PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



ÇIROK :GORISTAN














Mahmûdê Ako

Dem payîze, icacok li riyan zîz dikin. Roj li nîvrojê ye, dijware bi tîrêjin tebaxî. Ji dûr ve rewrewk mîna deryan pêlan vedide. Dar û sipîndar pelan diweþînin ser kêlekên riya, mîna berrekê di wê navê de hatibû raxistin. Weke gemiyan vizeviz bi çuqlî yên daran diket. Di deþtek fireh û dirêj de çend Keleh û Kavlên, ku ji demek dûr ve xopanbûyî, diyar bûn. Di kêleka keleheke mezin de, nîvgotistanek ji min re xwiyanî dikir.

Ez ber bi goristanê ve çûm, kurtedemekê rawestîm, raman pirr kûr û fireh dibû û pirs dihatin mejî bê kelem û nabûn. Nêzîkî kêlên nîvco dibûm. Yeka þikestî ji wan awir dikþandin ser xwe. Ew kêla mezin tiþtê ku jê mabû mîna latek biçûk bû, û yê mayî ji kêlê tu kes nizane bê kanî, yan jî kê veþartîye.

Bêhtir nêzîkî wê dibûm, û min temaþe dikir bê ka çi li ser nivîsîne. Çend gotin jê hatibûn qetandin, yên mayîn bi tîpin hûr li ser kolayîbûn: „piþtê zû bi zû veneke, ciwanyê ji dest xwe bernede“. Piþtî çend xalan gotinin dîtir hebûn: „Bext ..Reþ ..Dem Çûye..Li..
Çend tîpên kurtkirî jî hebûn, K..O..D..B..A..?

Li ser goreke dîtir nivîsîbûn: „Milet mêra çêdikin , ne mêr miletan çêdikin“.

Serê min wisan di wan ramanan de gêj dibû. Di wê sawê de piçekî paþ de divegeriyam. Ji niþka ve dengek dibû zîzok, li bin guhê wan kelh û kavlan diket, ezman ji ber dihejiya. Ba bi hêztir dibû û ji xwe icacok hew dihat dîtin. Wê kerþ û gemara li nav wan dera bi jor dixist, li hev badida û bi dûr dixist, tenê bigota giha ezmanê heftan...

Ez di cihê xwe de çurisî dimam. Raman û hêviyên min hildiweþiyan. Ez di cihê xwe de dibûm wekî mîx, dest û cogên min ji ber xwe ve dilerizîn. Dengekî qube dihat guhên min:

- Te çi divê lo..?

Dev û lêvên min zuha dibûn û dîsa deng dihat:

- Ma tu çi vediperixîne kuro?

Xwedîyê deng ber bi min ve dihat, kifþek por li serîkî mezin, riheke dirêj, simbêlin badayî li çep û rastî dêman, awirin dijwar mîna birûsk û tavan jê der diçûn. Wisan digot û çawa qad ji bin min vedidizî. Min dixwest bersivê bidêmê, lê mixabin zimanê min dihate girêdan. Berya ku ew bighêje ber min bi çend gavan, min digot belkî ez di bin qadê de dirim. Rengê wî û yê axê diketin nav hev. Saw bi min re çêdibû, çogên min ez dixapandim, lê min bi zor hêz digirt û bersiv dida yê:

- Ez Kurdim!

Keniya, kenekî bi hêz, keleh ji ber dihejiyan, mûyên serê min ji ber radibûn. Bi dengekî xurt serê xwe pêre dihejand nabûna xwe diyar dikir.

- þerme ku tu dibêjî ez Kurdim!

Min xwe nedigirt, ji gumanan sed pirs û bersiv dihatin mejî yê min, min berê xwe dida yê:

- Ez Zeredeþtî û Mîdî me.
Awirin dijwar di min vedidan û dîsa digot:

- Kurd narevin, zeredeþtî paþde venagern, Mîdî ranakevin hey te xwelî li serê min kiro!..
Bi gumanek mestir û hêvîyek ji berê bilindtir, min jêre got:

- Qet ne þerme, qad dibêje, deÞt û çiya dibêjin.
Min destê xwe ber bi goristanê ve dibir û bi ser vedikir:

- Mam! Goristan dibêje, Keleh û Kêl dibêjin, ezman bi payebûna xwe dibêje, zar û zimanê ku ez û tu pê diaxivin dibêje: „Ez Kurdim“.
Pirr bîn teng dibû û destên xwe bilind dikirin, weke dêwekî bû, çeplin dirêj û qelew li gewdekî mezin. Bêhna xwe berdida, dibeþiþî û bi nazî û dilovanî ji min re digot:

- Kurê min Kurdiyatî ne axavtine. Ezê çend tiþtan ji te ra bibêjim û wekû civaka kurdan bi þermî û ne þermî bibêje erê yan na. Guhên xwe xweþ bide min, ji bilî carekê ji te re nabêjim.

Di hinavên xwe de ez tevde dibûm guh, min pirr dixwest ku ew zû bi zû wan gotinan bibêje. Bi razîbûnek mezin û hêvîyek bilind wî berê xwe dida min:

-Ma þerme, ku di civaka kurdan de keç bê mêr bimîne?! Ma þerme, ku dara te ya evînîyê ber negre, yan ber bavêje?

Her wisan ew dipeyivî, nizanim çima wisan bi min re dihat xwiya kirin, mîna ku min di jiyana xwe tevî de heskirin nekiriye. Tevî ku gotinên wî hêsanbûn, lê bi min gelekî mezin bûn. Di mejiyê min de mîna hevîr tirþ cihê xwe mezin dikirin. Wî bi fîxan û azar berdewam dikir:

- Ma naxwe þerm çilo ye, yan çawa ye? Ma gelo ne þermeke pirr mezine mirov nizanibe bi zimanê xwe bixwîne û binivîse, gêografîya xwe, dîroka xwe, kultûr û kelepora bav û bapîrên xwe nizanibe? Çawa devê te digere û tu dibêjî „Ez Kurdim“? Kurê min! Mirov carekê tenê li ser rûyê zemînê dijî, tucaran û di tu deman de nebûye, ku mirov du caran dijî. Bila wê carê bi serbilindî be.

Du rondikan xwe dikirin cot û xwe bi ser wan dêmên weke kendalan de diherikandin, firefir pê diket, hew xwe digirt. Piþta xwe dida min û bi mixabinî digot:

- Bêtirs bide dû min, ezê te þanî te bikim!

Bi wan gotinên xwe yên mezin weke, ku gwîzanan li laþê min bixe, bi saw ez sergeþte dimam. Di navbera deryê zanîna xwe û ya wî de, di nav rûpelên welatparêziya xwe û ya wî de, behitî dimam û min ji xwe dipirsî: „Gelo ma ev çi Kese?“. Lê min tu bersiv nedidît. Nexasim dema ku li min dizîvîrî û serê xwe ji min re dihejand, ez di ramanên wî de nedighiþtim.

Li me dibû êvar, tîtik û tilûran, çûk û çivîkan bi þahî çîveçîv dikirin, ber bi hêlînên xwe ve difiryan. Tîrêjên rojê ji bin ewran xwe berdidan ser kendal û newalan. Aso ber bi windabûnê ve diçû. Sistiyekê ez digirtim û min ji xwe dipirsî:

- Gelo em bi kîjan alî de diçim, rojhilat, rojava, çep yan rast?

Newalek dikete ber me de. Xaçirêkeke zirav ji serê xirbekekî dadiketê. Bêhneke pîs û genî mîna bêhna miraran jê difûrî ya. Li ber latin mezin yek darine pîrî kevnar, ji ayên demê, piþt xûz kiribûn. Newaleke kûr tiþtek tê de nexwiyabû. Li jorî wê çiyayên bilind bûn, di binyê re gelî û zinarbûn. Hin tebayên bêmirês xwe ji ser xaçirêkê vedidizîn, bi bazdan li piþt xwe jî ne dimeyzandin. Hin ji wan bi zikkiþkê û hin bi çarlepan, xwe ji devên qijal û kundan diparastin. Ew ji niÞkave li min zîvirî, kenî û got:

- Netirse ev newal newala...!!!

Min ji xwe re digot, dibe ku ev mirov dixwaze min bitirsîne, lê çima? Yan jî dibe ku ev ji cinan be, dixwaze min birevîne nav miletê xwe! Ez sist dibûm, dêm li min zer û sor dibûn, hem ji tirsa û hem ji fedya tirsê. Tirsa min duqat dibû dema, ku çavên min li hestîyên mirovan diketim. Çend gavan bi pêþ de meþîya, li min nerî û beþiþî:

- Virde were ji xwe re li xwe binere, bê ka çi halê te ye hey Kurdê belengaz, pesindarê þewat û qira xwe!
Ez li çi binerim û li çi nenerim, gor li pê gorê hatine rêzkirin, ji hawîr dor ve hatibûn xemilandin, bi hemî rengên hebûnê hatibûn neqiþ kirin. Di ber gora yekem de kêleke zêrîn danîbûn. Qevdek ji gul, rihan, binefÞ û sunbilan danibûn ber. Haletê cot, kum û koloz, dasek û cewdikekî avê jî li ber bûn. Bêhnek pirr xweþ jê difûri ya, xemleke, ku çiqas bê gotin wê kêm be. Keziyên reþ û zer pêve daliqandibûn. Çend nanên tenûrê li nik wan jî þaþik û cibe, tiving û rextekî ji hev vekirî û tembûr û bilûr jî di binya wan re bûn. Ez ji nerînê têr nedibûm, di cihê xwe de sergeÞte dimam!

Ez diketim damarên miletekî. Gelo raste, ku ev miletek e..? Ez diketim saweke bê guman û mejîyê min weke, ku zixt lêkevin di pirsê de bû.
Gora duwem jî ne kêmî ya pêÞî bû, lê ew tev de bi xwîn bû. kilîtek mezin û dareke bêmirês jî li nik wêbûn. Wî serê xwe dihejand û destên xwe bi çavên xwe dixist.

Em ber bi ya dî ve diçûn û me didît bê ew çiqasî sipehî bû. Li derdora wê kaniyek biçûk diherikî, masîne rengîn têde digevizîn. Serên marekî û çar bazan li ser kêlê bûn. Çend tilûran xwe li ser kêlê danîbûn û bi fîxan dixwendin. þal û þapik li nik denekî avê bûn, çi aveke zelal û hênik. Gelek tiÞtên xweristî li ber gorê hebûn. Ew jî her li ser serhejandina xwe berdewam bû.

Gora dîtir nûjen bû, þînkayê nû rehên xwe diberdan ber wê. Kêleke ji zêr di ber de danîbûn. Destekî ji zîv bi pirtûkekê girtibû. Çend wêne û çend pût li dor wê hatibûn rêzkirin. Serê pênûsekê ji komerê hatibû çêkirin.

Gora di pê re ji herdû alîyan ve vekirî bû, tijî laþên kevokan bû. Ji xwîna wan min nema zanîbû gelo ev kevok sipîne yan..? Her ku awirên min û wî li hev diketin min bala xwe dida yê ku çavên wî ji girî sor bûne. Wî berê xwe dida min û bi dilovanî û hisret digot:

- Ka were em dengê xwe bikin yek. Ku deng bû yek wê li vêderê bibe seyran û sema, wê bibe jîn û hebûn, wê ev gor tevde vebin. Ewqas hestî wê bi goÞt û can bibin û wê bibne pêÞmerge. Emê deng bighînin milet, ji bo zanînê, yekîtî û hiÞyariyê. Bighînin pênûsê, aþtiyê. Emê vê newala genî û veþartî bikin buhuÞtek li ser rûyê zemînê. Soz û peymanên xwe bi cî bînin, kezîzer û çavþînan pîroz bikin.

Dema ku wisan dinêrî û digot, sawê ez digirtim, min bi awayekî rewan û ciwan jê re digot:

- Ez bi te re me , lê pêþî pirseke min heye eger tu bibexþînî.

Çawan xwêdan jê dirijiya û min ji xwe re digot belkî ew li ber çavên min dibe mîna rewrewkê. Wî xwe dida kêleka min, li ezmên dinerî û digot:

- Fermo tiþtê tu dixwazî pirs bike.
Ez di hinavên xwe de hemû bûbûm pirsek, min got:

- Tu dikarî ji min re bibêjî tu kîyî, tu çiyî, tu hebûnî yan ez ne li hiþ xwe me?

Ew kenîya û bi tenazî got:

- Nûka tê bi çavên serê xwe bibînî, ka ez çime.
Me deng dikir yek û me dest dixistin destên hev û me bang dikir: „Kurdo rabe ser xwe“. Ew newal ruhnî dibû, pêþmerge radibûn ser xwe, baz difiryan, zanîn hiþyar dibû, kilît û dar winda dibûn, kevok difiriyan. Em di wê xweþbûna xweristî de bûn, lê min li kêleka xwe dinerî ku vaye hevalê min bûye mistek ax ji nav destên min tê xwarê.

Ez bi ser de daqûl dihatim û min ew maç dikir, ronahî bêhtir jê der diçû. Ji niþkave reqîna tav û birûskan, dengê vizeviza bê dihat û pêre pêre baranê didayê. Xuþîn bi hemû tiþtî diket, co û cobar, çem û gol, newal û deþt tije av dibûn. Tu tiþt li ser rûyê gerdûnê nedima ji bilî Cûdî. PiÞtre keskesor dibû padîþahê wê kurtedemê.

(Ji efsaneyên rojhilatê, yên þîndar,
ez tême ba te.
Ji ba „Dewrîþê Evdî“,
û ji vê newala þîndar, ku bi xwînê hatiye avdan,
Ji Çiyayê „ Sîpanê“
Ji dengê „Siyamend“
Û dilê min perçekirî ye.)
Hamid Bedirxan.