PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Tehsîn Taha : 1941-1995




Tehsîn Taha : 1941-1995

Tahsin Taha di 25ê Gulana 1941an li baþûrê Kurdîstanê di bajarê Amêdîyê da ji dayika xwe bûye. Hîn dema zaroktîya xwe da dest bi stranan kirîye; di bin tesira M. Arîf Cizrewî da maye. Cara yekemin li bajarê Mangêþê mikrofon girtîye destê xwe û stranên xwe bi mîkrofonê peþkeþê xelkê kirîye.

Ji ber wezîfa bavê xwe, bi malbatî bajar bi bajar gerîyane. Hunermend ji dibistana navîn bajarên cuda cuda da xwendiye. Gava ku li bajarê Musulê lîse xwendîye, dijî melikê Iraqê beþdarê meþek bûye û ji ber vê yekê jî polîs lê gerîyaye. Lê ew revîye çûye Amediyê û vê derê xwe veþartîye, neketîye deste polîs.

Di sala 1960an de, yanê dema general Abdulkerîm Qasim da çûye Bexdayê û di "Instituta Hûnermendî ya Baskê Tîyatroyê" da dest bi xwendinê kirîye. Strana wî ya yekemîn "Eþkera Nakim" e û di sala 1958an da amade kirîye.

Di 1961an de gava ku þoreþa Eylulê dest pê kirîye, ew ji çûye Zaxoyê û beþdarê berxwedanê bûye. 1963an da hatîye girtin û nêzikê 2 salan li girtîxanê maye.


Di sala 1970an da hunermend zivirîye Bexdayê û di radyoyê da dest bi kar kirye û di sala 1974an da jî zewîcîye. Çar lawikên hunermend hene.

Di sala 1994an PDK-I Tahsîn Taha û hûnermendê din Fuad Ahmed bi hevra þandin Ewrûpa ku beþdarê þahîya Newrozê û salvegera þoreþa 1970an bin.

Dema ku hunermend lý Ewrûpa bû, beþdarê pir þahiyan bû. Lê mixabin ji ber newxeþiya dil, di 28ê Gulana 1995an da li Holland çû heqiya xwe.

Cenaza wî þandin Kurdîstanê. Qebrîstana wî niha li bajarê Amedîyê ye.