunermendiyek mezin û bi zimanekî þêrîn û zelal ev rewþ aniye ziman.

Bêdiro, bi derd û kovan, xweþî û nexweþî, paþketin û pêþveçûna gelê xwe ve dijiya. Radestiyê Li ber narvînê nedikir, û xwe dîlê hêvî û lavlavan nedidît. Lewra digot:" jîn divê kotek û zor e". Ango ûþtê azadî û xoybûnê zor e. Zor nebe setem netê hilavêtin. Bi lavlavan merov naghê armanca xwe. Têkoþîn þana hebûnê ye. Bi baweriyeke bêbend û sînor rizgariya Kurdistanê bi þerê çekdariyê dibîne, û dibêje:

Ez narevim narevim pêþmergim ez narevim
Wek hîm û tehtê çiyê tucar ji cih nalivim
Bi zarotî diya min þîr daye min bi xwînê
Dunya li min bi yek bî ji ya xwe danakevim.
Bi rastî Seyda,heta bi roja dawîn ji ya xwe nehat xwarê, û digel ku ew bixwe ji malbateke xizan û perîþan bû jî, lê ewê yekê tucarî nikarîbû çavkaniyên helbestên wî ziwa û bimiçiqîne, yan berê pênûsa wî ji bîr û baweriyên wî biguhêrîne.Bi pênûseke bejinbilind û zimanekî rewan û zelal, her çavkaniyên wî diherikîn û dizan.

Dara evîna wî tim þîn e. Bi hezar berê rengereng xemilandî ye. Lê, heger berê darê tehl nebî þêrînî û sipehîbûnê jî nadin. Tenê þêrîniya gulê bi dîtin û þîravê xweþ e. Lê ya xweþtir ew e, ko bilbilekî þeyda bi deh hawan bixwîne û pesnê xeml û xêza gulê bide . Wê gavê nuh gulê li naz û kubariya xwe hay dibe, li ber sura bayê sibê diserçime û bi qurnazî serî dihejîne. Durv girnijî, rûgeþ û dilþa dibe. Gul! dezgîr e, bilbilê þêt dilketî ye. Heger tu axaftineke bê sûde, lavijeke bê awaz, sazike bê dûzan bî, tucarî tuwê nikaribî dilê gulê bidestxwekî; ji ber ko gulê dilkoçer e. Lê Seyda dilketî û evîndarê gulê ye, dibêje:
"..Wan nêrgizan girtî xunav biþkeftî xunca sorgul e Nêrgiz û sorgul biþkivîn çiçek û lal û yasemîn Xweþ tên ji wan bex û bîn axifte canê bilbil e Axifte wî can û ciger sermaye axîn û keser Hêstran dibarê cot û fer lewra ku çav herdem þil e.."

Seyda, li ser êmîþê welatê xwe mezin dibû, û pir ji xweristiya welatê xwe hezdikir. Girêdaneke xurt di navbera seyda û xweristiya welatê wî de hebû. Di helbestên xwe de pir li ser av û dar, gul û giya, deþt û çiya, mêrg û kanî, buhar û zivistan, dehl û zevî û bale û tebayên welatê xwe digot. Navên hersî dîwanên wî navên çiyayên Kurdistanê ne: (Xelat, Zozan, Cûdî). Binavkirina dîwanên wî pirtir ji me re diyar dibin bê seydayê Tîrêj çiqasî bi xweristiya welatê xwe ve girêdayî bû.

"..Rojek ji rojên buhara rengîn
Ez diçûme ser çiyayê Metîn
Çiyakî bilind hemî ber û dar
Li jêrê çiyê gelî û zinar
Li dev newalan hemî bax û rez
Li binya çiyê hemî êl û pez.."

Ew, di temenê xwe de kalemêr bû. lê berê dara evîna wî naz e, ciwan e. xweþtir û ciwantirîn helbestên evîniyê hûnandiye, û li ser hezkirin û evîndariya keç û xortan û yar û dilberan lorandiye.
Li ser dûrî,gihandin û kavilên evîndariyê nivisandiye:

Ma gelo nayê te bîrê, ku te dildarek hebû
Her wekî reswa û kola, tim l'ber dergahê te bû
Her dema ku te nedîba roj dibû lê wek tenî
Xan û eywan tim li wî zindan û hebs û çale bû

Seyda ne tenê li ser heskirina keç û xortan nivisandiye, lê belê rola keç û xortên xwendevan di rêvebirina kar û xebatê de mîna serê rimê dibîne û bi dengekî bilind hawar û gaziya xwe digihîne xortên xwendevan û ji wan dixwaze ku bi rola xwe ya dîrokî rabin:

"Xortê jîr û xwendevan çare û ûmîda milet
Rabe ji xew tu carek serê roja me derket
Xwe rapêçe birader ji bo kar û xebatê
Kes nema ye di xew de cîhan pêkve li hev ket
Li çar kenar û hawêr þer û halan û ceng e
Karwanê riya jînê binêre va bi rê ket
Li þûnwara nemînî dem pir xweþ e birader
Divê wextê nemane tu kes bê al û þewket..."

Seyda, gelek stranên folklorî bi kêþ û serwe hûnandiye. Ew stran ji mirinê reha kiriye û sipehîbûn û qeþengî bera rewanê wê daye û bi hunerek pir mezin û bilind hûnandiye. Mîna: Siyamend û Xecê 335 malik in, Sîpan û Perwîn 400malik in û Ciwan û Kejê jî 421malik in.
Weharenge bi dîrok û mêjûwa gelê xwe ve jî tê girêdan û leheng, mêrxas û navdarên dîrokê di helbestên xwe de aniye ziman.

"..Buhiþtek Xuda ye li xakî zemîn
Berê ew bi navê Meya Fareqîn
Ne dûre ji havîngehên ber Ferêt
Bi nav û bi deng bûye bûka welêt
Ji berya hezar sal Meya Fareqîn
Dibû dewletek serbixwe nazenîn
Dema bûye dewlet bi serxwe'v dihat.."

Seyda, pêvî hersî dîwanên xwe, hinek kurteçîrok nivîsandiye. Ji ber kurtiya demê, em li ser wan nesekinîn. Bihêvîne ji hemû nivîskar, rewþenbîr û lêkolînvanên Kurd ku di rojên bê de bifirehî û bi pisporî li ser xebata seyda rawestin.


-----------------------------------------------------------------------------------------------------------
Hêjayî gotinê ye ku ev gotar di heftiya çandeyî li bajarê Helebê ya ku di bin navê Seydayê nemir Tîrêj de hatibû girêdan hate xwendin. Li bajarê Þamê Jî heftiyek çandî di bin navê seyda, di(22-28)an de hat girêdan.